Jinên ku di nava Şoreşa Rojava de bi erka pêşengiyê rabûn, ne tenê li qada leşkerî, her wiha li her qada jiyanê bûne pêşeng ji civakê re. Li her bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ji çeteyan û hêzên piştevanên wan hate rizgarkirin, destpêkê rêxistiniya xweser a jinan pêk hat. Di vê çarçoveyê de li her bajar, navçe û bajarokan Maleke Jinê ava bû. Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de em ê qala pêvajoya avabûna Malên Jinê li 7 kantonên Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.
KANTONA CIZÎRÊ
Di 20’ê Adara 2011’an de li Qamişloyê bi 3 jinan, sala 2011’an li Amûdê bi 4 jinan, sala 2012’an li Tirbespiyê bi 8 jinan, 1’ê Çileya 2012’an li Dêrikê bi 8 jinan, Tebaxa 2012’an li Çilaxayê bi 15 jinan, sala 2013’an li Rimêlanê bi 4 jinan, 15’ê Çileya 2012’an li Girkê Legê bi 3 jinan (Sala 2018’an Stargehên Jinê yên Rimêlan û Girkê Legê bûn yek), 2’ê Sibata 2014’an li Til Koçerê bi 2 jinan, sala 2015’an li Til Hemîsê bi 2 jinan, sala 2017’an li Til Beraqê bi 5 jinan, sala 2011’an li Hesekê-Salihiyê bi 10 jinan, 1’ê Çileya 2014’an li Hesekê-Til Hecerê bi 4 jinan (Sala 2018’an Stargehên Jinê yên li Salihiyê û Til Hecerê bûn yek), sala 2011’an li Til Temirê bi 5 jinan, sala 2016’an li Şedadê bi 5 jinan, sala 2017’an li Holê bi 5 jinan, 1’ê Çileya 2019’an li Kampa Erîşê bi 5 jinan, 1’ê Kanûna 1019’an li Kampa Waşokanî bi 4 jinan, sala 2020’î li Kampa Serêkaniyê bi 4 jinan, 19’ê Çileya 2022’an li Kampa Newrozê bi 5 jinan (Piştî dagirkeriya dewleta Tirk li kampan Malên Jinê hatin avakirin) bi giştî li Kantona Cizîrê 21 Malên Jinê hatin avakirin. Her wiha li 51 bajarokan kar dikin.
MALÊN JINÊ YA SURYAN A EŞTARÛTÊ
Bi Şoreşa Rojava re jinên Suryan yekemcar malek ji xwe re ava kirin û xweseriya xwe parastin. Pirsgirêkên xwe di astekê de bi rêya dêr û keşîşan çareser dikin. Di vê çarçoveyê de bi 5 jinan di sala 2019’an de li Hesekê Maleke Jinê, bi 5 jinan di 28’ê Îlona 2019’an de li Qamişloyê Maleke Jinê ava kirin.
Li Kantona Cizîrê niha 22 Malên Jinê hene ku bi 155 jinan dixebitin.
KANTONA FIRATÊ
KOBANÊ
Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de ava bû. Yekemîn saziya jinê ya li Kobanê ava bû, Mala Jinê bû. Hejmara jinên ku tevlî karên Mala Jinê dibin bi giştî 34 kes e. Li ser vê bingehê Komîteya Dîplomasiyê, Komîteya Lihevkirinê, Komîteya Aboriyê, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Edaletê û Komîteya Danasîna Stargeha Jinê ji Civakê re, her yek ji wan ji 3 kesan pêk tê. 24 jinên ku tevlî karên Mala Jinê dibin, gund bi gund, mal bi mal digerin, li ser encamên neyînî yên zewaca zarokatiyê, tundiya li jinê, bandora neyînî ya pir zewacê li ser ciwanan semîneran lidar dixin.
GIRÊ SPÎ
Girê Spî di Hezîrana 2015’an de ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin. Mîna li kantonên din li vê derê jî karê jinûve avakirinê bi lez destpê kir. Mala Jinê ku li navenda Girê Spî bi coş hate avakirin, bi rengekî tam û bêkêmasî kar kir. Bi 4 jinan di sala 2015’an de li navçeya Silûkê, bi 4 jinan di 25’ê Gulana 2016’an de li Eyn Îsayê, heman salê li Cirin û Hişê Malên Jinê hatin avakirin. Di encama êrîşên dewleta Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an de dawî li karên Malên Jinê yên li Girê Spî û Silûkê hat. Mala Jinê çû kampa Til Semelê. Li Kantona Girê Spî ji ber hesasiyet û taybetmendiyên olî, xala qanûna pir zewacî nekarî bikeve meriyetê. Têkoşîna ji bo guhertina mejiyê feodal dewam dike. Mala Jinê ya ku ji aliyê 4 jinan ve hate avakirin li Eyn Îsayê kar dike.
