Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ewil ew ê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > AKP’ê bi destê qeyûman êrîşî jinên Kurd kir
Rojane

AKP’ê bi destê qeyûman êrîşî jinên Kurd kir

AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser destketî û hebûna jinên Kurd. Li gel girtina saziyên jinên Kurd her wiha navendên jinan jî kirin daîreyên zewicandinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di dema AKP’ê de zexta li dijî Kurdan û binpêkirina mafên mirovan bênavber dewam kirin. AKP berevajî daxuyaniyên xwe yên li ser azadiya ji bo Kurdî, di nava 22 salên desthilatdariya wê de zextên li ser çand û zimanê Kurdan kêm nebûn.

Desthilatdariya AKP’ê bi taybetî êrîş bir ser çand û zimanê Kurdan, polîtîkayên asîmîlasyonê û pêkanînên muhendîsiya civakê ya ji Îttîhat Terakkî wergirtî, dewam kir. Tîpên X, Q, û W ên di alfabeya Kurdî de qedexe kir, Kurdî bi israr weke ‘zimanê nayê zanîn’ pênase kir, gava herî mezin a asîmîlasyonê di hilbijartinên xwecihî de li şaredariyên ku ketin destê Kurdan, bi rêya qeyûman avêt.

Desthilatdariya AKP’ê girîngiya asîmîlekirina jinê ji xwe re kir nexeşrêyek û polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên di salên damezrandina komarê de li hemberî jinên Kurd hatin meşandin, bi taybetî di dema qeyûman de bi heman rengî dewam kir. AKP’ê bi taybetî zext li jinan û saziyên jinan ên li şaredariyên Kurdistanê kir. Saziyên jinan ên ku perwerdeya zimanê dayikê didan zarokan girtin.

Li gorî daneyên HDP’ê çend ji zextên bi destê qeyûman li dijî saziyên jinan hatine kirin bi vî rengî ne:

‘Qerta Xurekê’ ya ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi armanca alîkariyê belav dikir, ji aliyê qeyûmê ku li şaredariyê hate bicihkirin, hate betalkirin. Halbûkî li Mîdyat, Qoser û Artûklûyê nêzî hezar û 500 kesî sûd ji vê qertê werdigirtin.

Mijareke din a ku rejîma AKP’ê li hemberî wê bi taybetî tevdigeriya kreşên ji perwerdeya Kurdî ya ji bo zarokan ên şaredariyan bûn. Beşek ji kreşên bi zimanê dayikê veguherand kursa Quranê, beşek jî hate girtin, yan jî kirin qada ji perwerdeya Tirkî. Dibistanên seretayî û kreşên Kurdî yên weke Zarokistan, Xalxalok, Ferzad Kemanger ên şaredariyan hatin giritn.

Wargeha Xwendekarên Keç ên Hîndekariya Bilind a ji kapasîteya 395 xwendekaran ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava kir, ji aliyê qeyûm ve guherandin mêvanxaneyê û xwendekarên keç ji waregehê hatin derxistin.

Di dema tasfiyekirina yekîneyên jinê de qeyûman newekheviya zayendîperestiya civakî ya mejiyê AKP’ê ava kirin. Li şûna peyva ‘Jinê’ gotinên ‘malbat, xanim, dayik’ bi kar anîn. Li her şaredariya ku qeyûm bi hêza ewlekariyê ya dewletê lê bi cih bû, li hemberî polîtîkayên jinê ev karên dijber kir:

Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê cihên midûriyetên jinê hatin girtin, ji serokên baskê AKP’ê yê jinan re hate pêşkêşkirin, veguherandin kursa Quranê û kursa dirûtinê.

Li Sêrtê Midûriyeta Jinê û xebatkarên navenda jinê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û di bin navê ‘Navenda Çandê ya Xaniman’ projeyek hate amadekirin.

Li Êlihê projeya ‘Gundê Jiyanê yê Jinê’ ku ji bo jinên mexdûrê şîdetê kar dikir hate rawestandin, projeya ‘Bazara Taxê ya Organîk a Jinê’ veguherand bazara taxê ya giştî.

