Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Kongre ji bo çareserî û aştiyê firsendeke pir girîng e
Rojane

Bakirhan: Kongre ji bo çareserî û aştiyê firsendeke pir girîng e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir deriyê pêvajoyeke ku bi salan xeyala wê dihat kirin, hate vekirin û got, “Biryarên ku 12’ê Gulanê hatine eşkerekirin, ji bo çareseriya demokratîk şansek e, ji bo aştiyê derfeteke pir girîng e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakırhan li Meclisê di civîna koma partiya xwe de, geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di seri de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Bakırhan, şöyle dedi: “Zimanê me her tiştê me ye. Divê her gel hînî zimanê xwe bibe. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e.” Bakirhan, bi boneya salvegera Komkujiya Somayê, kesên di komujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got dê doza wê bişopînin.

Bakırhan, diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de ne û deriyê pêvajoyeke ku bi sala ye bi hêviyeke mezin li bendê ne hatiye vekirin. Bakırhan, şöyle dedi: “Gelê me bi sala ye bi xeyala vê rojê dijiya. Hesreteke wan a mezin j bo aştî û bakımseriyê heye. Deriyê wan rojan nefret vekirin. Ji niha ve li meû gelên Tirkiyeyê bixêr be. Hêvîdarim bi aştî, hemwelatiya wekhev tacîdar bibeû em jî diyariyî 85 milyon welatiyan bikin. Dilê 86 milyon kesan ji bo aştiyê lê dide. Di geşt, serdan, civîn û mitîngên me yên piştî daxuyaniyan hatine kirin de em bûn şahid ku gel bi hesreta aştiyê dijî.

Bi dehan sala ye gelên me hêviya xwe parastin û tevî hemû zextan jî hêviya xwe mezin kirin. Ama hiçbir zevkim yok ve bi milyonan kes li bendê de ne. Helbestvanê Kurd Pîremêrd dibêje; ‘Dibêjin sal 12 meh in lê hûn ji min bipirsin; min hinek meh dîtin ku bi bedeli 14 salan bûn.’ Me Kurdan jî di van 40 salên dawî de jin rojên wisa jiyan ku bi zilm, êş û zextan her yek ji wan mina salekê derbas bûn. Hêvîdarim em jî rojên xwe weke rojekê, bêêş, bêşer, bêpevçûn bijîn. Onun roja em li benda aştî û careseriyê mîna salekê dirêj bû. Xwedê êdî wan rojan bi nesîbê tu kesekî neke.

Hevalên hêja; PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xistû di 12’ê Gulanê de jî biryarên kongreyê aşkera kir. Ev kongre û biryarên wê, ji bo bakımıseriya demokratîk şensek eû ji bo aştiyê firsendeke pir girîng derxistiye holê. 12’ê Gulanê êdî li Tirkiyeyê dê ne weke rûpelekê salnameyê, dê weke roja destpêka sivikkirina barê rabûrdiyê li dîrokê cih bigire. Me bi saya hevalên xwe yên têkoşiyayîn, kesên bedel dayin, yên canê xwe ji dest dane û bi saya duayên dayik û bavên xwe, xwe gihand van rojan. Ez hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi minetû bi rêzdarî bi bir tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Em soz didin wan ku dê ala wan a aştî, demokrasî û azadiyê bilindtir bikin.”

Duh, li Tirkiyeyê yek ji rojên dîrokî yên Rojhilata Navîn hate jiyîn. Ev pêvajoya ku ji 27’ê Sibatê heta 12’ê Gulanê domiya, bidawîbûna serdemekê û destpêka serdemeke nû ragihand. Veguherîna bi pêşengtiya birêz Ocalan, hem ji hêla dîroka siyasî ya Kurd hem jî ji hêla dîroka Tirkiyeyê ve yek ji bûyerên herî bibandor bû. Têkoşîna ku bi bedelên mezin hate daomandin, êdî cihê xwe ji çareseriya meseleyê û avakirina civaka demokratîk re dihêle. Ev biryar; di heman demê de avakirina zemîna demokratîk a têkiliyên Kurd û Tirkan, mezinkirina fikra welatê hevpar û pêşxistina çareseriya aştiyane ye. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo civaka Tirkiyeyê û raya giştî ya navneteweyî jî peyameke girîng e. Piştî van bang û biryaran, berpirsyartiya dikeve ser milê 86 milyonan ew e ku em bi awayekî xurt xwedî li maf û pêşeroja xwe derkevin, soza xwe mezin bikin û îradeyeke siyaseta demokratîk derdixîne holê raber bikin.

