Çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza girtiyên nexweş û gihiştina mafê tenduristiyê malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 2an de berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes jî ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn.
Çalakiya Nobedê piştî daxuyaniyê heta seat 16an berdewam kir. Di çalakiyê de navên girtiyên nexweş hat xwendin û girsê bê navber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir.
Pişt re jî bi daxuyaniyeke rûniştina îro bi dawî bû. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş li ser bû û li ser “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” dinivisî hat vekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku wî serdana girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê kiriyê û wiha axivî: “Girtiyên jin silavên xwe ji nobedê re şandin. Min bi Evîn Zapsu re hevdîtin kir. Ew kîlo winda dike û nikare merdivenan hilkişe. Rewşa wê giran e. Sedema nexweşiya wê îhmala girtîgehê ye. Ew îhmalên heta niha hatine kirin niha şûn vê teşebusa kuştinê ye. Raporên Evîn Zapsu di destê rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê ne. Divê Evîn Zapsu demildest bê berdan. Heke tiştek bibe berpirs Wezareta Dadê ye. Girtî dibêjin em destûr nadin Evîn Zapsû li ber çavê me jiyana xwe ji dest bide. Em jî destûr nadin hevalên me girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî diyar kir ku wî weke hekîm teşhisên girtiya nexweş Newroz Bozkurt lêkolîn kiriye û wiha got: “Newroz Bozkurt rastî îhmaleke mezin hatiye. Ew çawa îhmal e. Ez weke hekîmek dibêjim; ew îhmaleke demdirêj e. Zilmeke mezin e. Îhmaleke wisa çawa dibe. Ew çawa zilm e. Ew dayik çawa negirî. Em qebûl nakin. Em wezîrê dadê vedixwînin ku karê xwe rast bike. Navê wî wezîrê dadê ye lê bixwe zilmê dike. Em vê qebûl nakin û sibe jî li vir in.”
Piştî axaftinan rûnistina îro bi dawî bû û çalakî sibe dê di seat 14an de berdewam bike.

