Berdevka Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser bûyerên di rojevê de ne civîna çapemeniyê lidar xist.
Di destpêka axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser şerê li Xezeyê û agirbesta hatiye ragihandin û got, ew piştgiriyê dide vê lihevkirinê.
Berdevka DEM Partiyê salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi bîr xist ku li dijî Rêber Apo hate kirin û got, “Di 9’ê Cotmehê de xwestin çi bikin? Divê em bi eşkere bibêjin. Ya ku xwestin di 9’ê Cotmeha 1998’an de bikin destpêkirina şerê Tirk-Kurdan bû. Nekarîn vê bikin. Baş bû ku ji wan nehat. Lê belê ji bo nikaribin bikin jî têkoşîneke gelekî mezin hate meşandin, berdêlên giran hatin dayin. Ji ber bandora herêmî li Tirkiyeyê em di qonaxeke gelekî krîtîk de ne. Em di asteke gelekî girîng û dîrokî de ne. Em bi tesadufî van gotinan bi israr nabêjin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser bûyerên di nava 30 salên dawî de li Tirkiye û herêma Rojhilata Navîn qewimî ne, wê bê dîtin ku krîtîk û dîrokî ye.”
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ji bo bê fêhmkirin ku ew di dema derbsabûnê de ne ji aliyê civakî û siyasî ve divê hin bûyerên nû biqewimin û got, “Her tişt ji aliyekî ve işaretê bi pêwîstiYên derbasbûna li serdema nû dikin. Li aliyê din têkildarî vê mijarê gaveke şênber nayê avêtin. Di dema nû de divê bê dîtin ku hiqûq serwer e û edalet bi cih tê anîn. Her wiha divê em bibînin ku tecrîd ji holê rabûye. Divê pirsa ‘Wê çima biaxive?’ neyê pirsîn. Divê bê vegotin bê çima pêwîstî bi axaftina wî heye, divê ev yek tenê ji DEM Partiyê re neyê hiştin. Ev yek ne tenê meseleya DEM Partiyê ye; meseleya Tirkiyeyê ye, meseleya civakê ye, meseleya siyasetê ye. Gunehê ku bê kirin wê gunehê hevpar ê me hemûyan be. Wê demê divê em bi hev re ji bo avêtina hin gavên li ser vê mijarê bixebitin.
Divê komîsyon têkiliyên bi Birêz Ocalan re dîne. Bahçelî di vê mijarê de daxuyanî da, me ev daxuyanî bi kêfxweşî pêşwazî kir. Daxuyaniyên dereng jî bin, ji bo Tirkiyeyê gelekî hêja ne. Lê belê serokê Meclîsê û serokê komîsyonê di vê mijarê de daxuyanî neda.”
Ayşegul Dogan dubare kir ku pêvajo di asteke krîtîk de ye û got, “Hûn jî dibînin, hûn jî dişopînin bê ev qonaxa krîtîk dikare çawa bê derbaskirin. Ji ber ku em li qadê gelek caran li vê pirsê rast tên û dibin muxatabê van pirsan. Li aliyekî hinek hewl didin ku bûyerên li Sûriyeyê bişopînin û têkiliya pêvajoyê pê re dînin. Li aliyê din jî li ser karên komîsyona li Tirkiyeyê pirs têne kirin. Ji aliyê din ve hinek hene van pirsan dikin; ‘Wê çawa bibe? Bi Birêz Ocalan re hevdîtin wê kengî bibe? Wê çawa pêk were?’ Ev hemû nîşanî me didin ku gav nehatiye avêtin. Divê em vê jî bibêjin, berpirsyariya pêvajoyê bi esasî ji Birêz Ocalan re hatiye hiştin, ya ku em dibînin bi vî rengî ye. Ji hevdîtinên têne kirin em vê fêhm dikin. Ev gelekî girîng û gelekî hêja ye. Lê belê divê bersiv ji vê re bê dayin. Bersiva ji bo vê divê neyê derengxistin.
Di dewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan işaret bi rewşa li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Dibêjin QSD bangên diyalogê yên hikumeta veguhêz bê besiv dihêle û meseleya entegrasyona YPG’ê datînin pêşiya hemû mijarên din. Yanî divê entegrasyon welê neyê fêhmkirin ku aliyek bikeve bin serweriya aliyekî din. Entegrasyon divê guherîn û veguherîna herdu aliyan bê dîtin. Dema ku mirov ji vî alî ve lê binere, belê aliyekî xwe ku Tirkiyeyê eleqedar dike heye. Ji ber ku em jî li vir qala entegrasyona demokratîk dikin. Qala yekbûnê, jinûve yekbûnê dikin. Di banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan de bi taybetî işaret bi vê yekê hatiye ikrin. Lê belê em weke têkiliyeke yekser nabînin. Du pêvajoyên cuda ne, du prosedurên cuda ne, du welatên cuda ne, şert û merc cuda ne.”