Hikûmeta Taylandê, ji bo ku ava vexwarinê bide zêdetirî 20 hezar xaniyên ku ji qirêjiya arsenîkê ya li eyaleta Cihiang Rai ya li sînorê Myanmarê bandor bûne, xebat da destpêkirin. Serokwezîr Anutin Charnvirakul şeva Sêşemê ferman da saziyên eleqedar ku çavkaniyên avê yên alternatîf peyda bikin kalîteya ava vexwarinê ji nêz ve kontrol bikin.
Ava vexwarinê ya 14 gundên li herêma Mae Sai ya li nêzî sînorê Myanmarê, li gel lêkolînên di destpêka mehê de hate diyarkirin ku asta arsenîkê gelekî zêde bûye û ava herêmê hate qutkirin. Rayedaran ji bo dabînkirina ava vexwarinê du tankerên avê şandine herêmê.
SEDEMA QIRÊJIYÊ MADENÊN LI MYANMARÊ NE
Lêkolînerên Zanîngeha Naresuanê diyar kirin ku sedema qirêjiya avê madenên zêrî yên li Myanmarê ne.
Wezîrê Karên Derve yê Taylandê Sihasak Phuangketkeow hefteya borî seredana Myanmarê kir û li wir got ku qirêjiya Çemê Sai gelekî zêde bûye. Sihasak Phuangketkeow diyar kir ku sedema qirêjiya avê kiryarên madenvaniyê ye û anî ziman ku divê tavilê ev pirsgirêk were çareserkirin.