Kompleksa Sporê ya Jinê ya Êlihê veguherand ‘Kompleksa Sporê ya Êlihê’.

Stargeha jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ‘Xeta Alo Tundî’ hate girtin, xizmeta çûn û hatinê ya bêpere ya hefteyê rojekê li otobusên şaredariyê ji jinan re dihate dayin hate betalkirin.

Bazara gel a keda jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hate betalkirin, derfetên kar ên jinan ji wan hatin standin. Projeya wargeha xwendekarên keç a hîndekariya bilind a ji 202 kesî hate rawestandin, kabîna tenduristiya jin û zarokan a şaredariyê hate girtin.

Atolyeyên xalîçeyan ên jinan ên Şaredariya Artemêtanê ya Wanê hatin girtin û projeya ‘Nuqteyên Firotinê yên Mor’ hate rawestandin.

Atolyeya jinê ya Şaredariya Elbakê ya Wanê û kooperatîfa jinê ya Şaredariya Payîzavayê hatin girtin, bufeyên danasîna keda jinê radestî KADEM’ê hatin kirin.

Serayên hilberînê yên jinê yên Şaredariya Sarayê ya Wanê hatin girtin.

‘Qada Bajêr a Jinê’ ya Şaredariya Peyasê ya Amedê ve projeya wê hate amadekirin û pêşkêşî îhaleyê hate kirin, ji aliyê qeyûm ve weke ‘Qada Bajêr’ hate guhertin. Her wiha cihê ku Şaredariya Peyasê ji bo Komeleya Jinê ya Ceren amade kiribû radestî TURGEV’ê hate kirin.

Navenda Piştevaniya Jinê ya Meya ya ser bi Şaredariya Farqînê ya Amedê veguherandin Navenda Şêwirmendiya Malbatê. Her wiha hevjîna Serokê AKP’ê yê Baskê Ciwanan ê Farqînê weke rêveber hate tayînkirin.

Navenda Piştevaniya Jinê ya li Hênê veguherandin kursa pastakarî û Quranê.

Stargeha Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê veguherandin mala stargehê ya ŞONÎM.

Karkerên jin ji kar hatin dûrxistin.

Xebatkarên Navenda Jinê tenê li karên alîkariya civakî hatin wezîfedarkirin.

Derfetên kar ên ji bo jinê hatin astengkirin.

Navend û yekîneyên jinê, daîreyên serokatiyê û stargehên jinan radestî midûriyetên bajêr ên ser bi Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê hatin kirin, pêşkêşî Navenda Şopandin û Pêşîgirtina li Tundiyê (ŞONÎM) yan jî KADEM’ê hatin kirin. Jinên li van deveran dixebitîn ji kar hatin dûrxistin.

Navendên jinan hatin girtin.

Dosyayên jinan ên serî li Navenda Jinan dan hatin desteserkirin, mafê nepenîtiyê hate binpêkirin, ev agahî bi malbatan re hatin parvekirin û bû sedem ku jiyana jinan bikeve rîskê.

Karmendên mêr li rêveberiya yekîneyên jinan hatin tayînkirin.

Avahiyên navenda jinê pêşkêşî Baskên AKP’ê yên Jin û Ciwanan hatin kirin.

Navendên Jinan hatin guhertin û kirin daîreya zewicandinê yan jî kursên Quranê.

Xebatên jinan ên li malperên web ên şaredariyê, karên wan ên çandî û pir zimanî ji holê hatin rakirin û tenê weke xizmetên hawirdorê, ol û fen hate nîşandan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Bayik: Rêber Apo nirxên mirovahiyê li dijî komplogeran parast
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Akademîsyen Nûkhet Sîrman hate binçavkirin

Nûkhet Sîrmana ku li Zanîngeha Bogazîçiyê akademisyen e, bi hinceta lêkolîneke ku dike hat binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek berhemên jinan di Pêşangeha Şehîd Herekol de hatin pêşkêşkirin

Endama Akademiya Jineolojî ya beşa Lêkolîn Yasmîn Mihemed diyar kir ku jin û xwendin pir…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

Ji bo Helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

2 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên nexweş divê azad bibin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Erdogan: Gava ewil ew ê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?