Ciwanên ji Til Temir û Zirganî bi daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî, parastina mafê gelê Kurd û şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke meşaleyî organîze kir.
Meş ji Çerxerêya Kehrebê ya Til Temirê dest pê kir, li tevahî kolanên sereke geriya û heta bi rêya gişt ya Til Temir-Serêkaniyê çû. Li wir meş veguherî mîtîngê.
Di kombûyînê de li ser navê ciwanan Beyan Hisên daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bal li ser pêwîstiya tesbîtkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de hat kişandin.
Di dewama daxuyaniyê de girîngî ji bo misogeriya mafê zarok û xwendekaran a hînbûna bi zimanê dayikê hat dayîn û banga pêkanîna gavên zimanê Kurdî diparêzin û di saziyên hînbûyînê de fermî de hat kirin. Di heman demê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin.
Ev çalakî, di çarçoveya rêzeçalakiyên li herêmê bi armanca misogerkirina mafên zimanî û çandî yên gelê Kurd, tesbîtkirina naskirina destûrî ya zimanê Kurdî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de hat lidarxistin.

