Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Avesta: Divê 25’ê Mijdarê bibe ew roj ku herî zêde mêr rexnedayina xwe dide
Kurdistan

Avesta: Divê 25’ê Mijdarê bibe ew roj ku herî zêde mêr rexnedayina xwe dide

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand ser xemsariya mêr a li ser azadiya civakî û got, "Êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî jiyanê ye. Eger em her roj têkoşîna vê yekê nemeşînin, em ê nikaribin asta azadiyê biafirînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 23 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re hate kirin û got, “Piştî 44 mehan me karîbû agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Hevdîtina malbatê pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo silavên xwe şand. Beriya her tiştî weke hevrêyên wî, bi navê tevgera me û jinan em silavên Rêber Apo bi hurmet û hezkirin pêşwazî dikin. Bi vê wesîleyê berxwedan û sekna Rêber Apo bi hurmet silav dikim, hezkirinên xwe pêşkêş dikim.

Bêguman pêkhatina vê hevdîtinê bi hêsanî nebû. Ev hevdîtin beriya her tiştî mafê Rêber Apo ye. Divê malbat, parêzerên wî, saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî karibin serdana wî bikin. Ev yek mafê qanûnî yê Rêber Apo ye. Lê belê em jî, dewleta Tirk a faşîst jî zanin bê Rêber Apo çawa dîl tê girtin. Rêbertî bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Rêber Apo dîl tê girtin. Di vê hevdîtina dawî de jî eşkere bû ku Rêbertî dîl tê girtin. Ji ber ku hevdîtina ku mafê wî ye û divê her tim bê kirin, dikin mijara bazarê. Dixwazin vê hevdîtinê li hemberî gelê me, tevgera me, Rêberê me weke siyaseta şantajê bi kar bînin.

Rêber Apo 44 meh in bi rengekî bê eman li ber xwe dide, 26 sal in li Îmraliyê, her wiha gelê me û tevgera me hewl dide tecrîdê bişikîne, ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û ewlekirina jiyan û tenduristiya wî bi hezaran şehîd hatin dayin, bi hezaran girtî hene, gelê me her roj li qadan e, jin, ciwanên berxwedêr têdikoşin. Bi pêşengiya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, gelê me, tevgera me, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ber xwe didin û di encama vê berxweedanê de jî hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin. Beriya hevdîtinê li meclîsa Tirkiyeyê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya faşîst hin gotin got. Bahçelî silavek da, lê belê di nava raya giştî de atmosfereke welê hate afirandin ku mîna pêvajo ji nû ve destpê dike. Piştre jî got, bila Rêber Apo bê ‘li meclîsê biaxive’. Xwestin beriya hevdîtinê bendewariya ‘gelo tiştekî nû heye’ biafirînin. Rêbertî bi rêya Birêz Omer Ocalan ku parlamenterê Rihayê ye û ji malbata wî ye, peyamek şand û tê de got, ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’.

MASKEYA LI BER RÛYÊ DESTHILATDARIYA FAŞÎST KETE XWARÊ

Rêber Apo bi vê sekn û helwesta xwe maskeya li ber rûyê desthilatdariyê anî xwarê. Ji ber ku dixwazin di gotinê de hin tiştan bibêjin lê di pratîkê de pêk nînin. Her wiha ji bo bandora pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bişikînin, civakê, gelê me bixin nava hin bendewariyan lê tiştekî nekin, xwestin lîstikeke bi vî rengî bixin meriyetê. Piştî ku Rêber Apo sekneke bi vî rengî nîşan da; yanî got eger hûn ji dil bin, hûn dixwazin tiştekî bikin ez jê re amade me, hêza min heye, heman piştî vê jî bi navê tevgera me Hevserokatiya KCK’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyan de hevrêyên me, tevgera me sekneke zelal nîşan dan. Em li pişt biryara Rêber Apo ne, li pişt pêvajoya wî ne. Xwestin nakokiyeke welê biafirînin ku gelo PKK wê guh bide Rêber Apo yan na, KCK wê guh bide Rêber Apo yan na, lê belê ji vê jî tiştek bi dest nexistin. Niha jî 3 mehan cezayê dîsîplînê li Rêber Apo birîne. Ya rast ev yek tê wê wateyê bê gotinên wan çiqasî derew e, ji tiştekî nû re ne amade ne, wê di siyaseta înkar û tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd de israr bikin.

