Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete anî ziman ku nirxên dilxwazî, wekhevî, parvekirin û piştevaniyê yên baweriya Elewiyan bingeha civaka demokratîk e û got, “Berpirsyariya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê, ne tenê aştiyê biparêze.”
Endama Komeleya Jinan a Star Pinar Kûtevî bal kişand ser cureya tundiyê û qetilkirina jinan ên li bajarên Serhedê yên zêde dibin û diyar kir ku ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin.
Hevseroka Şaxê Hejmara 2’emîn a Amedê ya Sendîkaya DÎSK Genel-Îşê Sabahat Sever diyar kir ku xizaniya jinê bi karê bêyî ewlehiyê û keda lênêrînê ya bê berdêl girantir dibe û işaret bi girîngiya serxwebûn aboriyê ya jinan kir.
Dr. Toros Korkmaz anî ziman ku Tirkiye li şûna tifaqên leşkerî divê pirsgirêka Kurd çareser bike û got, “Eger Tirkiyeyê karîbûya xwe demokratîk bikira, neçar nedima ku bikeve binê ewqas berpirsyariyên leşkerî ku dibe ku berdêlên xwe giran be.”
Parêzer Bêrîvan Çelik ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Evîn Zapsu giran bûye ku kansera malzarokê ya asta çaremîn lê hatiye teşhîskirin û got, “Zikê wê gelekî werimî ye. Eger bi lez neyê dermankirin wê bikeve nava rewşeke gelekî zehmet.”

