Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II
Rojane

Aştiya ku li muxatabê xwe digere – II

Tevgera Azadiya Kurd, piştî ku agirbesta yekem a sala 1993’an bi terora dewletê bersiv stand jî dev ji vê hewldana xwe berneda.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Tevî bangên ji bo çareseriyê, dewleta Tirk bi israr înkar û qirkirinê domand. Tevgera Azadiya Kurd, bi hişmendiya ku ji bo aşitî û çareseriyê xwedîderketin ne teslîmiyet e, berxwedana xwe ya rewa berdewam kir. Rêber Apo, salek piştî agirbesta yekem 1994’an  di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Ozgur Gundem re, şer û nêzîkatiya PKK’ê ya li hember şer wih pênase kir: “PKK navê bidawîanîna vê rewşa neletî û vê rewşa nayê pejirandin e. Navê rawestandina xirabûna herî gemar e. 

Ew tevgereke ku ber bi welatekî, nasnameyeke neteweyî û azadiyê ve dimeşe ye. Û şer jî awayê herî bibandor e ku vê yekê  pêk tîne. Heke hûn dixwazin ji bo Kurdan navê şerekî lê bikin, ev ne tenê hêzek e ku li dijî şerê taybet şer dike, lê belê hem di warê madî û hem jî manewî de serhildanek e li dijî neletiya Kurdan, şerma Kurdan, xizanîya Kurdan, xiyanetiya Kurdan, bêwelatiya Kurdan, koletiya Kurdan e.” Bi van gotinan, ew destnîşan dike ku şerê tê meşandin ne tenê têkoşîneke çekdarî ye, lê di heman demê de di nav guhertinekê de ye. 

BANGA LI DEMOKRASIYA TIRKIYÊ YE 

Rêber Apo, anî ziman ku şer ne tenê têkoşîneke çekdarî ye, lê hewcedariya berxwedan û guhertineke civakî ye û her dem têkoşîna çekdarî weke amûrekê dît. Bi rastî jî, Rêber Apo di destpêka hevpeyvîna xwe ya sala 1991’ê bi rojnameya 2000’e Dogru re, bi Dogu Perînçek re, dema ku gerîla pênase kir, wiha got: “Ev çalakî dengê rastiyê ne. Gerîla tê wateya, li Tirkiyê demokrasî çawa tê bidestxistin; ev bangek e ji bo vê yekê. Çawa têkiliyên wekhev û azad ên gelan têne bidestxistin; ev bangek e ji bo vê yekê. Serxwebûn û azadî ji bo gelên me çawa têne misogerkirin? Ev vexwendnameyek e. Îro PKK, bi fedakarî, wêrekî û hişmendiya herî mezin a ku ji nijada mirov dikare derkeve ye.” Di heman hevpeyvînê de, Rêber Apo der barê destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê de wiha digot: “Zextên bê sînor, serhildanên mezin û tundiya mezin derdixe holê. Me ev yek bi awayekî pir sînordar derxist holê. Bersivên pir tundîdar li hember zextên bi vî rengî bê sînor tên dayîn. Lê me tenê serê vê yekê nîşan da.” 

JI BO ZÊDE XWÎNRIJANDIN ÇÊNEBE BI RÊYA ÇARESERIYA SIYASÎ EM BIGIHÎJIN ENCAMEKÊ 

Rêber Apo, di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Tempo re di Adara 1991’ê de, der barê aşitî û têkoşîna siyasî de ev tişt anî ziman: “Weke ku me ji destpêkê ve got, em hildibijêrin ku pirsgirêkan di nav hawîrdora demokrasiyê ya gelan de û bi giranî li ser danûstandinên siyasî çareser bikin. Ji ber ku ev rê ji me re hatiye girtin, me têkoşîna çekdarî esas girt. Heke ev rê berdewam were girtin, bê guman têkoşîna çekdarî dê bêtir bi pêş bikeve û zû an dereng dê wan ber bi danûstandinên siyasî ve neçar bike. Em jî dixwazin ku bêyî zêde xwînrijandin û bi rêya çareseriya siyasî bigihîjin encamekê, lê heke em pir neçar bimînin, em ê heta dawiyê têkoşînê biçek û bêçek bidomînin. Bijartin ya wan e.” 

