Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdên ji Merîwanê daxuyaniyek da ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Hevrêyên me Rênas Botan, Kawa Hewraman, Sîrwan Qendîl, Hewrê Kemanger, Sîrwan Zirêbar, Serxwebûn Hewraman û Serkeft Hewramî milîtanên qewîn ên xeta fedaî ya Apoyî bûn, em wan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.
Hevrêyên me Rênas Botan, Kawa Hewraman, Sîrwan Qendîl, Hewrê Kemanger, Sîrwan Zirêbar, Serxwebûn Hewraman û Serkeft Hewramî li dijî zilma ku bi sedan sal in li gelê me tê kirin têkoşîna azadiyê hildan ser milê xwe, li ser xtea fedaî ya Apoyî meşiyan û bêdudilî tevlî nava refên têkoşînê bûn. Hevrêyên me ku sînorên mêtingeriyê û pergala ku gelê me tine dihesibîne red kirin, li çiyayên Kurdistanê bûn pêşengên têkoşînê. Li gel her cûre teknîka şer a pêşketî ya serdemê mînakeke lehengiyê ya bê mînak nîşan dan ku xwe dispart îrade, hişmendî û baweriya mirovan. Ji bo parastina hebûna gelê me bê tirs şer kirin û sekneke fedaî nîşan dan. Bi kesayetiya xwe ya fedaî veguherîn çalakî û heqîqeta azadiyê û li dijî mêtingeriyê îradeya herî qewîn a berxwedanê temsîl kirin. Lewma şehîdên me yên qehrema ku ketin dilê gelê me, bûn rêberê siberoja azad, temînat û manîfestoya têkoşînê ya gelê me.
Li ser vê bingehê em ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Rênas Botan |
|
|
Nasnav: Kawa Hewraman |
|
|
Nasnav: Sîrwan Qendîl |
|
|
Nasnav: Hewrê Kemanger |
|
|
Nasnav: Sîrwan Zirêbar |
|
|
Nasnav: Serxwebûn Hewraman |
|
|
Nasnav: Serkeft Hewramî |
RÊNAS BOTAN
Hevrêyê me Rênas Botan li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz a ji eşîra qedîm a Pervezê ya dilsozê nirxên neteweyî û xwedî hişmendiya Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber karakterê welatpareziya xurt a malbatê û derdora lê bû, li gorî cewher, ziman û koka xwe ya çandî mezin bû. Hevrêyê me 5 salan li dibistanên rejîma Îranê xwend, di dema xwendinê de polîtîkayên dewleta Îranê yên li hemberî gelê me zû fêhm kir. Ji ber aciziya perwerdeya yekperest a ku li dibistanên sîstemê dihate dayin dest ji dibistanê berda û ji bo tevkariyê li aboriya malbata xwe bike şivantî kir. Hevrêyê me ku li nava malbateke kedkar û welatparêz mezin bû, pîrozbahiya kedê zû fêhm kir û li pêşberî zor û zehmetiyên jiyanê bû xwedî îradeyeke berxwedêr.
Hevrêyê me Rênas di sala 2007’an de şens bi dest xist ku tevgera me ya azadiyê nas bike û beriya ku beşdarî nava refên gerîla bibe li nava têkoşîna azadiyê ya gelê me karên milîstiyê kir. Hevrêyê me zanîbû ku ji bo her karî pêwîstî bi dîsîplîneke kûr û nepenîtiyê heye, lewma bi hesasiyeteke mezin, bi berpirsyarî û hişmendiya şoreşgerî nêzîk bû. Sekna bi rûmet, uslûba di nêzîkatiya li gel de û sohbetên hevrêtiyê yên milîtanên Apoyî gelekî bandor lê kir. Ji bo karibe li dijî zexta koletiyê ya sîstema mêtingeriyê beşdarî nava refên gerîla bibe kete nava lêpirsîneke kûr. Hevrêyê me ku heyranê taybetmendiya derwêşane ya jiyana gerîla û sekna çiyayên azad bû, pê hesiya ku tenê bi beşdariya li nava refên şoreşê dikare bersiveke heqîqî bide lêgerînên xwe.
