Ji ber pêşketina nexweşiya kronîk lenfosîtîk losemî (KLL) a Newroz Bozkurt a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin, parêzerê wê 12’ê Cotmehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û daxwaz kir ku muwekîla wê sewqî Saziya Tiba Edlî were kirin û înfaza wê were taloqkirin.
Tevî 43 roj li ser serlêdanê derbas bûne jî, dozgeriyê hîna bersivek nedaye.
Tedawiya Newroz Bozkurt a 14’ê Mijdarê hatî rakirina nexweşxaneyê, dewam dike.

