Polîsan êrîşî pîrozbahiya 8’ê Adarê kir ku pîrozbahî li ser banga jinên Zanîngeha Stenbolê û LGBTI+’yan hate lidarxistin.
Jin û xwendekarên LGBTI+ ku bi sloganan ji bînaya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Stenbolê derketin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Xwendekaran bi dirûşmeyên weke ; ‘Em xwe bêdeng nakin, em natirsin, em îtaet nakin’, ‘Bijî serhildan û bijî azadî!’ dorpêça polîsan protesto kir. Gelek xwendekar li tûşî tundiya polîsan bûn û hatin binçavkirin û çapemenî bi zorê ji qadê hate dûrxistin.