Li Sancaktepe ya Stenbolê li dijî desteserkirina şaredariyan bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” çalakî hat lidarxistin. Gelek kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin de li Kolana Demokrasiyê hatin ba hev. Girse heta avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê bi pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” û berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwêdana gelan” meşiyan. Berdevka DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan û parlamentera Stenbolê Kezban Konûkçû beşdarî çalakiyê bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li vir axivî û bi bîr xist ku qeyûm derbeyali demokrasiyê ye û got, “Tişta hûn dikin dîktatorî ye, ya hûn dikin faşîzm e.”
‘EM Ê LI BER ZEXTAN SERÎ NETEWÎNIN’
Piştre berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet û adil wan ji Stenbolê heta Êlih û Mêrdînê li dijî êşkence, qetilkin, girtin û zilmê dengê xwe bilind kirine. Dogan, anî ziman ku ew ê li hemberî gef, şantaj û zextan serî netewînin û got, “Em hêza xwe ji heqdariya xwe digirin. Çend desthilat û serokwezîr hatin û çûn, lê têkoşîna hevpar a gelan hîn jî didome.”
‘PÊŞÎ DEV JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BERDIN’
Ayşegul Dogan herî dawî wiha axivî: “Em ji kesên ku her tiştî qedexe dikin re dibêjin, ev rêya hûn dimeşînin ne rê ye. Em ê li kolan û qadan bin. Hûn ê nikaribin me bidin sekinandin, ji ber vê yekê werin û dev ji polîtîkaya qeyûman berdin. Weke DEM Partiyê em dibêjin ku em amadene destê we bigirin. Ji bo aştiya Tirkiyeyê ya adil û bi rûmet bi salan destên me li hewa ne. Lê eger hûn bi destekî destê xwe yê aştiyê dirêj bikin û bi destê din jî qeyûm tayîn bikin, lihevhatina civakî pêk nayê. Ewilî dev ji polîtîkaya qeyûman berdin.