Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi daxuyaniyekê 11’emîn salvegera şehîd Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî.
Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:
“11 sal di ser şehîdbûna her du hevrêyên me Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho re derbas dibin, ku di 13’ê Mijdara 2015’an de, di dema pêkanîna erkên xwe yên şoreşgerî de ji ber êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker tevlî karwanê şehîdan bûn.
Şehîd Sîrwan, endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê û berxwedêrê zindanan, bi salan di zindanên rejîma Îranê de li ber xwe da û tevî êşkenceyên giran serî netewand. Wî bi fikir û felsefeya Apoyî û îradeyeke pola heta nefesa dawî rêya berxwedanê girt. Ew wekî fermandar û pêşengekî rastîn, di pêşxistina têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de xwedî roleke berbiçav bû û her tim bi hêvî li pêşerojê dinêrî.
Her wiha hevrê Amed Şaho jî di şerê azadiyê de canê xwe feda kir û parastina daxwazên bilind ên gelê xwe û gelên bindest kir.
Em di 11’emîn salvegera şehîdbûna wan de bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Xwîna wan di damarên tevgera azadîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê de diherike û bûne çirayek ji bo nifşên pêşerojê. Tekane rêya pêkanîna daxwaza wan, azadiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê ye. Em bang li ciwanan dikin ku rêya şehîdan heta azadiyê berdewam bikin. Em soz didin ku rêya wan a berxwedan, demokrasî, azadî û wekheviyê bidomînin. Bila bîranîna wan her tim bijî.”

