Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Em li ber destpêkeke nû ye
Rojane

Bakirhan: Em li ber destpêkeke nû ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî banga ku ji Rêber Apo bê got, "Em di demeke diyarker de ne. Em li ber destpêkeke nû ne ku wê çarenûsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê rojev nirxand.

Bakirhan desteserkirina şaredariyan careke din şermezar kir û got, “Em li pey wê ne ku aştiyê pêk bînin, lê li aliyê din qeyûman tayîn dikin. Gelo ev mejî û feraseta desteserkirin û înkarê wê heta ku derê dewam bike?”

Bakirhan got, “Ev rê ne ti rê ye, dest jê berdin, dest ji qeyûm berdin. Di serî de Qaxizman bila li her deverê îradeya gel şaredariyan bi rê ve bibe.”

EM DI DEMEKE DIYARKER DE NE

Bakirhan bal kişand ser nîqaşên têkildarî ‘pêvajoya nû’ ya li ser meseleya Kurd û got, “Em di demeke diyarker de ne. Em li ber destpêkeke nû ne ku wê çarenûsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne. Em di demeke diyarker de ne ku bandorê li dehan salan bike.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê anî ziman ku ew dikarin ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve biçin û got, “Şert û mercên vê yekê hene. Hinekî ji dil bin, wê di rojên pêş de rojeva bingehîn a Tirkiyeyê bibe ev mijar.”

BALA HER KESÎ LI BANGÊ YE

Bakirhan di dewama axaftina xwe de got, “Bala her kesî li wê bangê ye ku wê ji aliyê Birêz Ocalan ve bê kirin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê anî ziman ku ji çar aliyên cîhanê peyam ji wan re tên û got, “Pirs tên, meraq û kelecanek heye. Bi milyonan mirov dua dikin ku vê carê çareserî pêk were. Bawer bin, Tirk, Kurd, Azerî, Terekeme ferq nake, ji ber ku ev gel êdî aştiyê dixwaze. Ev gel edaletê dixwaze, azadiyê dixwaze, bêyî şer dixwaze bi hev re bijî. Weke ku we jî ji çapemeniyê şopandin heyeta me ya Îmraliyê beriya demeke nêz serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê kir. Danûstandinên girîng kir. Li aliyê din Hevseroka me ya Giştî Birêz Tulay Hatîmogûllari bi heyetekê li Ewropayê karê dîplomasiyê kir. Ne tenê ji Çanakkale heta Enqereyê, em ji Rojhilata Navîn heta bi Ewropa û Awûstralyayê dîplomasiya aştiyê dimeşînin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em hewl didin xwe bigihînin Kurd, Tirk, Elewiyan. Em hewl didin aştiyê vebêjin. Em daxwaza piştgiriya ji bo vê pêvajoyê dixwazin.”

Bakirhan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

“Li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên erênî hatin kirin. Bi birêz Mesûd Barzanî, birêz Bafil Talabanî, birêz Qubad Talabanî, birêz Nêçîrvan Barzanî, birêz Mesrûr Barzanî û endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê birêz Şehnaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtinên girîng kirin. Ji bo yekitiya neteweyî gavên dîrokî hatin avêtin. Ya herî girîng jî ew bû ku ji lîderên girîng ên gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî di hevdîtinê de got ku ew piştgiriyeke mezin didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Ev, seknekî dîrokî ye. Kurd bi hev re ne. Tevî polîtîkayên we yên cihêkariyê jî birêz Mesûd Barzanî û siyasetmedarên Herêma Kurdisetanê gotin ku ew bi aştiyê re ne û piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Qîmetê bidin vê sekna dîrokî.

Ji Hewlêrê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Kobanê û Kirmaşayê, gelê Kurd dibêje ‘ez ji bo aştiyê amade me.’ Çi dîmeneke xweşik e. Hemû gelên Tirkiyeyê dibêjin ‘bila aştî bibe.’ Her kes li benda aştiyê ye, kolan amade ne, civak amade ye. Ji her çar aliyên cîhanê xelk piştgiriyê didin çareseriyê. Baş e gelo îktîdar ji bo aştiyê amade ye? Heke amade bin, em dikarin pêşeroja demokratîk a gelan bi hev re ava bikin. Em dikarin komara demokratîk ava bikin. Bila kesek ji bîr neke. Li welatekî ji maf û azadiyan bêpar ne dewlet ne jî mirov dilxweş dibin. Bi sala ye li vî welatî ne ax, ne dar û ber ne jî mirov dilxweş nîne. Rêya dilxweşiya ax û mirovan demokrasî ye.