Konsepta esasî jî dîsa li ser Rêber Apo dimeşînin. Mînak, Rêber Apo hîn doh got ez amade me, bi malbatê re hevdîtinek hate kirin. Baş e, tu çima cezayê dîsîplînê dide? Wê demê tu ji pêvajoyeke bi vî rengî re ne amade ye. Em ji xwe zanin; êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dibînin, polîtîkayên qirkirinê yên li ser qada siyasî dibînin, êrîşên li ser gelê Kurd, li ser tevahiya Kurdistanê dibînin. Ev desthilatdarî ji xwe ne xwedî mejiyekî welê ye ku pirsgirêkê çareser bike. Desthilatdariyeke welê ye ku dixwaze Kurdan tine bike. Derewên wan, armancên wan ên qirêj, rûyê wan ê rasteqîn zû eşkere bû. Me agahî ji Rêberê xwe wergirt, me silavên wî wergirt, ev yek encama berxwedan û têkoşîneke mezin e. Silavê Rêberê me hêz da me, me bi hurmetî û hezkirinê pêşwazî kir. Lê belê em vê silavê ji bo şikandina tecrîdê dikin bingeha têkoşîneke mezin. Divê em têkoşînê li her qadê belav bikin, hîn bêhtir girseyî bikin. Bi vî rengî dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, bi têkoşînê em dikarin ewlehiya jiyanê û tenduristiya Rêber Apo pêk bînin. Li ser vê bingehê divê em têkoşîna xwe hîn xurt û mezin bikin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî nirxand û got, “25’ê Mijdarê weke rojeke ji komkujiyê derbasî dîrokê bû. Li Komara Domînîk xwişkên Mîrabel ji ber têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviya jinan hatin qetilkirin. Di şexsê xwişkên Mîrabel de hemû jinên ku ji aliyê aqlê mêr ve hatin qetilkirin bi hurmet bi bîr tînim. Jin ên şoreşger û têkoşer herî zêde li Kurdistanê têne qetilkirin. Ji damezrînerên partiya me hevala Sakîne, Leyla, Rojbîn, Sêvê, Fatma, Pakîze, Nagîhan, Hevrîn Xelef, Zehra, dayika Aqîde û bi hezaran jinên din ji aliyê mejiyê serwer ê mêr ve hatin qetilkirin. Divê em 25’ê Mijdarê ne tenê weke rojekê binirxînin, pêwîstiya têkoşîna azadiya jinê bi dewamiyê heye. Ev têkoşîn divê her roj bê meşandin. Weke Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê berdêla xwe çi dibe bila bibe, her berdêla ku em didin ji bo me sedema mezinkirina têkoşînê ye. Ji ber vê yekê temamiya jinan divê karibin van komkujiyan, êrîşan bikin bingeha gavên nû.

Qetilkirina Narîn a 8 salî hîn jî tê nîqaşkirin, lê belê dewlet, bi taybetî jî hikumet, malbat, tarîqat û Hîzbûl-Kontra ya li Kurdistanê ev bûyera kuştinê veşartin. Her wiha hîn nediyar e bê xwendekara li Wanê Rojîn çawa hatiye qetilkirin. Ev komkujî her roj li pêş çavên cîhanê diqewimin. Li naverastê kêr li jinê tê xistin, mirovên din jî lê temaşe dikin. Bi vê wesîleyê dixwazim balê bikişînim ser aliyekî din. Em timî dibêjin, divê jin têkoşîna xwe mezin bikin; bêguman ev rast e. Dewlet, desthilatdarî, sîstema bi serweriya mêr li dijî azadiya jinê ne. Azadiya jinê tê wateya azadiya civakê. Kesî bi qasî Rêber Apo di vê mijarê de ewqas derfet neafirand. Felsefe û îdeolojiya Rêbertî têkildarî azadiya jinê pêngaveke mezin afirand. Êrîşên li dijî jinan îdeolojîk in. Êrîşên li hemberî azadiya jinê ye.

Sîstem ji bo hebûna xwe dewam bike li hemberî jinan bi her şêweyî komkujiyan dike. Nabêje zarok e, pitik e, ji bo berjewendiyên xwe qetil dike. Di televîzyonan de jî vê yekê bi berfirehî diweşîne û hewl dide têgihiştinekê li nava civakê biafirîne. Refleksên civakê dikuje, normal dike. Sîstem dixwaze bi vî rengî bitirsîne. Ev yek sîstema baviksalariyê ye. Bi vê wesîleyê dixwazim diyar bikim ku wezîfeyeke mezin dikeve ser milê wan mêran ku li dijî sîstemê ne, sosyalîst, şoreşger û demokrat in. Mêrekî bi tenê jî yê li dijî sîstemê ye eger li ber van komkujiyan radibe, divê dengê xwe bilind bike. Beriya her tiştî divê nêzîkatiya xwe ya li jinê sererast bike. Mînak, ewqasî tişt diqewimin; em nabînin ku çend gotinan dibêjin. Ji bilî Tevgera Azadiyê em nabînin ku kesek çend gotinan dibêje. Ew jî bi rengekî asayî nêzî bûyeran dibin. Halbûkî pîvana destpêkê ya sosyalîzmê nêzîkatiya li jinê ye.

