Rojên dawî mirina gelek leşkeran ji raya giştî re hate eşkerekirin. Leşker berê miribûn, hîn jî dimirin, ji ber ku hêzên gerîla her roj li hemberî gelek hedefên dijmin çalakiyên encamgir lidar dixin. Mirina leşkeran a ji raya giştî tê veşartin, parçeyek ji şerê taybet e. Artêşa Tirk li gel veşartina agahiyên li ser mirina leşkerên xwe, her wiha tabloyeke welê diafirîne ku nîşan dide mîna windahî yên hêzên gerîla ne û bi vî rengî israr dike ku civakê manîpule bike. Heta vê derê rewş şênber e. Li gel vê yekê dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina vê rastiyê nizane wê çi bike. Lê belê rojên dawî ji bo eşkerekirina mirina leşkeran ji xwe re formuleke balkêş peyda kirine. Ji malbatên leşkeran re dibêjin, ya birûskê lê xistiye û miriye, yan di çûyîna mizgeftê de winda bûye, şemitî ye û ji zinar ketiye xwarê, ya jî xwe kuştiye. Bi van derewan dibêje ku zarokên wan miriye, lê belê leşkerên ku mirina wan hatiye eşkerekirin hema hema temamiya wan li qada şer mirine.
Di bîlançoyên şer ên salane yên Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê de çalakiyên gerîla, hejmara leşkerên di şer de mirine û birîndar bûne bi şênberî têne eşkerekirin. Li gorî daneyên 3 salên dawî; di sala 2021’ê de 861 leşker mirin, 128 leşker jî birîndar bûn. Sala 2022’an 4 jê ajan, 12 kontra û 26 jê payebilind 2 hezar û 942 leşker mirin, 408 leşker jî birîndar bûn. Di heman demê de sala 2023’an 2 jê kontra, 7 jê payebilind bi giştî 919 leşker hatin kuştin, 128 jî birîndar bûn. Di çaryeka destpêkê ya sala 2024’an de zêdeyî 100 leşkerên Tirk ên dagirker di operasyon û çalakiyên gerîla de hatin kuştin. Gelo çend ji van leşkerên hatin kuştin ji raya giştî re hate eşkerekirin? Bersiv eşkere ye.
Tenê meha dawî mirina bi dehan leşkeran bi hincetên bi vî rengî hate eşkerekirin û sedema rasteqîn a mirina wan ji raya giştî re hate veşartin. Gelo civak çiqasî pê zane ku ev leşker bi vî rengî nemirine, yan jî di kîjan astê de li pey sedema rastî ya mirina leşkeran dikeve? Bêguman ji bilî çend malbatên leşkeran kes li pey vê yekê nakeve. Ya balkêş jî ew e ku piraniya leşkerên mirine yên bi peyman e, yanî leşkerên ji bo pereyan şer dikin û di nava wan de ji çawişên pispor heta bi serdaran gelek fermandar jî hene. Mirina serdarekî di şer de weke ‘ji ber krîza dil mir’ hate nîşandan ku ev yek tenê di nava artêşa Tirk de dibe.
Em bên ser mijara xwekuştinê. Divê mirov meseleya xwekuştina leşkeran û sedemên xwekuştinê li ser bingeheke rast binirxînin. Di dema şer de dewlet ji bo artêşa xwe li ser piyan bihêle û parçebûna li nava artêşê rawestîne, serî li hin rê û rêbazên zehmet didin. Rêbazên ji bo pêkanîna dîsîplînê carna dibe sedema mirina keşkeran ku ev yek jî ji civakê tê veşartin. Ji ber ku malbatên li pey ên bêxwedî bikevin nîne, yên ku bûne sedema vê, yan jî fermandarên bûne sedema vê yekê bi rehetî tevdigerin. Di leşkeriya heta demekê de hin malbat jî hene ku li mirina zarokên xwe yên li qada şer an jî li eniyên paş dipirsin. Ya ku divê bibe jî ev e. Lê belê di dema desthilatdariya AKP’ê de ev rewş berevajî bûye. Kiryarên kêfî di bin navê misogerkirina dîsîplînê de zêde bûye.
Mirov dikare bibêje ku artêş bi giranî êdî ji leşkerên bi peyman pêk tê û fermandarên perwerdeya leşkerî jî didin bi rêbazên kêfî kiryarên herî xerab dikin. Ji ber ku fermandar xwedî wî fikrî ne, ku ji ber dewlet pereyan dide wan leşkeran mafê wan heye ku her tiştî bi wan bike. Û wan weke karkeran dibîne. Di vê mijarê de beyanên hin leşkerên bi peyman eşkere bû ku hinekan ji wan îstifa kiribûn. Bi taybetî leşkeran gelek caran anîn ziman ku di bi navê perwerdeyê de mîna heywanan nêzî wan dibin, wan birçî dihêlin, fermandarên wan, wan mîna xizmetkaran dibînin. Gelo ev rewş ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve heta kîjan astê tê zanîn an jî pirsîn? Mirina leşkeran a ku weke ziyana di perwerdeyê de û bûyerên xwekuştinê tê nîşandan, di esasê xwe de nîşan dide ku hem welat hem jî artêş di nava rastiya AKP’ê de li çiraveke çawa hatine çikandin, zehmet e ku êdî ji wê çiravê rizgar bibe.
Tenê di nava 3 salên dawî de bi sedan bûyerên mirina leşkeran hene. Bêguman di dema desthilatdariya AKP’ê de li nava civakê jî bûyerên xwekuştinê zêde bûne. Lê belê sedema xwekuştinê ya leşkeran ji sedemên civakê cudatir e. Ji xwe di nava şerekî bênavber de bandora şer a li ser psîkolojiyê di asta herî bilind de ye. Lewma bandora şer a li ser psîkolojiya leşkeran ji du aliyên bingehîn dikarin bêne nirxandin; bandora li ser leşkerên li qada şer û leşkerên li eniya pişt a şer divê bê nirxandin.