REVA DEWLETÊ JI DIYALOGÊ LÊPIRSÎN DIKIR 

Rêber Apo, di dirêjahiya dîroka Tevgera Azadiya Kurd de, her dem û bi her awayî ji bo aşitiyeke bi rûmet xwedî helwest bû. Di heman hevpeyvîna bi Tempo re, bal dikişand ser rastiya ku li hember wî muhatabek tune û wisa berdewam dikir: “Heta niha, bi gotinên weke ‘asê bûn, terorîst bûn, cudaxwaz bûn, rêxistina nezagonî’ û hwd., her tim li ser me de hatine. Me dengê xwe dernexist. Dema ku çapemenî dest bi pirsên wiha kir, me jî bersiv da û got, em ji xwe û ramanên xwe bawer in; heke aliyê din jî pirsgirêkê bi vî awayî bipejirîne, muxatabên vê yeke jî divê diyalogê pêş bixin. Dewlet e, li pişt wê ewqas hêz heye, aborî û siyaseta bi temamî di destê wê de ye. Wê demê çima ji diyalogekê, li ser pirsgirêkeke cidî direve? An rûpoşa wê dê bikeve, an jî dizane ku di pozîsyoneke nemaf de ye û tiştekî ku bide gelê Kurd tune ye, ji ber vê yekê naxwaze danûstandinê bike. Ne ji ber ku em şertên zor derdixin pêş. Em her tim dibêjin ku di mercên herî guncav de jî em ji danûstandinan re vekirî ne. Li gorî min ew bi xwe tengav bûne. Bê guman dîsa em ê bibêjin, ‘guneh ji min çû’. Berpirsyariya xwîna ku dê bê rijandin, li ser siyaseta dewletparêz a kevneşopî ye ku agirbestê jî tê de, naxwaze bikeve ti danûstandinên aşitiyê û dixwaze bi vîna yekalî encamê bigire.” 

EM EVÎNDARÊN ÇEKAN NÎN IN, MIJARA ÇEKÊ BI HELWESTA ALIYÊ DIN VE GIRÊDAYÎ YE 

Rêber Apo, di heman hevpeyvînê de, helwesta Tevgera Azadiya Kurd a li hember têkoşîna çekdarî bi awayekî zelal diyar kir û hişyarî jî da, wiha berdewam kir: “Em bi têkoşîna çekdarî encamên siyasî yên baş digirin. Lê belê, komara Tirk bi zora çekan û bi destê artêşê zêde bi pêş nakeve. Bi rastî, di vî warî de siyaseta wê têk çûye. Bikaranîna şivikê ya artêşê hinekî korayî ye, encamên siyasî nadin. (…) Koma Tirk bi zora çekan nikare encamê bigire, lê em digirin. Lê ev wisa ye jî, nêzîkatiyeke me ya weke ‘heta dawiyê tundî’ tune ye. Ev bi mercan ve girêdayî ye. Bi rastî ez vê dibêjim. Em evîndarên çekan nîn in. Ez nabêjim her tişt bi çekan çêdibe, lê ev bi rastî bi rewşa aliyê din ve girêdayî ye. Ew in ku polîtîkaya înkar û şivikê li me ferz dikin. Parastin jî ya me ye. Ya ku li me tê ferzkirin xweradestkirin e, lê PKK’ê bi rastî li hember radestkirinê berxwedaneke mezin nîşan da. Piştî vê qonaxê, radestkirin nayê fikirîn, û di mercên azad de çareseriya pirsgirêkan dixwaze.” 

EM JI BO DEMOKRASIYA GELÊ TIRKIYÊ BÛNE NEFESEKE MEZIN  

Rêber Apo, di hevpeyvîna xwe ya sala 1992’yan de bi rojnameya Yenî Asir re, bangeke eşkere li gelên Tirkiyê kir û sedema şer û tiştên ku dixwazin dîsa dubare kir: “Heke baweriya wan bi wijdana gel, bi giraniya demokrasî û siyasete hebe, bila werin bi rêyên çareseriyê ve biçin. Bi vê yekê Tirkîtî winda nake, welat parçe nabe; tenê pêşketinên li ser bingeha vîna azad a gelan dê rojevê bin. Bila werin nîqaş bikin, dê were famkirin ku ev wisa ye. Ez ê van tiştan careke din bibêjim. Heke bê pejirandin, bila bê pejirandin, heke neyê pejirandin, em ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe, ji bilî vê şerê ku li me tê ferzkirin, ji tundkirina wê dudilî nebin. Dîsa em vê yekê dibêjin, bi rastî jî, dijminatiya li hember gelê Tirkiyê tu carî ji hişê me re derbas nabe. Em ne li dijî neteweya Tirk in, em li dijî wan aliyên leşkerî-sivîl ên burokratîk, hişkbawer û kevneşop in ku bi israr berjewendiyên xwe yên kesî li ser berjewendiyên neteweyî digirin, şer dimeşînin. Ji vî alî ve, bi neteweya Tirk re dijberiyeke me ya taybet tune. Tew em dibêjin ku têkoşîna me ji demokrasiya gelê Tirkiyê re rê û nefeseke mezin vekiriye. Ji niha û şûn de jî dê bêtir wisa be. Heke bi awayê aştiyane nebe, bi rêya şer jî em bawer in ku di rêya azadiya gelên me de em ê bi ser bikevin.” 