ÊRÎŞA LI DIJÎ JINÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ JIYANÊ YE

Eger li ser xeta azadiyê wekheviyê naparêze, azadiya jinê naparêze, vê qebûl nake, wê demê çawa dikare ji xwe re bibêje ez sosyalîst im, ez demokrat im, ez rewşenbîr im? Faşîzm ji xwe faşîstiyê dike, desthilatdarî li gorî mejiyê xwe tevdigere, lê belê gotina me ji derdorên din e, di vir de kêm dimînin. Kes û derdorên ku ez qalê dikim divê Rêber Apo bixînin. Bi vê wesîleyê bang dikim; bi taybetî mêr ên ciwan divê li ser felsefeya Rêber Apo xwe kûr bikin. Mînak, Rêber Apo got, ‘Min di kesayetiya xwe de mêr kuşt’. Her wiha diyar kir ku ti ji mêrên ku di kesayetiya xwe de mêrtî nekuştibe nikare hevrêtiyeke rast bi jinê re dîne, nikare malbateke demokratîk, civakeke demokratîk ava bike. Rêber Apo diyar kir ku divê li ser vê bingehê civakek bê afirandin.

25’ê Mijdarê divê bibe ew roj ku herî zêde mêr rexnedayina xwe didin. Beriya her tiştî divê li ber tundiyê rabin, bibêjin ji vê mêrtiyê nefretê dikin û qebûl nakin. Li hemberî hevjîn, keç û dotmamên xwe xwe sererast bike. Di vir de mêr bi xemsarî tevdigere. Berpirsyarî hemû danîne ser milê jinê, dibêje bila jin min biguherîne. Bêguman weke Tevgera Azadiyê em xwe berpirsyar dibînin, wezîfeyeke me ya bi vî rengî heye. Mînak weke PAJK û KJK em perwerdeya vê didin, wezîfeya me ye ku civakê biguherînin, lê belê divê mêr jî kedê bide. Komkujî, destavêtin û destdirêjiya li jinê nirxên mirovahiyê tine dike. Ji ber ku jin nirxên mirovahiyê diparêzin, êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî jiyanê ye. Hêza Rêber Apo di vir de diyar dibe, ji ber ku bi jinê re hevrêtiyeke rast kir, jin fêhm kir. Tevgera me ji damezrandinê û vir ve têkoşîna zayendî ji xwe re kir esas. Eger em her roj nikaribin vê têkoşînê bimeşînin, em ê nikaribin asta azadiyê bi dest bixin.

Meşandina têkoşîna zayendî bi rengekî xurt, hevrêyên rasteqîn ên mîna heval Rojger û heval Asya diafirîne. Meşandina têkoşîna zayendî tê wateya meşandina têkoşîna azadiyê. Civak jî di vê bi vî rengî têkoşînê bimeşîne. Dîrokeke têkoşînê ya ji 50 salan a tevgera me heye. Mînak li devereke mîna Amedê, li paytexta demokrasiyê jin têne qetilkirin, li Wanê, li Êlihê jin têne qetilkirin. Li Başûr rojek nîne ku jin nehatibe qetilkirin. Bêguman ev ne tenê li Kurdistanê diqewime, ji Emerîkayê heta bi Afrîkayê, ji Latîn Emerîkayê heta bi Ewropayê jin li tevahiya cîhanê têne qetilkirin. Li gorî stastîstîkan tundiya li dijî jinê herî zêde li Ewropayê ye. Herî zêde di nava malbatê de diqewime. Ka van ji xwe re digotin ew navenda demokrasiyê ne, lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser hingî dibînin ku jin ne azad e. Ji ber vê yekê jî têkoşîna jinê divê hîn bêhtir civakî bibe.

