Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş, bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Armanc tinekirina hişe civakî ye: Newala Qesaban tê tinekirin
Kurdistan

Armanc tinekirina hişe civakî ye: Newala Qesaban tê tinekirin

Sekreterê Giştî yê Şaxê Sêrtê yê TMMOB’ê anî ziman ku qeyûm herêma Newala Qesaban careke din pêşkêşî avadaniyê kiriye û got, “Divê Newala Qesaban bibe cihekî ji hişê civakî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Newala Qesaban ku li cihekî nêzî navenda bajarê Sêrtê ye û gelek cenazeyên ji sala 1915’an û salên 1990’î lê ne, ji aliyê qeyûm ve careke din pêşkêşî avadaniyê hate kirin. Li herêmê ku li gel vîlayan her wiha nexweşxane û wargeha keçikan jî lê hatine çêkirin, tê gotin ku hestiyên di dema kolandinê de hatin dîtin ji çopê re hatin avêtin.

Li gel nerazîbûn û serlêdanan jî înşaeta li herêmê nehatiye rawestandin. Sekreterê Şaxê Sêrtê yê Odeya Endezyar û Mîmaran (TMMOB) Firat Şîmşek anî ziman ku li herêmê polîtîkayeke cidî ya tinekirina hişê civakî tê meşandin û diyar kir ku qeyûm di biryarên xwe yên têkildarî qadên avadaniyê bêyî saziyên bajêr werdigire û ev jî zerarê dide berjewendiyên raya giştî.

Endamên Meclîsa Şaredariyê yên ku piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an hatin hilbijartin, biryarên bi îmzeya qeyûm ên li ser pêşkêşkirina Newala Qesaban ji avadaniyê di 7’ê Hezîrana 2024’an de betal kirin.

Piştî ku careke din qeyûm li Şaredariya Sêrtê hate tayînkirin, Newala Qexaban a ku weke cihê gora komî tê naskirin careke din pêşkêşî avadaniyê hate kirin. Şaredariya ku qeyûm bi rê ve dibe, di civîna meclîsê ya meha Nîsanê de di Plana Avadaniyê de guhertinek kir. Bi guhertina planê re pêşî li wê yekê hate vekirin ku li Newala Qesaban avahiyên ji pênc heta bi heyşt qatî bilind bêne lêkirin.

HESTIYAN DIAVÊJIN ÇOPÊ

Newala Qesaban qadeke welê ye ku piştî Qirkirina Ermenan a 1915’an gelek Ermen bi rengekî komî lê hatin veşartin, her wiha Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên piştî şerê salên 1980’î şehîd bûn û sivîlên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin bi rengekî komî lê hatin veşartin.

Di 22’ê Nîsana 1989’an de cara yekê newal hate kolandin û di nava çend saetan de hestiyên 8 kesan hatin dîtin. Karê kolandinê heman rojê bi fermana walîtiyê hate rawestandin û ji hingî ve li newalê karek nehate kirin. Herî dawî piştî ku herêm pêşkêşî rantê hate kirin, hestiyên hatin dîtin ji çopê re hatin avêtin. Şaxê Sêrtê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser mijarê daxuyanî da û bang kir ku hestî bêne lêkolîn û ev sûcê li dijî mirovahiyê bi lez bê rawestandin.

Endezyar Firat Şîmşek mijar nirxand û ragihand ku qeyûm bi biryarên wergirtî xisarê li bajêr dike. Firat Şîmşek rewşa dawî ya li Newala Qesaban ji ajansa me re nirxand.

Şîmşek diyar kir ku li dijî revîzyonên avadaniyê ya li Newala Qesaban wan beriya niha daxwaznameya îtirazê dane Şaredariya Sêrtê, ji bo rawestandina vî karî doz vekirine, lê belê ji ber betlaneya edlî ev pêvajo gelekî giran dimeşe.

Şîmşek got, “Eger li bajarekî wê plansaziya avadaniyê bê kirin, girîng e nêrîna teknîkî ji odeyên pîşeyî yên wî bajarî bê wergirtin. Aliyê teknîkî yê TMMOB’ê xurt e û berjewendiyên raya giştî dike karê xwe yê sereke” û anî ziman ku kiryarên qeyûm di pêvajoya plansaziyê de zelalbûnê ji holê radike û rêxistinên pîşeyî bê bandor dike.

‘400 MILYON TL HATE BINAXKIRIN’

Şîmşek işaret bi şaşitiyên endezyariyê kir ku beriya niha li herêmê qewimîn. Şîmşek bi bîr xist ku li gel zemîna ji bo nexweşxaneya li Newala Qesaban ne guncaw jî bû înşaetê dewam kir û got, “Îdareyê li şûna ku cihê nexweşxaneyê biguherîne hewl da zemînê sererast bike û budçeyek bi qasî 400 milyon TL’yî xist binê axê. Mînakeke din wargeha xwendekaran a ji 750 kesî ya li Sêrtê ye. Bêyî ku lêkolîn li ser zemînê bê kirin avahî hatin lêkirin. Piştî ku şeş mehan bi kar anîn, hîmên avahiyan hilweşiyan û xwendekar ji herêmê hatin veguhestin. Nêzî 10 sal in ew wargehên xwendekaran bêkêr bûne.”

‘ŞER DIBE SEDEMA XISARA LI EKOLOJIYÊ Û CIVAKÊ’

Şîmşek destnîşan kir ku şer xisarê dide ekolojiyê û civakê û destnîşan kir ku hin ji xisarên têne kirin nikarin bêne sererastkirin: “Beşek ji xisarên li xwezayê têne kirin nikarin bêne telafîkirin. Li gorî me, budçeya mezin a ji şer de tê veqetandin divê ji lêgerîna li dewleta civakî û ji berjewendiyên raya giştî re bê veqetandin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyan dikin ku bi sernavê ‘Di pêvajoya aştiyê de rola endezyaran wê çi be?’ li Mêrdînê panelekê lidar bixin. Weke endezyar û mîmarên bajêr ji bo em nîşan bidin ku piştgiriyeke xurt didin pêvajoya aştiyê, em dixwazin tevkariyê li xurtbûna pêvajoyê bikin û rê nîşan bidin.”

‘DIVÊ BIBE CIHÊ JI HIŞÊ CIVAKÎ’

Firat Şîmşek destnîşan kir ku Newala Qesaban divê bibe qada ji hişê civakî û got, “Her wiha divê zerara ku şer dide xweza, bajar û mirovên me neyê jibîrkirin. Gelekî girîng e ku di hişê mirovan de bê bîranîn. Lewma divê Newala Qesaban bibe cihekî ji hişê civakî.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Nîgdeyê li dijî karkerên Kurd êrîşa nijadperestî
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon 3 têgehên diyarker ên pêvajoyê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt got, fermandar Nûreddîn Sofî kesayetekî pir alî bû, li gorî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkence li 10 kesan hate kirin

Li Îzmîrê 10 kesên ku bi îdîaya beşdarbûna çalakiya protestoyî hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

Şêniyên Amedê bertek nîşanî êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?