Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: DEDAŞ li herêmê weke Dehaq tê binavkirin!
Rojane

Bakirhan: DEDAŞ li herêmê weke Dehaq tê binavkirin!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser şewatên li Kurdistanê û got: “Dewlet li wir tune ye, em hene ji bo pêçana birînan.” Bakirhan ev tişt jî got: “Em ê ber bi Colemêrgê ve ‘Meşa Rêzgirtina Îradeyê’ lidar bixin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand.

Bakirhan bi şewata li sînorê bajarê Amedê û Mêrdînê qewimî dest bi axaftina xwe kir û şewatê wek “felaketek mezin” bi nav kir. Bakirhan bi bîr xist ku 15 kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek mirov birîndar bûne, bi hezaran heywan-ajal û zindî mirin e û birîndar bûne û wiha got: “Li herêmê belaya DEDAŞ’ê heye. A rast ev yek gelek caran hatiye ziman. DEDAŞ li herêmê wek DEHAQ tê zanîn. Kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje DEHAQ. Çav berdaeye nan, xwarin, kar û barên xelkê û desteser dike. Bepirsiyarê sereke yê vê felakete DEDAŞ e. Bawer bikin dema em çûn, em şaş û metel man. Cotkar nikarin heqê fatûreyên xwe bidin. DEDAŞ jî radibe îcrayê ji wan re dişîne û li zeviyan mal û milkên wan desteser dike. DEDAŞ dîrekên 50 salî yên êzind neguherandiye. Ev nêzî 50 sal in li bajarê kurdan tu razemeniyê nekiriye û ti pere xerc nekiriye. Hin bêtir xwestiye li ser kara xwe karê xwe zêde bike û çav berdaye berîka xelkê.”

Bakirhan destnîşan kir ku DEDAŞ ku xizmetê ji bo gel nake li serê gelê Kurdistanê bûye saziyek xerab û belayê û wiha got: “Zîhniyeta DEDAŞ’ê û qeyûmên tên tayînkirin eynî ye. Ji ber ku Kurdistanê wek mêtingeriya aborî û siyasî dibînin, bi heman ferasetê nêz dibin. Ranta xwe bi dest bixe lê xizmetê hilneberîne. Ne tenê îktidar hiqûqa du alî nîşanî kurdan dide, çi şirketên li Kurdistanê hene jî hiqûqa du alî li ser kurdan dikin. Şirket jî bi nêzîkatiya îktidarê nêzî gel dibin. Dema me xwe gundên şewatê, mirov feryadê û hawarê dikin. Bi sedan mirov li herêmê girêdayî tûpên oksîjenê ne. Ev di raporan de jî hat tespîtkirin. Bi yek carê li cihê ku girêdayî tûpên oksîjenê ne ceyran tê birîn. Carna bi saetan û carna jî bi rojan ceyran nayê berdan. Heke ev ne zilm be lê gelo çi ye? Dema em dibêjin zilma DEDAŞ’ê hinek jî radibin xwedî li DEDAŞ’ê derdikevin. Em ji vê feraseta wan fam nakin.”

Bakirhan diyar kir ku medyaya bi ser AKP’ê ve kêliya ewil şewatê wek “şewitandina pirêzeyan” ragihandiye û piştî lêkolîna Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê derxist holê ku şewat ne ji ber pirêzeyan bûye. Bakirhan bal kişand pêşrapora lêpirsînê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin û got: “Dozgerî jî di rapora xwe ya pêşî de dibêje ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Odeya Tabîban a Mêrdînê piştî şewatê li herêmê lêkolîn pêk anîn. Li Mêrdînê unîteya tedawiya şewatê tune ye. Yanî li bajarekî mezin di vê sedsala 21’an de birînên şewatê nayên dermankirin. Li bajar û navçeyên me ku her tim şewat lê derdikevin lê unîteyên tedawiya şewatê tune ne.” 

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Ez dixwazim ji kesên ku dibêjin şewata pirêzeyan re vê bêjim; li vê salonê mirovên me ku bi çandiniyê û cotkariyê re mijûl in hene. Kî dîtiye ku li nêzî zeviyên ku hê nehatine çinîn, cotkaran agir berdaye pirêzeyên xwe. Çawa dibe ku hê debr di zevî de ye, wê cîran rabin agir bi pirêzeyan bixin? Gelo hûn bûne şahidên tiştek wiha? Tişta ku em dizanin piştî ku hemû debr tê çinîn, gundî pirêzeyên xwe dişewitînin. Meseleyek bi navê şewitandina pirêzeyan tune ye. Dema mesele dibe kurdbûn, ji bo parastina DEDAŞ’ê dibêjin şewitandina pirêzeyan. Dixwazin gundiyan sûcdar bikin. Dixwazin berpirsê vê qetlîamê DEDAŞ’ê bêsûc û bêguneh nîşan bidin. Ji kêliya ewil ve tîmên agirkujiyê yên şaredariyên me Amed, Mêrdîn, Wan, bajar û navçeyan bi hawara xelkê me ve çûn û xwe gihandin cihê şewatê. Ji bo pêşî li agir bigirin çi ji destê şaredariyên me hat, kirin.

Mixabin dema lorîk, zêmar dibin bi kurdî kes naxwaze vî dengî bibihîze. Heta me dît ku hin kesên dixwestin bireqisin dîtin. Me kesên ku nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtine dîtin. Dema ku mijar şewitandina mala kurdan be helîkopterên wan ji bo mudaxileyê tune ne û rêveberên vî welatî çavên xwe lê girtin û guhê xwe xetimandin. Tu amûrek ku wê mudaxileyî şewatê bike li bajarên kurdan tune ne. Ew amûr li cihekî din xizmetê dikin. Çimkî yên ku dişewitin kurd in. Lê li herêmê tiştek din heye. Dema tu serê xwe radikî, sê çar kes tên cem hev, li ser serê wan axir dewrana ÎHA, SÎHA, F-16’an û helîkoptêran e. Yanî ji bo ku zilmê bikin hemû amûrên esmanî bikar tînin. Bifikirin şewatek mezin derdikeve helîkopterên bi şev pêşiya xwe bibînin û mudaxile bike tune ye.

Bivê nevê divê herêma şewatê wek ‘herêma şewatê’ were ragihandin. Hevalên hêja faleketek wisa mezin diqewime, lê serokkomarê vî welatî heta niha tu gotinekê nekiriye. 15 welatiyên vî welatî canê xwe ji dest dan, bi dehan welatî li nexweşxaneyan in, mal û milkê mirovan şewitî ye, bune bûye, faleketek cidî heye. Hema bêje dûmana cihê şewatê ji Riha û Dîlokê tê dîtin lê serokkomarê vî welatî bêdeng maye û temaşeyî şewatê kiriye. Lîderên gelek partiyan jî bêdeng man. Belê bi zanebûn tiştek nabêjin. Ji ber ku yên dişewitin kurd in û erd û debra wan dişewite dengê xwe nakin. Jixwe hûn dijminatiya mirovan dikin qet nebe dijminatiya debr û zeviyên kurdan nekin. Hinek xwedî wîjdan bin. Bila ji vê kêliyê şûn ve kes nebêje ‘em çûne wir û me lêkolînan kiriye’. Bila edebiyata xwişk û biratiyê nekin. Ev xwişk û biratiyek çawa ye me hemûyan baş dît û dizanin. Xwişk û biratî di şewata li Mêrdîn-Amedê de baş hat dîtin û li gorî min ji holê rabûye.

Em ê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve, b, şaredariyên xwe ve li dijî vê dijminatî û nijadperestiyê rabin, têkoşîna xwe berfireh bikin. Dewlet li herêma şewatê nebû. Em li wir bûn û em ê xwe bi xwe birînên gelê xwe bipêçin û derman bikin.

