Hunermendê Kurd Yilmaz Guney sala 1982’an li derveyî welat di civîna DÎSK’ê de axivî bû. Di dokûmantera ‘Ona Çîrkîn Kral Derlerdî’ (Ji wî re digotin qralê nexweşik) de ku derhênera Fransî Claude Weisz sala 1984’an kişand, di çarçoveya jiyana Yilmaz Guney a li sirgûnê de qala rewşa siyasî ya wê demê ya li Tirkiyeyê tê kirin. di dokûmanterê de hevpeyvîna bi Yilmaz Guney re ya li girtîgehê û beşek ji axaftina wî ya li civîna DÎSK’ê hate weşandin. Guney di axaftina xwe de ya li dokûmanterê hate weşandin qala girîngiya rêxistiniya cuda ya gelê Kurd dikir û digot, “Tevgerên çep ên li Tirkiyeyê ji dema ava bûn û pê ve timî weke tevgereke teriyê li tevgera Kurd nihêrîn. Ew ti carî weke parçeyekî giştî, weke parçeyekî taybet ê şoreşa Tirkiyeyê nedîtin. Ji ber vê yekê gelê Kurd îro berê xwe dane rêxistiniyeke cuda. Divê mirov bi rengekî teng ê neteweyî li pirsgirêkê nenihêrin, divê mirov ji aliyê berjewendiyên hevpar ên gelên Tirkiye, Îran, Kurdistan, Sûriye û Iraqê lê binihêrin.”
DESTÛRA BINGEHÎN A FAŞÎSTAN DIKARE JI HEV BÊ XISTIN
Guney di heman axaftina xwe de gotibû, “Îro li deverên cuda yên cîhanê Tirkiyeyî û hin hevalên me yên li Tirkiyeyê destûra bingehîn a ku ji aliyê faşîstan ve hatiye amadekirin, nîqaş dikin. Destûra bingehîn a ku faşîstan amade kiriye, nabe bê nîqaşkirin. Eger faşîst destûra xwe ya bingehîn bi zora çekê bi gel didin qebûlkirin, em ê jî destûra bingehîn a faşîstan bi çekên xwe têk bibin, ji holê rakin. Hilweşîna faşîzmê ji bo têkoşîna me ya li dijî faşîzmê armanca bingehîn e, şêweyekî taybet ê têkoşîna me ye. Em ê li welêt demokrasiya gel ava bikin, em ê ber bi sosyalîzmê ve biçin. Armanca me ev e. Şertê bingehîn ê pêşîgirtina li têkçûnê ew e ku em rastiya xwe û helwesta xwe ya li pêşberî şaşitiyên xwe bi rengekî rast tespît bikin. Eger em naxwazin demeke dirêj li derve bigirîn, divê em giriyê li ser miriyan, xweragirtina li xwîna miriyan ji niha ve bidin ber çavên xwe.”