BI AWAYEKÎ PIR GIRÎNG PÊDIVÎ BI ÇARESERİYA SİYASÎ HEYE 

Rêber Apo, piştî agirbesta yekem, di Nîsana 1993’an de di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Hasan Cemal û Ramazan Ozturk re, derbarê têkoşîna siyasî de ku çawa dide zorê wisa kurte kir: “Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê, heke armanceke wê ya siyasî tunebûya û tundiyeke kor bûya, li hember koalîsyoneke ku hema bêje cîhan li ser li hev kiriye û hêzeke artêşê ya giştî, evqas nedisekinî û heke ne amûreke derbirîna siyasî ya pir tund bûya, ev têkoşîna çekdarî bê guman dê di çend mehan de  ixeniqiya. Bi rastî ji bo çareseriyeke siyasî girîngiyeke tund pêwîst e. Ev rêya çareseriya siyasî jî bi heman tundiyê hate astengkirin, lê PKK’ê jî tam li cihê krîtîk got, ‘madem tu bi tundiyê vê rêyê hildibijêrî, ez jî bi tundiyê vê rêyê vedikim.’ Ji ber ku ew di cih de û bi maf bû, bi rastî encam jî girt. Yanê bersivek bi tundiyê li rêya siyasî ya ku bi çekan hatibû girtin û vekirina wê rêyê bi tundiyê ceribandin e.” 

EM NAXWAZIN HER TIŞT BI RÊYA LEŞKERÎ ÇARESER BIKIN 

Piştî ku agirbesta yekem bi êrişên dewletê bi dawî bû, Rêber Apo di sala 1994’an de bersiv da pirsên rojnamevan Gunay Aslan û van gotinên zelal bi kar anî: “Weke ku me berê jî got, eger rêbazên siyasî bên pejirandin, eger ji van qeyranên giran û ji wêranbûna şerê ku gelê Tirk jî pir jê aciz e, xilasbûn bê xwestin, em her tim bawer dikin ku agirbest dê sûdmend be. Em ne li pey serweriya leşkerî ne, lê ya ku li me tê dîtin, di bin navê çareseriya leşkerî de înkarkirina navê gelê me ye. Yanî em nikarin razî bibin ku şerekî taybet ê li ser polîtîkaya qirkirinê esas digire yekalî berdewam bike û li hember wê ti bertek neyê nîşandan. Em naxwazin her tişt bi rêya leşkerî çareser bikin, lê li şûna razîbûna bi qirkirina gelekî, em berxwedana heta kesê dawî yê wî gelî weke bişeref, bi rûmet û jiyanî dibînin. Bi rastî, heke rêya çareseriyeke siyasî bê pejirandin, em ji vê yekê re pir vekirî ne.” 

EM DIXWAZIN VÊ ZULMÊ RAWESTÎNIN 

Rêber Apo, di heman hevpeyvînê de, agirbesta yekalî ya di sala 1993’an de rexne kir û ev tişt got: “Niha çima agirbestek yekalî, çima em stûyê pêz bêsedem bidin destê qesab? Wijdan li ku ye, dadwerî li ku ye? Bi kîjan serûberiyê, bi kîjan sincê rêya bûyîna pezê qurbanî ji me re tê pêşniyarkirin? Em dixwazin nasnameya xwe bi dest bixin, mirovatiya xwe biparêzin, tiştekî din naxwazin. Aliyê din dibêje, ‘Tu dê tune bibî, ji navê te bigire heta celebê te, nijada te, dîrok û çanda te, her tiştê te înkar bikî.’ Evqas zilm li kuderê cîhanê hatiye dîtin? Em dixwazin vê zilmê rawestînin. Heke em dixwazin vê zilmê bi berxwedaneke zor bidin sekinandin, bi rastî jî ev yek ji bo rawestandina wê polîtîkaya qirkirinê ye. Bila li dîroka gelên Anatolyayê bê mêze kirin; çandên çar hezar salî hatin qirkirin, hatin tunekirin.” 
 
HEWLDANA PLATFORMA AŞTIYANE, DEMOKRATÎK Û SIYASΠ

Rêber Apo, ku her dem diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd aşitiyê ne tenê weke taktîkekê dibîne, di dema agirbesta yekem de, tevî hemû êrişên dewletê, di hevpeyvîna xwe ya Nîsana 1993’an de ku di rojnameya Ozgur Gundem de hate weşandin, israra xwe wisa kurte kir: “Bi qasî ku ji destê min tê, ez ê dîsa hewl bidim ku têkoşînê vegerînim platformeke aştiyane, demokratîk û siyasî, lê bi rastî bi awayekî bi rûmet, bi awayekî ku wekheviya gelan û yekitiya wan a azad derbirîn bike, ez ê hewl bidim vê yekê bikim.” 

Wê dewam bike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtî: Bi pêşengiya Rêber Apo ber bi serketinê ve!
Nûçeya Pişt re Tirkiye li ber biryara DMME’yê ya têkildarî Demîrtaş rabû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Îmraliyê wê bi Davûtoglû re roja Sêşemê bicive

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê roja Sêşemê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Seyît Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Li Qamişloyê bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Seyît Evran mûm hatin vêxistin û hat tekezkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê berxwedana jinê ya li Hindistanê silav kir

YPJ'ê berxwedana jinên Hindistanî silav kir û got, "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî rêya rizgariya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rapora NRLS: Di êrîşên çeteyan ên li dijî Kurdan de 1200 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?