Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl piştî ku bi awayeke fermî dest bi erka xwe kir, di 19’ê Sibatê de serdana xwe ya yekem ji bo Şengalê kir û li gel rayedarên leşkerî yên artêşa Iraqê, saziyên fermî û kesayetên naskirî yên Şengalê re civiya. Walî Ebdûlqadir Dexîl di daxuyaniya xwe ya ji bo ragihandinê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî, siyasî û civakî yên Şengalê îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir. Piştî vê serdanê di civîna Meclîsa Parêzgeha Mûsilê de, PDK’ê endamê encûmenê Faris Birîvkanî da îstîfakirin ji bo karibe li ser Şengalê xwedî mafê gotin û biryarê be, endamekî xwe yê Şengalî xist şûna wî. Bi van geşedanên dawî re, rewşa îdarî ya Şengalê car din bû rojeveke bingehîn a herêmê.
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî serdana Waliyê Mûsilê ya Şengalê, rewşa siyasî ya li herêmê, hewldanên rojevkirina Peymana 9’ê Cotmehê û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ANF’ê re nirxand.
Hisên Hecî bi bîr xist ku Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl li Şengalê serdana Firqa 20’an a artêşa Iraqê kiriye û derbarê vê serdanê de ev nirxandin kir: “Hatina walî ya Şengalê ji bo hevdîtina hin kesayaten bû, ji aliyê protokola dewletê ve ne serdaneke fermî bû. Ev serdan, ji bo hevdîtina hin sazî û kesayetan û guhdarkirina nêrînên gel bû.”
‘JI BO GUHERÎNA ÎDAREYA ŞENGALÊ GOTINA DAWÎ YA GEL E’
Hisên Hecî destnîşan kir ku di axaftinên xwe de Waliyê Mûsilê behsa guhertina îdareya Şengalê kiriye û wiha berdewam kir: “Di daxuyaniyên xwe de îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir. Rojeva guherîna îdareya Şengalê tiştekî normal e. Encûmena Meclîsa Mûsilê dema dewra wî xilas bû, hin guherînan bi xwe re tîne. Lê ji bo guherîna îdareya Şengalê, gel xwedî biryarê ye. Dema Encûmena Meclîsê ji bo hin erk û rayeyan kes destnîşan kirin, wê demê raya dawî raya gelê Şengalê ye. Raya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye. Eger di navbera Bexda-Mûsil û Şengalê de tiştek li ser Şengalê were ferzkirin ew tişt nayê qebûlkirin.”
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî îşaret pê kir ku li Iraqê li her nahiye, navçe û wîlayetê gelê herêmê berpirsyarên xwe diyar kirine û derbarê erkdarkirinên li Şengalê ev hişyarî kir: “Ji bo Şengalê herdem li ser me hilbijartin çêdikin, ferz dikin û tînin ser me. Ev kesên têne erkdarkirin berjewendiyên aliyên siyasî dimeşîne. Vê demê ev nayê qebûlkirin.”
‘DEWLET FAM KIRIYE KU BÊYÎ ÎRADEYA ŞENGALÊ ÎDAREYA NÛ NABE’
Hisên Hecî da zanîn ku beriya niha ji bo îdareya Şengalê pirî caran li ser Şengalê ferzkirin çêbûne û ev mînak dan: ‘’Hatina artêşa Iraqê ya Şengalê, Peymana 9’ê Cotmehê hemû li hemberî Şengalê derketin, lê Şengalê îradeya xwe anî ser ziman. Parastina xwe kir, derfet neda hin aliyan ku careke din vegerin Şengalê û gelê me kole bikin, Şengalê bêbawerî û bêhêz bikin. Dewleta Iraqê jî fam kir ku bêyî îradeya gelê Şengalê îdareyek nayê avakirin. Îdareya Şengalê wê ji xelkê Şengalê be. Îdareya Şengalê wê bi biryara gelê Şengalê be. Gelê Şengalê ne li dijî ti kesî ye lê ya girîng ew kes soz bide ku ji bo Şengalê kar bike, soz bide ji Ezdatiyê re kar bike. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tifaqa hêz û pêkhateyên Şengalê li dijî vî tiştî derneketine.”
‘WALIYÊ MÛSILÊ JÎ NIKARE PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ PÊK BÎNE’
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku Peymana 9’ê Cotmehê hesabeke siyasî bû li ser Şengalê û derbarê hewldanên zindîkirina vê peymanê wiha şîrove kir: “Gelê Şengalê û gelên Deşta Nînowayê bi yek dengî li dijî vê derketin û gotin em vî tiştî li ser xwe qebûl nakin. Ev peyman ji 9’ê Cotmeha 2020’an heya roja me ya îro pêk nehat. Kesekî ku berpirsyarê Mûsilê ye dema behsa vê peymanê bike, em vê tiştê layiqî wî nabînin. Tiştekî ku bergehê wê çûye tu ji nû ve bixî rojevê de ev li ser hêza wî ye. Ewqas hêzên herêmî û navnetewî, hikumeta Iraqê nekarîn pêk bînin, li gor nêrîna min Waliyê Mûsilê jî nikare pêk bîne.”