Piştî ku Meclîsa gundê Borik di 10’ê Adarê de hat ragihandin, Komîteya Xizmetguzariyê zend û bend ba da û dest bi xizmetê kir.
Weke gava ewilî jî pêngava paqijkirina gund dest pê kir. Sergoyê ku ev 2 sal in nayê rakirin û gefê li tenduristî û jiyana mirovan dixwe, ji aliyê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsê ve tê rakirin.
Hevserokê Meclîsa gundê Borikê Hisên diyar kir, ku wan li ser daxwaza gel dest bi pêngava paqijkirina gund kirine û got, “Me Meclîsa xwe meha Adarê ava kir. Bi alikariya xizmetguzariya Giştî me sergoyê li nava gund avêt derve. Ji ber ku havînê hewa germ dibe û ev sergo rê li ber nexweşiyan vedike, li ser daxwaza gel me dest bi paqijiyê kir. Em ê di dema dema pêş de jî hîn bêhtir xizmetê ji gelê xwe er bikin û pirsgirêkên gundê xwe çareser bikin. Çi derfetên me hebin em ê ji bo xizmeta gelê xwe seferber bikin. Ev pêngava me ya yekemîn e û em ê bi vê meclîsa xwe hemû pirsgirêkên gundê xwe çareser bikin.”
Berpirsê Komîteya Xizmetguzariyê ya gundê Borikê Heyder Reşo jî destnîşan kir, ku wan beriya niha projeya çareserkirina ava gund dabû destpêkirin û niha jî ya paqijkirina gund dane destpêkirin. Reşo got, “Li gundê me de sergoyekî ji salan kom bûye. Me jî wekî xizmetguzarî ev yek weke erka xwe dît û me sergoyê hundirê gund avêt derve. Ji bo ku nexweşî çênebe. Em bang li gelê xwe dikin; bila derdor qirêj neke, her kes gemara malê li ber derî kom bike û em jî wekî xizmetguzarî wesayîta paqijkirinê bînin wê gemarê bibin. Ji bo ku êdî bes gundê me qirêj bibe. Wekî xizmetguzarî çi bikeve ser milê me em ê ji bo gelê xwe pêk bînin. Her wiha ji bo ku em hewcedarî derve nebin êdî em bi xwe pirsgirêkên gundê xwe çareser bikin.”
Reşo der barê projeyên dema pêş û pêwîstiyên gel de got, “Niha li gundê me pirsgirêka av û rê heye. Em ê di dema pêş de wan jî çareser bikin.”