Binêrin ji ber vê zilma ku li me dikin, Tirkiyeyê xistine nava hejarî, feqîriyê. Tenê berpirsiyarek vê feqîriyê heye, ew jî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe ye. 22 sal in nediwestin û ne şerm dikin, her roj dibêjin ‘wê aborî baş bibe’. Niha jî em televîzyonên xwe vekin wê bêjin ‘aborî baş dibe’. Ev 22 sal in heke we vê aboriyê baş nekiribe, ji şûn ve hûnê nikaribin. Qet nebe li xwe mikûr werin û xwe rexne bikin, bêjin me nekaribû. Qet nebe bila mirov hinek ji we bawer bikin.

Her wiha meseleyek din heye. Ev demeke em lê temaşe dikin û dixwazin jê fam bikin. A rast li vî welatî ne asayîbûn û ne jî nerm bûn heye. Tişta ku we jê re got asayîbûn me di Doza Kobanê ya Kumpasê de cezayên ku hatin birîn dît. Jixwe asayîbûnê şirîkê we yê biçûk red kir. Hûn li pey çi ne? Wextê me ku em ê li van çîrokên we temaşe û guhdar bikin nîne. Bêyî ku saniyeyek wext winda bibe, hewcedariya me bi azadî û demokrasiyê heye. Ji bo vê yekê jî hewcedariya me bi t têkoşînek hevpar heye. Di heman demê de ev jî ji bo her kesî banga me ye. Kes ji me mîna berê wê rê û destûrê nede qeyûm û meyûmên we. Viya baş binivisînin. Bedela wê çi dibe bila bibe, em ê şaredariyên xwe biparêzin. Em ê her kesên ku li ber vê zilmê û zordestiyê radibin, biparêzin.

Em ê nesekinin. Di rojên pêşiya me de, bi dû mitîngê re em ê ji serê din ê Tirkiyeyê ber bi Colemêrgê ve ‘Meşa Rêzgirtina Îradeyê’ li dar bixin. Ew rêzê ji me re nagirin û dengê me jî nabihîzin. Em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo ji îradeya gelê Colemêrgê, gelê kurd re rêz were girtin, qîr bikin û bimeşin. Lewma em ê biçin Colemêrgê. Heta ku em rejîm û mêtingeriya qeyûmên îfaskirî ji Colemêrgê û Kurdistanê biqewirînin û bişînin, wê têkoşîna me bidome. Ez gazî hemû aliyan dikim ku xwedî li têkoşîna me derkevin. Me gelek caran got û em dîsa dubare dikin, şaredariyên me rih û xeta me ne. Em ê nehêlin ku van rihên me desteser bike. Bila her kes viya baş bizanibe. Em ê van rihên xwe nedin destê qeyûman û şebekeyên rantxwir. Şaredarî yên gel in, wê her ên gel bimînin. Heke hûn wisa bi xwe bawer in em sindoqan deynin û çi encam jê derkevin em rêzê jê re bigirin.

Aliyekî me bi şewatan, nijadperestiyê re têdikoşe û aliyekî me din jî di nav vê feqirî û belengaziyê de xwe li ser lingan digire. Ji bo em ji vê pergala mêtinger a tarî û zîhniyeta cihêkar a nijadperest rizgar bibin, ji bilî hevhembêzkirinê û mildayîna hev tu şansek me yê din tune ye. Dema em dest bidin destê hev û rabin ser xwe bawer bikin em ê dawî li vê pergalê bînin û wê serkeftin bibe ya me.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li girtîgehên Alanya û Edeneyê êşkence zêde bû
Nûçeya Pişt re Rapora şewatê: Şewat ji têlên ceyranê derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wesayita faşîstekî MHP’yî hate şewitandin

Yekîneya Bersivdanê ya Şehîd Nûrî Yekta ya YPS'ê di 2'ê Çileyê de li Arnavûtkoy a…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi wesîleya cejna Remezanê şehîd hatin bibîranîn

Bi boneya cejna Remezanê gelê Kantona Firatê li ser gorên şehîdan find vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya

Şehîd Dilgeş Ednan ku bi jiyan û têkoşîna xwe ne tenê ji bo Amediyê, lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?