Li Kantona Firatê niha 13 Malên Jinê hene ku bi 33 jinan kar dikin.
KANTONA EFRÎN-ŞEHBAYÊ
Li gel hebûna rejîma Sûryeyê Mala Jinê bi 7 jinan di sala 2011’an de destpê kir. Ji ber hebûna dewletê karên xwe nîv bi nîvî bi veşartî dimeşand. Di sala 2013’an de li Raco, Bilbilê, Şiyê, Cindirêsê, Mabata, Şera û Şêrawayê Mala Jinê bi rengekî fermî ava bû. Her gavê bi xwe re zor û zehmetî jî anî. Li Efrînê rabûna li ber mejiyê feodal li pêş bû. Destpêkê Mala Jinê xwe li ser bingeha komîteyan bi rêxistin kir. Di serî de pir zewacî û zewicandina di temenê zarokatiyê de li hemberî pirsgirêkên civakî kampanyayek da destpêkirin. Mala Jinê li tax û gundan semîner lidar xist, nîqaş kir.
Di sala 2016’an de li Til Rifetê Mala Jinê ava bû. Jinan li vê derê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî dest bi kar kirin. Ji aliyekî ve pirsgirêkên civakî çareser kirin, li aliyê din jî çanda demokratîk, pîvanên malbata demokratîk û wekheviya jin û mêr dinirxandin, li ser rê û rêbazên bicihanîna van pîvanan disekinîn. 18’ê Adarê piştî dagirkirina Efrînê karên xwe li Kantona Efrîn-Şehbayê dewam kir.
Li Efrîn-Şehbayê niha 8 Malên Jinê hene ku bi 45 jinan kar dikin.
KANTONA MINBICÊ
Mîna gelek bajaran Minbic jî demeke dirêj di bin kontrola DAÎŞ’ê de bû. Li Minbicê ku 15’ê Tebaxa 2017’an rizgar bû, di 25’ê Mijdara 2016’an de bi 10 jinan Mala Jinê ava bû. Ji ber ku mejiyê baviksalar û olî li Kantona Minbicê serwer e, qanûna li dijî pir zewacî û qanûna li hemberî zewicandina di temenê zarokatiyê de nayê qebûlkirin. Ji bilî van Qanûna Jinê bi hemû hukmên xwe di meriyetê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkên jinê û malbatê de Mala Jinê bi aştî û edaletê dixebite. Li Minbicê ku bajarekî pir rengî ye Mala Jinê jî wê rengîniyê diparêze. Di Meclîsa Jinê de nûnerên hemû gelan hene. Jinên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, ji bo pêşvebirina civakeke nû mil bi mil dixebitin.
Li Kantona Minbicê niha 4 Malên Jinê hene ku bi 19 jinan kar dikin.
KANTONA REQA Û TEBQAYÊ
Di 19’ê Tîrmeha 2017’an de li Tebqayê Mala Jinê ava bû. Li Mala Jinê ku 61 jin lê hene, ji bo her jinekê bernameyeke kurt a perwerdeyê hate dayin. Li Tebqayê gelek hukmên Qanûna Jinê derbas nabin. Bi rêya Mala Jinê pirsgirêk diçe ber destê dadgeriyê.
Li Reqayê ku di 20’ê Cotmeha 2017’an de ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, di 11’ê Cotmeha 2018’an de Mala Jinê ava bû. Li Reqayê ku 21 Malên Jinê hene, mafên jinan têne parastin. Li Rqayê gelek hukmên Qanûna Jinê derbas nabin. Bi rêya Mala Jinê pirsgirêk diçin ber destê dadgeriyê.
Li Reqa û Tebqayê niha 4 Malên Jinê hene ku 38 jin lê dixebitin.
KANTONA DÊRAZORÊ
Di sala 2017’an de li Cezratê bi 15 jinan Mala Jinê hate avakirin. Mala Jinê ku ji ber hebûna DAÎŞ’ê gelek zor û zehmetî kişand, di bin gef û êrîşê de dest bi kar kir. Ji ber ku mejiyê baviksalar hîn serwer e, hukmên Qanûna Jinê li Dêrazorê nikare bêne bicihanîn.
Li Kantona Dêrazorê niha Maleke Jinê heye ku 13 jin lê dixebitin.
SIBE: Ji Mala Jinê ber bi Meclîsa Edaletê ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve.