Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpê kir, peyamên piştgiriyê yên navneteweyî dewam dikin. Fîlozofê Emerîkî John David Caputo jî piştgirî da kampanya navneteweyî ya ji bo bangê.
Caputo di peyama xwe de ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re şand, hêviya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi van gotinan anî ziman:
“Hêviya min ew e ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dewam dike van pîvan û rêgezan bipejirîne: Cihêrengî yekîtiyeke hîn kûr xwedî dike; civakeke rasteqîn bi hûnandina têkiliya navbera cihêrengiyan ava dibe; aştiya heqîqî jî berhema edaletê ye.”
JOHN DAVID CAPUTO KÎ YE?
John David Caputo ku sala 1940’î ji dayik bû felsefevanekî olî û fîlozofê Emerîkî ye. Yek ji kesayetên girîng ên felsefeya parzemîna hemdem e. Bi taybetî bi karên xwe yên li ser teolojiya radîkal, hermenutik û fikrê dekonstruksiyonê ya Jacques Derrida tê naskirin.
Caputo ku ji nûnerên sereke yên nêzîkatiyên radîkal hermeneutik û ‘teolojiya lawaz’ (weak theology) ye, li Zanîngeha Villanova û Zanîngeha Syracuseyê profesorî kir.
Berhemên xwe yên sereke bi vî rengî ne: Radical Hermeneutics (1987), The Weakness of God: A Theology of the Event (2006) û The Insistence of God: A Theology of Perhaps (2013).