Hevrêyê me Rênas dema ku manewiyata bilind û îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo nas kir, ev yek bi derdora xwe re jî parve kir. Bi xwişka xwe ya gelekî jê hez dikir kete ser rêya azadiyê û gihîşt armanca xwe ya gerîlabûyînê. Li ser vê bingehê di sala 2009’an de di ser Merîwanê re li gel xwişka xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê û îdeolojîk li qada Qendîlê dît. Bi bandora têkiliyên hevrêtiyê yên pak û ji dil ên gerîla, rêbaza jiyana komînal û heybeta çiyê di demeke kurt de bi jiyana çiyê re bû yek. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketineke mezin qedand, careke din li qada Qendîlê beşdarî karên pratîkî bû, ji bo tiştên di perwerdeyê de dît bixe meriyetê gelekî hewl da, ked da. Li dû pratîka ji du salan a li Qendîlê bi armanca kûrbûna leşkerî û îdeolojîk beşdarî perwerdeyên li Akademiya Şehîd Îbrahîm bû. Di demeke kurt de ji aliyê teorîk û pratîkî ve gelekî bi pêş ve çû û li qada îdeolojîk û leşkerî xwe kûr kir, weke milîtanekî Apoyî yê şareza xwe perwerde kir. Ji bo bibe fermandarê gerîla bi gavên ji xwe bawer meşiya.
Ji bo gelê me yê Êzidî yê li Şengalê biparêze, ku di bin zexta qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê de bû û ji bo bicihanîna berpirsyariya xwe ya dîrokî, li ser banga seferberiyê ya Rêber Apo israr kir ku derbasî qada Şengalê bibe. Piştî pratîka serketî ya ji 4 salan a li Qendîlê berê xwe da Şengalê û li vê derê cih girt. Li refên herî pêş beşdarî gelek çalakî û pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bû. Wezîfeyên xwe yên şoreşgerî yên ji bo parastina Şengalê bi fedakarî û wêrekiyeke mezin bi rengekî hêja bi cih anî. Piştî ku mîsyona tevgera me ya li Şengalê temam bû, hevrêyê me vegeriya Herêmê Parastinê yên Medyayê. Tecrûbeyên xwe yên dewlemend ên leşkerî yên di dema şer de bi dest xist, xwest ku di pratîka li hemberî êrişên tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me û qadên me yên azadiyê bixe pratîkê.
Li ser vê bingehê derbasî qada Heftanînê bû û li vê derê tevlî nava berxwedana destanî bû. Li herêma Heftanînê pratîka herî zehmet li ser xeta fedaîtiyê bi serketî temam kir û mîsyona xwe ya pêşengiyê hem li nava şer hem jî li nava jiyanê bêkêmasî bi cih anî. Fermandarî ji tîm û yekîneyê re kir, weke gerîlayekî pêşeng xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derket û cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Hevrêyê me Rênas li Qendîl, Şengal, Heftanîn û herî dawî jî li Metînayê bi tevlîbûna xwe ya bênavber di asta herî şareza de bersiv da bendewariyên şoreşgerî yên demê û mîrateyeke mezin a bi rûmet li pey xwe hişt ku li nava refên têkoşînê neyê jibîrkirin. Ji Zapê heta bi Metînayê li dijî mêtingeriyê cihê xwe li refên herî pêş ên berxwedanê girt û bû nîşaneya herî şênber a milîtaniya Apoyî.
Hevrêyê me Rênas Botan ku bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta serketinê, bi pratîka xwe ya serketî û tawîznedana ji jiyana Apoyî dihate naskirin, 18’ê Gulana 2020’î li qada Metînayê di êrişeke dijmin de bi lehengî li ber xwe da û gihîşt asta şehadetê, tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêyê me ku bi dirûşma Kurdistana Azad Rêbertiy Azad kesayetiya serketinê ji xwe re kir esas, bi dilsoziya xwe ya xurt a ji nirxên azadiyê û hevrêtiya xurt û ji dil, weke milîtanekî pêşeng cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt. Weke hevrêyên wî, di şexsê Şehîd Rênas de em soza serketinê ya ku dane hemû şehîdên xwe dubare dikin û dibêjin, em ê her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Li ser vê bingehê di serî de malbata wî ya welatparêz a ji eşîra Pervez a qedîm a Merîwanê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Dewam dike…








