Desteya Rêveber a Platforma Piştevaniya bi Depê ya li Ewropayê (AVKARDEP) têkildarî biryara dadgehê ya li ser projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê (GES) daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Biryara dadgehê ya têkildarî projeya GES’ê ku tê xwestin, li nava zeviyên çandiniyê yên berhemdar ên li gundên Bahçelîevler, Karapinar û Kalecîk ên Depê bê çêkirin, biryareke ku wê zerarê bide gelê herêmê, çandiniyê û xwezayê.
Ev qad ne tenê qada hilberînê ye, di heman demê de qala hilstandina jiyanê, xweza û ekolojiyê ye.
Biryara dadgehê îtirazên gel ji nedîtî ve hat û berjewendiyên şîrketê li ser paşeroja gel ferz kir.
Weke Saziyên Civakî yên Sivîl ên Depê em bi gelê xwe yê Depê re ne.
Parastina xweza, ax û jiyanê sûc nîne, sûcê esasî tinehesibandina van nirxan e.
Em weke AVKARDEP’ê, em ê xwedîderketina xwe ya li mafê jiyana gel, xweza û ekolojiyê dewam bikin.
Xak jiyan e, jiyan nayê firotin!”