Artêşa Tirk îdîa dike ku li qada şer aliyê êriş dike timî li pêş e, bi vî rengî leşkerên xwe motîve dike û hewl dide bişîne qadên gerîla. Artêşa Tirk hewl dide ku di êrişên li ser qadên gerîla de qadên hêzên gerîla bi tenê bihêle, têkiliyê di navbera wan de qut bike, dagirkeriya xwe mayinde bike, lê ew bi xwe dikeve vê xefikê. Li hemberî gerîla li gelek nuqteyan dibe hedef ku gerîla dema berê xwe dide van hedefan, ji bo leşkeran encamên hilweşîner bi xwe re tîne. Bêguman travma û tenêbûna leşkeran a li van hedefan ji bo dema dirêj bandora xwe çêdibe.
Lewma leşkerên Tirk ên dagirker li qadeke ewqasî berfireh belav dibe ku leşkerên hîn bûne bi yekîneyên mezin tevbigerin, li vê derê dikevin nava tenêbûneke mezin. Ji ber ku cihên hewl didin lê bi cih bibin bênavber dibin hedefa hêzên gerîla û derbê dixwin. Psîkolojiya mirinê ya wan leşkeran tiştekî nû nîne, lê belê nemire jî dikeve nava travmayeke welê ku zû bi zû nikare ji ser xwe biavêje. Em vegerin ser mijarê; leşker fêhm dikin ku dema serdegirtin lê hate kirin yekîneyek ku bi hawara wan ve bê nîne, bê jî wê gelekî dereng bê. Di vir de jî di nava yekîneyê de bêdîsîplînî, bêmoralî rû dide. Dema ku fermandar jî mîna heywanan nêzî leşkeran dibe, rewş hîn giran dibe. Di rewşeke bi vî rengî de leşker ya wê bi destê gerîla bimire, ya wê xwe bikuje yan jî ji aliyê fermandarên xwe ve ji ber ku bi ya wan nekiriye bê kuştin. Yanî ew leşker wê bi her awayî bimire. Rewşa artêşa Tirk a dagirker a ku niha hewl dide li qadên gerîla bimînin bi vî rengî ye.
Ya duyemîn jî rewşa leşkerên li leşkergehan, li eniyên paş ên şer e. Yên ku bi birîndarî ji eniya pêş vedigerin, timî qala travmayên psîkolojîk ên bi serê wan ve hatine dikin. Leşkerên li wê derê hîn beriya ku biçin zanin bê wê çi bê serê wan. Fêhm dikin ku mîna pezekî ber bi hêlîna gur ve tê dehfdan. Di vir de jî hînî jiyana li leşkergehê nabe, di têkiliyê de pirsgirêk rû dide. Fermandar jî di vê nuqteyê de ji bo kontrol bikin serî li rêbazên giran û hişk didin. Bi beyanên şahidan tê eşkerekirin ku sixêf, heqaret, ragirtina di nava şert û mercên giran de, xebitandina di karên fîzîkî yên giran de û kiryarên heta înfazê bi salan zêde bûne.
Weke encam, ji bilî leşkerên li qada şer mirin, leşkerên ku bi beyanên cuda mirina wan hatiye eşkerekirin, mirina wan bi gumanbarî ye. Divê civak li kuştina li nava artêşê bipirse û hesab bipirse. Ji xwe rejîma Erdogan civak xistiye nava zexteke welê giran a faşîzmê ku di vê mijarê de kî dengê xwe bike mîna ku artêşê reş dike û xayintî li welat kiriye îlan dike û lîncê dike. Di vir de jî medya desthilatdariyê bi roleke mezin radibe. Ji aliyê Erdogan ve tê diyarkirin ku rojeva civakê bi çi rengî be û bi destê saziyên medya qirêj jî li nava civakê tê belavkirin. Heta ku kes nepirse bê çima agahiya mirinê naçe mala siyasetmedarekî yan jî dewlemendekî, wê Erdogan li gorî xwe tevbigere. Rewşa ku li welatekî din qet rû nede li nava civaka Tirkiyeyê mîna ku qeder e tê dîtin. Atmosfera siyasî ya heyî ya li Tirkiyeyê ewqasî li ber bayê nijadperestiyê ketiye ku aqlê civakî bi rêbazên gelekî sivik tê birêvebirin. Meylên civakî li gorî dilê xwe diyar dikin.
Di rewşeke bi vî rengî de civaka ku ji encam û tevgerên êrişên dagirkeriyê bêagahî hatiye hiştin, wê têk biçe. Ev hemû zerarên ku şerê ne nîzamî yê rejîma Erdogan ên li ser gelên Tirkiyeyê ye. Erdogan mezinahiya armanca xwe îdîa dike û polîtîkayeke mîna ya Hîtler dimeşîne. Erdogan Hîtler ê vê demê ye, komkujer e. Her çend vê yekê li hemberî gelê Kurd dike jî di heman demê de li dijî gelan û dijberê desthilatdariya xwe jî dike. Eger civaka Tirkiyeyê dixwaze rastiyan bi şênberî bibîne divê bala xwe bide ser rastiyên Tevgera Azadiyê ya Kurd. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ber ku pîvanên polîtîk û exlaqî ji xwe re weke hewldana bingehîn dibîne, her tim rastiyan nîşanî civakê dide. Di vir de divê guman nebe.