Ev cejna ku yek ji kevneşopiyên kevnar û girîng ên Kurdên Yaresan e, piştî sê roj rojî hat lidar xistin. Di nava kesên ku beşdarî cejnê bûn de welatiyên gundê Toşamî, welatiyên ji bajarên cuda yên parêzgeha Kirmaşanê û mêvanên ji Qezwîn, Kelardeşt, Hamedan û ji bilî civaka Yaresan gelek kes ji bajarên Pave, Javanrud û Merîwanê jî beşdar bûn.
Jin û mêr bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn, piştî rêzgirtinê ji hemû beşdaran re wek bereket xwarin hat dayîn. Mêvan li ser sifreya Siltan Îshaq Xavankar rûniştin û xwarina xwe xwarin. Taybetmendiya herî girîng a cejnê ew e ku her kêlî bi awayekî kolektîf tê amadekirin.
Ev cejna ku berxwedana Siltan Îshaq û hevrêyên wî yên li dijî dagirkeran tîne bîra me navê wî jî heye û li gorî hin agahiyan behsa “Xavankarê” Sultan Îshaq ku vejîna wî bûye, tê gotin. Ev nav tê wateya kar û debar, xwediyê rizqê.
Koka vê peyvê ji wê baweriyê ye ku di rêûresma Yaresan de, nêrîna Sultan Îshaq ji bo kar û jiyana mirovan çavkaniya pirbûna kar û jiyana mirovan tê dîtin û divê mirov serî li wî bidin da ku di karê xwe de li tenduristî û xebatê bigerin û debara xwe zêde bikin.
Ji ber vê sedemê jê re dibêjin Xavankar ku di Kurdî de navekî hevedudanî ye û ji du peyvan pêk tê. Peyva yekem xavan e ku tê maneya xwedan, beşa duyem jî kar bi Farisî tê maneya qezêncê.