Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî her cûre fitne û xerabiyan em ê yekîtiya xwe xurt bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Dogû Ergîl: Lİ Tirkiyeyê lêgerîna li pergaleke nû destpê kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em ê bi pêşengiya ciwanan şoreşa jinê pêk bînin!
Jin

PAJK: Em ê bi pêşengiya ciwanan şoreşa jinê pêk bînin!

PAJK'ê şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê got, “Em pêşengên hêja yên tevgera xwe ya ciwanan a Apoyî hevrê Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi minet bi bîr tînin. Şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HEVRÊ BÎŞENG MEŞALEYA ŞOREŞÊ LI REFÊN PÊŞ HILDA

PAJK’ê diyar kir ku Bîşeng lêgerîna xwe ya azadiyê bi tevgera ciwanên şoreşger destpê kir, bi tevgera Apoyî dewam kir, meşaleya şoreşê her tim li refên pêş hilda û got, “Bû milîtaneke pêşeng a bijartî. Li dijî asîmîlasyon, dagirkerî û mêtingeriyê bû îradeya azadiyê û soza serketinê ya ciwanên Kurdistanê. Bi vê baweriyê sînorên mêtingeriyê nas nekir, li her qada Kurdistanê li bajar, çiya, karên şoreşgerî bi kelecan û biryardariyeke mezin meşand. Felsefeya Rêber Apo gihand ciwanên Kurdistanê, têgihiştina azadiya jinê belav kir. Bi giştî ciwanên Kurdistanê, bi taybetî jî jin ên ciwan bi rêxistin kir, perwerde kir û rakir çalakiyê. Li dijî polîtîkayên netewe dewlet ên mêtinger û sîstema kapîtalîst ên ji bo dejenerekirina ciwanan, bêîrade û koçberkirina ciwanan bû ziman û çalakiya şoreşê. Li dijî êrîşên dijberiya şoreşê, rizgariya ciwanên Kurdistanê di nava şoreşê de dît, bû xwedî ked û têkoşîneke bênavber. Bû pêşenga jin, ciwan û gel. Hevrê Bîşeng a bi ruhê bilind, mirova kedê, tevî têkoşîna xwe ya li nava tevgera ciwanên şoreşger, li nava Tevgera Jinên Kurdistanê jî xwedî rol û mîsyonê bû. Di pêşvebirina têkoşîna jinê de bi berpirsyarî rabû û nirx afirand. Bi kûrbûna xwe ya li ser hişmendiya PAJK’ê, bi rêbaza xwe ya jinê ya PAJKbûyî pêşengî ji partiya me re kir. Di mezinkirin û bicihanîna tevgera şoreşger a jin ên ciwan de bi rola navendî rabû. Gelekî ji şoreşê û hevrêyên xwe hez kir. Lehiya coşê bû, sembola baweriyê bû, hêza çareseriyê bû. Ji bo fêhmkirin û bicihanîna Rêber Apo gelekî hewl da. Hevrêya me Bîşeng tevî temenê xwe yê ciwan yek ji wan kesayetan bû herî baş fêhm kir.”

HESRETA HEVRÊ SARA YA GERÎLA JI BO CIWANÊN KURDISTANÊ WASIYET E

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Hevrê Sara Hogir Riha ku bi cewhera welatparêziyê ya Rihayê mezin bû, li ser şopa Sakîne Cansizan tevlî nava têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî. Ruhê xwe yê ciwantiyê li her derê nîşan da, bi sedan hevrêyên xwe li ser xeta Rêber Apo perwerde kir, hevrêtî kir, bi dilnizmî, kedkariya xwe bû xwedî tevlîbûneke pêşeng. Hevrê Sara jî mîna hevrê Bîşeng her tim xwest ku weke gerîlayeke azadiyê tevlî şoreşê bibe. Armanca xwe ya herî mezin jî di serî de Bakur li hemû çiyayên Kurdistanê weke gerîlayekê şerê azadiyê bike. Mîna hevrê Bîşeng hesreta wê ya gerîla ji bo ciwanên Kurdistanê wasiyet e. Soza ciwanan a ji bo bicihanîna soza hevrêyên me yên şehîd ew e ku tevna sîxuriyê ya dijmin ji Kurdistanê bê avêtin, li dijî faşîzmê têkoşîn bê mezinkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê meşandin.

Eşkere ye ku bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku li ser bingeha hilanîna tola Bîşeng û Sarayan refên şoreşê xurt bikin, 8’ê Adarê, Newrozê pêşwazî bikin, pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinan li Wanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî dan û meşiyan
Nûçeya Pişt re ‘Stûna sereke ya şoreşê ziman e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

sHevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Bînbîr: Biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê divê bêne rakirin

Parêzer Mehmet Zekî Bînbîr nerazîbûn nîşanî biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê da û got, "Eger…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdê QSD’ê Umran Hol li Hesekê hate veşartin

Şervanê QSD'ê Umran Hol (Ferhan Wêso El Hemod) ê şehîd bû, li Hesekê bi merasîmeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?