Wezareta Neftê ya Iraqê derbarê destpêkirina hinardekirina neftê ya di rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê re û rêjeya ku di destpêkê de tê hinardekirin de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku proseya şandina nefta xav a di rêya boriya kevn a di navbera Iraq û Tirkiyeyê re dest pê kiriye.
Hat destnîşankirin ku di qonaxa destpêkê de rojane 120 hezar bermîl neft di rêya vê boriyê re tê şandin û biryare di dema pêş de qonax bi qonax hêza hinardekirinê bê zêdekirin, heta ku di rojê de bigihîje asta 500 hezar bermîl neft.
Wezaretê xebitandin û vegera vê boriyê ya di nav proseya hinardekirinê wekî “gaveke stratejîk” bi nav kir û ragihand ku ev kar dê bibe sedema xurtkirina hêza Iraqê ya di warê hinardekirina neftê de û her wiha dê ji bo pirrengkirina deriyên firotina nefta welat bibe alîkar.
Hat destnîşankirin ku çalakkirina vî deriyî dê bibe çavkaniyeke girîng ji bo dabînkirina dahata darayî ya zêdetir û piştgirîkirina aboriya Iraqê.