Peywira siyasetê pir zelal e. Mayindekirina pêvajoya aştiyê, sererastkirinên di qanûn û hiqûqê de, berpirsyartiyeke mezin a siyasetê ye. Ya ku dikeve ser milê raya giştî ya navneteweyî jî ew e ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

Bakirhan, daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot; “hewceye bi gavên siyasî û hiqûqî siyaset were xurtkirin” bi bîr xist û got ku ew qedir didin van gotinan. Bakirhan, ji bo gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku digot “Ji bo aştiyeke civakî ya mayinde divê gavên jidil û hiqûqî bên avêtin” jî anî ziman ku ew gelek qîmet didinê.

Bakirhan, destnîşan kir ku ew di ferqê de ne ku rêyeke zor û zehmet li pêşiya wan e lê dê bi saya îradeya siyasetê, baweriya ciwanan, hêza jinan û bi duayana aştiyê bînin welêt. Bakirhan, anî ziman ku dema mezinkirina qedera hevpar û xwişk-biratiyê ye û got: “Êdî divê tu kes ne li gel mirinê lê li gel aştiyê cih bigire. Yên ne li gel aştiyê jî em ji wijdana we re dihêlin. Mirov fêm nake bê ka çima ne li gel aştiyê ne. Şerekî çekdarî bi dawî dibe lê em dibînin ku hin kes aciz dibin. Ev ew kes in ên bi xwînê xwe xweyî dikin. Xwedê aqilî bide wan. Îşala dê di demên pêş de bikevin ferqa xeletiyên xwe.

Divê hewldana me tenê di gotinê de nemîne. Di gotinên pêşiyan ên Kurd de dibêjin ‘Gotin rehet e lê çêkirin zehmet e. Werin em bi hev re çêkin, aştiyê pêk bînin.’ Êdî her gotin hate kirin û niha dema kirinê ye. Werin em bi hev re bişêwirin û vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin.  

Bêguman em ê rabûrdiya xwe ji bîr nekin û hevrû bibin. Lê bêyî ku bi rabûrdiyê re bizeliqin em ê hewl bidin Tirkiyeyeke demokratîk, aştiyane ava bikin. Ji bo vê tenê cisaret û biryardarî lazim dike.

Navnîşana aştî û çareseriyê Meclis e. Birêz Ocalan jî bal kişand ser Meclisê. PKK’ê jî di danezana kongreya xwe de bal kişand ser Meclisê. Em jî dibêjin bila Meclis guh bide dengê aştiyê yê gel. Di serî de Meclis, divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Êdî kesek nikare ji vê pêvajoya dîrokî bireve.

Heke çek bêdeng bibin, wê demê divê siyaseta demokratîk biaxive û astengiyên li pêşiya wê bên rakirin. Divê dewlet êdî ne avadaniyeke kontrol dike, ceza dike be. Divê bibe avadaniyeke edaletê pêk tîne û azadiyan cîbicî dike be.”

Bakirhan, bi domdarî spasiya Rêber Apo kir û got: “Di pêşxistina vê pêvajoya dîrokî de berpirsyartiyeke mezin li xwe girt.” Her wiha Bakirhan spasiya Devlet Bahçelî, Tayyîp Erdogan, Ozgur Ozel, Alî Babacan, Ahmet Davutoglû, serokên din ên partiyên muxalîf, pêkhateyên partiyê, endam û xebatkarên partiya xwe, gelê Kurd, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk kir. Bakirhan, got ku dê aştî ji ber xwe ve neyê û got: “Aştiya Tirkiyeyê, temînata aştiya Rojhilata Navîn e.”

 
YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn
Nûçeya Pişt re NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike

Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach da zanîn ku, rewşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

316 xwendevanên Zanîngeha Kobanê derçûn

Li Kobanê ji bo 316 xwendekaran, li Stadyuma Şehîd Bawer Agir şahiya derçûnê bi dirûşma…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li Rojhilata Navîn dema qala aştiyê tê kirin wext hêdî diherike û astengî derdikevin’

Rojnamevan Ramazan Ozturk ku li 107 welatên cîhanê şahidiya şerî kiriye, got: ‘’Li Rojhilata Navîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?