Em di salvegera hewldana darbeyê ya 28’ê Sibatê û Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê de ne. Di 28’ê Sibatê de hem demokrasî ji holê hate rakirin hem jî di pirsgirêka Kurd de hêviya aştiyê çêbû. Birêz Erdogan di kongreyê de digot; ‘Dara ji koka xwe xeyîdî nikare şîn bibe.’ Kerem bikin em bi hev re vî welatî jinûve şî bikin. Em li xalên hevpar bên gel hev. Ji bîr nekin ku dîrok ne tenê eynika rabûrdiyê ye, her wiha eynika îro ye. Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ew e ku hûn li eynikê binêrin. Werin em li Destûra Bingehîn a 1921’ê binêrin. Gelek kêmasiyên wê hene lê yekemîn destûra bingehîn e ku rêveberiyên herêmî esas digirt. Bi taybet jî ji mafên gelê Kurd û gelên din re rêz digirtin, rêz ji bo rêveberiyên herêmî digirtin. Hedefa me demokrasî, rêbera me bila aştî be.”

‘EM HÊVÎ DIKIN KU BI DÎMEN BE’

Piştî axaftina li komê Bakirhan bersiv da pirsên rojnamevanan.

Rojnamevanan gotina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku digot “Divê peyama Rêber Apo bidîmen be” ji Bakirhan pirsîn.

Bakirhan, got: “Qendîlê daxuyanî daye. Em jî dibêjin ku ji bo bêhtir bitendurist û bêhtir pêbawer be, hêvî dikin peyam bidîmen be. Dê îktîdar û birêz Ocalan bi hev re biryara vê bidin. Ev, meseleyên teknîkî ne û dikare rêyek jê re bê dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku desthilatdar ji bo bêhtir pêbawer be dê di vê mijarê de gavan biavêje.”

Rojnamevanan gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “Peyama bidîmen di mewzûatê de nîne” bi bîr xistin. Li ser vê yekê Bakirhan, got: “Di gelek mijaran de mewzûat tên binpêkirin. Nêzikatiyên cuda jî tên pêşxistin. Em dibêjin ku bangekî dîrokî ye û divê li gorî cidiyeta bangawaziyê jî formûlek bê peydakirin. Li gorî min dê were dîtin.”

Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî dîroka bangawaziya Abdullah Ocalan jî ev bersiv da: “Dê bangek were kirin û dê di demekî nêz de be. Ji bo dîroka wê ez nikarim niha tiştekî bibêjim.” Pirsa “Gelo ji bo hevdîtinê serlêdan hatiye kirin an na?” jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Niha serlêdan hatiye kirin. Nikarim li ser navê wan tiştekî bibêjim.”

Piştî van gotinên Bakirhan, gelek nûçe hatin weşandin û hat gotin ku ji bo hevdîtina sêyemîn serlêdan hatiye kirin.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê jî têkildarî mijarê agahiyek parve kir û got ku serlêdan nehatiye kirin û Bakirhan ev rewş tenê weke “îxtîmalekê” vegotiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku amadekariyên ji bo serlêdanê didomin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket
Nûçeya Pişt re HPG: Hêza ku li Guherzê kemîn danî, tîma kontra ya taybet bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şîna Azîz Koyluoglu: Dewleta Tirk sûcê şer kir

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di şîna rojnamevan Azîz Koyluoglu yê ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (282)

Barudoxî Komelgey Kurdî le Qazaxistan(6)Qazî: Ey pêwendî legel Başûr çone? Le duway helbjardin le Başûr…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin

Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di şerê li Swêdayê de bîlançoya nû: 89 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li bajarê Qum ê Îranê teqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?