Kadroyên KJK, KCK’ê jî di vê mijarê de divê destpêkê ji xwe, ji malbata xwe destpê bikin. Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêbertî divê destpêkê di jiyana xwe de bixin meriyetê. Ya rast ev e. Eger nikaribin vê bikin hingî wê tenê 8’ê Adarê Roja Jinan çalakiyê bikin, wê tenê 25’ê Mijdarê çalakiyan bikin. Bi vî rengî nabe. Mînak Rêbertî ji bo jineke azad got, ji welatekî bêhtir hêja ye. Em jî li ser bingeha vê felsefeyê têdikoşin. Di 25’ê Mijdarê de bêguman divê çalakiyên girseyî bêne kirin, divê dakevin qadan lê belê temamiya civakê, mêr divê ji xwe re bikin esas bê jiyaneke çawa divê bi jinê re bijî. Divê ji xwe re bike esas ku li ser xeta azadiya jinê hevrêtiyeke rast bike û bibe milîtanekî çawa. Milîtanên PKK û PAJK’ê di vir de mînak in. Mînak hevalê Rojger di nameya xwe de rexnedayina wê yekê da ku ev çalakiya wî di heman demê de rexnedayina ji bo hevrêyên jin e. Gelo ji vê hêjatir tiştek heye? Xwe parçe parçe dike û hîn jî rexnedayinê dide. Yên ku didin ser şopa van hevalan û dibêjin wê li ser bingeha vê felsefeyê civakeke azad biafirînin, divê li gorî vê pîvanê tevbigerin.

JIN A RÊXISTINBÛYÎ HÊZA HERÎ MEZIN E

Pîvan çi ye? Divê bi zanebûn nêzî malbat, hevjîn, xwişk, hevrêyên jin bibe. Divê zordariyê li jinê neke. Kesekî xwe demokrat dibîne jî dibêje, divê jin ji sînorên min derbas nebe. Dema ku jin hinekî ji sînor derbas bû ji kincên wê heta bi axaftinê dixwaze şeklekî bide jinê. Faşîstiya şefê faşîst Erdogan di mijara jinê de jî diyar dibe. Di şevekê de xwe ji Peymana Stenbolê vekişand ku mafên jinê kêm jî be diparast. Herr roj li qadan dibêje divê jin çend zarokan çê bike, nizanim kîjan kincî nikare li xwe bike. Hîn jî her roj gefê li civakê dixwe. Têkoşîna jinê ya li hemberî vê yekê bêguman gelekî girîng e. Lê belê weke ku min got, derdora ku min bal kişand ser di vê mijarê de kêm dimîne.

Mînak, di vê mijarê de gelê me yê Kobanê silav dikim. Çend sal in 25’ê Mijdarê mêr jî dadikevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê dikin. Bêguman divê ne tenê di 25’ê Mijdarê de be. Li ku derê tundî hebe li wir divê têkoşîn bê xurtkirin û ji bo tundî rû nede, ew bi xwe jî firsendê nedin. Dema ku dîtin li cihekî tundî li jinê tê kirin, dema ku dît yek li nava malbata xwe tundiyê dike, divê karibin dest lê werdin û li ber wan kesan rabin ku li ser jinê bi rengekî bêexlaq bazariyê dikin. Divê xwe bi rêxistin bikin, seknekê nîşan bidin, lehengî, mertbûyîn bi vî rengî ye. Ne nedîtina tundiya li jinê ye. Ji ber vê jî divê kesek ji nedîtî û xemsar nebin. Eger nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan ez bawer dikim ku tundiya li dijî jinê wê bê astengkirin û li ser bingeha azadiya jinê civakek bê afirandin. Civak li ser bingeha jin a azad û mêr ê azad dikare bê afirandin. Pîvana azadiyê jî di vir de ye.

Mînak, têkneçûna PKK’ê di Tevgera Azadiya Jinê de ye, cewhera PKK’ê Partiya Azadiya Jinê ye. Rêber Apo di destpêkê de got, ‘Divê PKK bibe partiya jinan’. Vaye PKK partiya jinan e, partiya Asya, Rojger, Rûken, Sara, Rojhat û Erdalan e. Banga min li hemû jinan û her kesên li dijî sîstema bi serweriya mêr e; bi rengekî hîn xurt û girseyî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin, her rojê di nava têkoşînê de derbas bikin. Deklarasyona KJK û PAJK’ê ji bo hemû jinan e. Her wiha divê jin xweparastina xwe xurt bikin, li her derê jineke bi tenê ya bê rêxistinî nehêlin. Jin a rêxistinbûyî hêza herî mezin e, parastina jinê jî bi rêxistinê dibe. Ji bo rêxistiniyê ya pêwîst çi be divê bê kirin, li ser bingeha Jineolojiyê divê zanebûn bê afirandin. Weke Tevgera Azadiyê em li ser vê bingehê têdikoşin û têkoşîna me bêguman ji bo civakeke azad, neteweyeke demokratîk û cîhaneke demokratîk e. Di vê sedsalê de ya herî pîroz ev e.”

Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê nirxandin kir û got, “27’ê Mijdarê roja me ya vejînê ye. Di wê rojê de, Rêber Apo fikrên xwe yên sala 1973’an di sala 1978’an de veguherand bernameyê û partiyê û kir malê civakê. Ev roja pîroz ji niha ve li Rêber Apo pîroz be. Em minetdarê Rêber Apo ne ku ev fikir û rûmet da me û gelê me. Her wiha hemû dayik, jin, gelê me û dostên me yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin, 27’ê Mijdarê li wan hemûyan pîroz dikim. Gelê me jî, tevgera me jî li ser PKK’ê gelek tiştan dibêjin, lê belê ji gotinê wêdetir êdî heqîqeteke. Heqîqeta Rêber Apo di nava PKK û PAJK’ê de şênber bûye. Di nava milîtaniya PKK û PAJK’ê de şênber bûye. Di sedsala 21’ê de pêwîstiya mirovahiyê herî zêde bi Rêber Apo heye. Ji ber ku Rêber Apo rehê berxwedanê ye, rehê têkoşînê ye. Yê ku azadiya jinê, azadiya zindiyan û xwezayê temsîl dike û ji bo vê têdikoşe Rêber Apo ye, sîstema wî ye, Konfederalîzma Demokratîk e. PKK û PAJK pêşengiyê ji vê yekê re dikin.

Di sala 47’an a partiya xwe de divê em hîn bêhtir xwedî li nirxan derkevin. PKK û PAJK partiya şehîdan e. PKK ji her demê bêhtir gelekî xurt e, PKK xwedî milîtanên mîna heval Asya û heval Rojger e, mîna Memed Cûdî û Berwar e. Partiya şehîdan her roj hîn bêhtir mezin dibe. Ji niha ve em bi coş û moralê salvegera damezrandina partiya xwe ne. Gelê me bi vê coşê ye. Bi vê wesîleyê divê em hêjayî sekna Rêber Apo bin, hêjayî xeta milîtaniyê ya PKK û PAJK’ê bin. Lewma divê em bi israr li ser xeta vê partiyê têbikoşin. Ev sal sala avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk e. PKK îro hêviya hemû bindestan e. Banga min li tevahiya gelê me, jin û ciwanan e; îsal divê em salvegera partiya xwe ji her demê bêhtir bi coş pîroz bikin. Li ser xeta Partiyê li dora Rêber Apo bicivin. Ev yek banga hevalên Asya û Roger in. PKK’ê mîna dara çinarê reh berdaye, hêviyên mezin afirandiye. Gelê me divê bi vî ruhî beşdarî çalakiyên dema bê bibe.

Bi vê wesîleyê 16’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê divê em silava Rêber Apo di çalakiya navendî de bikin malê milyonan mirovî. Bang li gelê me yê li Ewropayê dikim; bi taybetî jî gelê me yê li Elmanyayê, civaka Êzidî, civaka Elewî, jin, ciwan, dost û enternasyonalîstên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kedê didin, divê bi coş û moralê salvegera damezrandina PKK’ê qada Kolnê dagirin û ji tevahiya cîhanê re bibêjin ku ew êdî qebûl nakin ku Rêber Apo saetekê jî li Îmraliyê bê hiştin. Divê peyama wê yekê bê dayin ku Rêber Apo muxatabê çareseriyê ye, divê ev tecrîd êdî bi dawî bibe, Rêber Apo azad bibe û têkoşîna vê yekê bê meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me jî ji niha ve amadekarî kiriye û wê bi vî ruhî tevlî bibe. Ji niha ve silav û hezkirinên xwe dişînim ji beşdarên meşê re û serketinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Rêya derketina ji nava tarîtiyê, rêya şoreşa Cotmehê ye!
Nûçeya Pişt re Di operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ heta niha 40 çete hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Lehî û hezaz: Mirî û birîndar hene

Li Kirşehîr, Kayserî, Sêwaz, Konya, Nevşehîr û Mereşê ji ber lehî û hezazê xisareke madî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Me rastiya Newrozê bi PKK’ê fêhm kir’

Mihemed Mehmûd ê 66 salî anî ziman ku Newroz li Dêrikê mîna pîknîkê dihate pîrozkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê: Ev dîmen şerma Wezaretê ye

Emîne Şenyaşar tevî rêgiriyên Wezareta Edaletê ya Tirk Nobeta Edaletê domand. 

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?