“Konferansa Demokrasiya Xwecihî” ku Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) organîze dike, li Stenbolê kom bû.
Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca pêk hat. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, nûnerên gelek partiyên siyasî û sazî, şaredar, rewşenbîr, akademîsyen û welatî tevlî bûn.
Pankartên bi nivîsa “Bajarê azad, komara azad”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Civaka ekolojîk, xwezaya azad”, “Bi demokrasiya xwecihî avakirina civaka demokratîk”, “Îradeya gel, ne rejîma qeyûm” li salona konferansê hatin daliqandin.
Tûncer Bakirhan li konferansê axivî, bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Li Tirkiyeyê ji her demê bêhtir gef li ser rêveberiyên xwecihî heye. Dema ku komar ava bû jî rêveberiyên xwecihî di bin zextê de bûn. Lê belê bi taybetî piştî sala 2016’an pêvajoyeke nû destpê kir. Zexta navendîbûnê, zexteke cuda ya ku îradeya xwecihî desteser dike ferz kir. Demokrasiya me nexweş e, demokrasiya xwecihî hîn nexweş e.”
Bakirhan bi dewamî got, “Dermanê vî nexweşiyê diyar e. Li welatên bi van êşan, bi xurtkirina demokrasiya pêk tîne.”
Bakirhan destnîşan kir ku demokrasiya xwecihî en tenê rêveberiya xwecihî ıye, di heman demê de demokrasiya li welêt e” û axavtina xwe bi vî rengî dewam kir: “Qeyûm û demokrasî bi hev re nabin, bi aştiyê re qet nabe. Eger îro nîqaş li ser aştiyê tê kirin, hingî pirsgirêkek ‘bê demokrasiyê’ heye. Ne tenê qeyûm, her wiha di vê qanûnên dibin sedema qeyûman jî ji holê bêne rakirin. Demokratîkbûna giştî ji qada xwecihî derbas dibe. Ji ber ku demokrasî herî zêde li cihê rêveberiyên xwecihî tê dîtin. Divê nêzîkatiya ku çareseriyê ji navendê dike, bê terikandin. Divê em demokrasiya xwe ji qada xwecihî ava bikin.”
Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku rêveberiyên xwecihî tê wateya “mafê bajêr û aştiya bajêr” û got, “Aştiya bajêr ne tenê ji aliyê siyasî û dadgerî ve bi aliyên xwe yên çînî jî divê di rojeva me de be. Tirkiye di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Sedema wê jî bêedaletiya parvekirina maldarî û hatineyê ye. Ev yek herî zêde li bajarên mezin têne dîtin.”
‘EDALETEK PÛSÛLAYA PÊVAJOYÊ YE”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Herî dawî bi vekişînê re li Tirkiyeyê veguherîneke dîrokî rû da. Ew ço ji destê wan hêzan hate girtin ku rêxistin û çek ji bo tayînkirina qeyûman weke amûr bi kar dianîn. Divê ev pêvajo bê bilêvkirin û xwedî lê bê derketin. Wê êdî ji bo Ahmet Turk nikaribin bibêjin ‘Endam, rêveberê rêxistinê’. Di nava vê salê de me têkoşîneke mezin meşand, ji bo prêveçûna pêvajoyê. Li gel ku saleek em vedibêjin, hîn jî me nekarî bersiva wateya pêvajoyê biafirînin. Dibe ku pêwendiya vê yekê bi me hebe. Lê belê hinek hîn jî weke pêvajoyeke ‘dan û standinê’ dibînin û hinek jî dibêjin, me bi desthilatdariyê li hev kirine. Lê belê dema ku qeyûm li ser TELE1’ê hate danîn em li wir bûn, dema qeyûm li Stenbolê hate danîn em li wir bûn. Em ne ew partî ne ku bi ya hinekî din dikin. Li cihekî bêhiqûqî hebe em li wir in. Kîjan partî be ji bo me ne girîng e. Ev pêvajo li gel aştiyê serketina demokrasiya xwecihî ye. Ev yek ji bo me demokrasiya bi menzîl e û pûsûlaya wê jî edalet e. Ji bo aştî û hiqûqa vê zemînê, ji bo demokrasiya xwecihî ya vê zemînê bi hezaran berdêl hatin dayin. Em ê vî karê xwe dewam bikin.
‘JI BO MAYINDEBÛNÊ DIVÊ GAVA ŞÊNBER BÊ AVÊTIN’
Ji bo mayindebûna pêvajoyê divê gava şênber bê avêtin. Gava vekişînê ya herî dawî gava herî mezin bû. Lewma divê qanûnên derbasbûnê tavilê bêne derxistin. Piştre jî divê maf û azadî bêne berfirehkirin. Divê yên ku tweetê diavêje neyên girtin, rêveberiyên xwecihî bêne xurtkirin. Qanûna îdareyên taxî tavilê bê guhertin. Yên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin. Bang li welatiyên ji AK Partiyê jî dikim ku li ber vê yekê rabin. Vî gelî yên ku dest danîne ser îradeyê ji holê rakiriye. Ez di wê baweriyê de me ku li ser bingeha yekîtiya demokratîk em ê bi hevkariyê pergaleke xwe dispêre demokrasiya xwecihî diyarî vê xakê bikin. Aştî diyariyek nîne, pêvajoyeke avakirinê ye. Berpirsyariya herî mezin jî ya rêveberiyên me yên xwecihî ye.”
Konferansê bi axaftinan dewam kir.

