Li herêma Dukanê ya Silêmaniyeyê, merasîma şewitandina çekan a sembolîk a Koma Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de bi tevlîbûneke berpirsyar pêk hat. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl, rojnamevan, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û Dayikên Aştiyê beşdarî merasîmê bûn.
Ji beşdarên merasîmê Alîkarê Serokê Komeleya Şêx Seîd Ramazan Ari ji ANF’ê re wateya merasîmê û pêşniyarên çareseriyê nirxand.
Ramazan Ari got, “Di merasîmê de ku tedbîrên xurt ên ewlekariyê hatin wergirtin, ketina qadê ya bi telefonên destan hate qedexekirin. Têkildarî çepik û dirûşman hişyarî ji beşdaran re hate dayin. Lê belê piştî ku merasîmê destpê kir, bi taybetî dema yek ji rêveberên PKK’ê Besê Hozat axivî, yên li wê derê hestewar bûn.” Ramazan Ari qala wê kêliyê kir:
“Girse hemû rabû ser piyan. Çepik, tilîlî û rondikên çavan… Ev yek ji merasîma şewitandina çekan gelekî wêdetir bû. Ev yek rondikên înkar, tinehesibandin û êşa sed salî bû.”
‘JI XAÇEKÊ BER BI DUKANÊ: RÊWÎTIYEKE BÎRÊ’
Atmosfera hestewar a merasîmê ne tenê ya vê serdemê bû, ew nîşaneya êş, berxwedan û hêviyê bû ku ji nifşên gelê Kurd gihîşt vê astê. Ramazan Ari wê kêliyê weke pireke xurt a di navbera rabirdû û vê serdemê pênase kir û got, “Ez ji gundê Xaçekê yê navçeya Pîranê ya Amedê me. Gundê me li qiraxa Çemê Dîcleyê, li pala Çiyayê Gorsê ye, mîna bihuşteke di nava xwezayê de ye. Lê belê li pişt vê bedewiyê êş, berxwedan û dîroka sed salî ya sirgûnê heye.
Sala 1925’an dema ku fîşeka destpêkê ya tevgera Şêx Seîd li Pîranê teqiya, apê kalikê min Osman ku bi navê Ismon Şixendel dihate naskirin, bû şehîdê destpêkê yê tevgerê. Piştî wê rojê gundê me weke biryargehê hate bikaranîn, piştre jî hate şewitandin.
Kalikê min ê mezin Salih Ari bi Şêx Seîd re çil rojî li Girtîgeha Saraykapiyê ma. Ji ber ku temenê wî biçûk bû ji darvekirinê rizgar bû, lê belê li gel gundiyan ji Edeneyê re hate sirgûnkirin.
Sala 1933’an dema ku gundî ji sirgûnê vegeriyan heta Tevgera Dersimê ya sala 1937’an gund bi zor û zehmetî ji nû ve hate avakirin. Lê belê vê carê jî Şêx Abdurrahîm û 17 hevalên wî li nêzî gundê Salatê yê Bismilê şehîd bûn. Gund careke din hate şewitandin, gel neçar ma ku careke din koç bike.
Gundê Xaçekê ku gelek caran hate hilweşandin û jinûve hate avakirin, sala 1993’an vê carê bi hinceta ku tevlîbûna li nava refên gerîla lê zêde bû ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin. Wê rojê 20 hezar leşker ketin herêmê.
Gundê me hîn nehatiye avakirin. Sala 2014’an ji bo di pêvajoya aştiyê de gund ji nû ve bê avakirin û veger pêk were, bûm endamê desteya rêveberiyê ya Amed Goç-Der’ê. Lê belê desteserkirina bi rêya qeyûman û zextên ku zêde bûn, ev pêvajo rawestand. Ez jî ji ber van hewldanên xwe gelek caran hatim binçavkirin, darizanin û ji wezîfeya xwe ya cemaweriyê hatim dûrxistin.
Wê rojê li pêşiya Şikefta Casenê rondikên ku di merasîmê de ji çavên min bariyan ne tenê ji bo wê kêliyê bûn; rondikên hişê gelekî û vê dîrokê bû. Van mirovan dest ji jiyana xwe ya şexsî berda bûn,ne tenê ji bo îro her wiha barê têkoşîna azadî û edaletê ya sed salî hildabûn ser milê xwe.”
Ramazan Ari destnîşan kir ku weke Komeleya Şêx Seîd ew piştevanê vê pêvajoyê ne, alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd in û diyar kir ku divê daxwazên gelê Kurd ên têkildarî pêvajoya aştî û çareseriyê li ber çavan bêne girtin.
Ari ragihand ku bûyerên qewimîn ne tenê têkildarî rabirdûyê bû, her wiha barê berpirsyariyê ji bo paşerojê danî holê û got, “Çekên ku bi rengekî sembolîk hatin şewitandin, em hêvîdar in ku wê bibe mizgîniya paşerojeke demokratîk û aştiyeke mayinde. Li vê xakê êdî il şûna rondikên çavan, hilweşîn û talanê, divê aştî û heqîqet şîn bibin.”