Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersiv da pirsên Servîsa Erebî ya ANF’ê û anî ziman ku yek ji xusûsên ku Rêber Apo bi giranî li ser disekine ew e ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke biryardanê ya krîtîk de ye.
Di destpêka axaftina xwe de Bakirhan işaret bi gava herî dawî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir ku 26’ê Cotmeha 2025’an eşkere kir ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne û got, “Ev roj ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girîng e, ne tenê ji bo Tirkiyeyê. Ev dîrok nîşaneya destpêkê ya şênber a wê yekê ye ku şerekî sed sal in dewam dike dikare bi aştiyê bi encam bibe. Ezmûna herî mezin a ku Tirkiye di sedsala duyemîn de lê rast hat, lêgerîna çareseriya meseleya Kurd li ser zemîneke demokratîk e.
Tifaqa Cûmhûr ku AKP û MHP di nav de ne û beşeke girîng a muxalefetê eşkere kirin ku ew piştgiriyê didin vê gava dîrokî. Lê belê eger em ji dil bibêjin; ev gava ku tevkariyeke ewqasî mezin a erênî li paşeroja Tirkiyeyê dike, bi qasî ku tê xwestin nayê nirxandin. Em ê biryardariya rasteqîn rojên pêş di gavên pratîkî de bibînin. Gotina li ser çareseriyê hêja ye, lê belê têrê nake; ji bo aştiya mayinde pêwîste gavên şênber û wêrek bêne avêtin.”
Ji bo pirsa “Biryara vekişînê ya PKK’ê divê çawa bê fêhmkirin, ev biryar kîjan derfetan pêşkêşî çareseriyê dike?” Tûncer Bakirhan ev bersiv da:
“Pêşketineke welê ye ku aştiyê xurt dike, dikare herikîna dîrokê biguherîne. Motîvasyona li pişt vê daxuyaniyê eşkere ye: Şerê li Rojhilata Navîn diqewime gefê li paşeroja Tirkiyeyê û Kurdan dixwe. Em neçar in ku vê rêveçûnê bişikînin.
Pêvajo ji du qonaxên bingehîn pêk tê: Qonaxa destpêkê pêvajoya derxistina çekan a ji navberê bû. Qonaxa duyemîn jî avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê ye. Ev qonaxa duyemîn dibe ku hîn krîtîk be.
Ev gava dîrokî pênc perspektîfên esasî pêşkêşî me dike: Ya yekemînn aliyê siyasî ye: Ji guherîneke radîkal wêdetir guherîna paradîgmayê ya li ser bingeha pêvajoya ‘veguherîna stratejîk’ temsîl dike. Armanc jî entegrasyoneke demokratîk a navbera Tirkan û Kurdan e.
Ya duyemîn aliyê sosyolojîk e: Armanc jê ew e ku bi beşdariya derdorên gelekî cuda ahengiya civakî jinûve ava bike û pêvajo ji du aktorên bingehîn wêdetir bimeşîne. Ev yek pêvajoyeke gel e, divê tevahiya civakê vehewîne.
Ya sêyemîn, aliyê hiqûqî ye: Ji bo yên ku dest ji çekan berdan e ‘Hiqûqa derbasbûnê’, ji bo tevlîbûna sivîl ‘Qanûnên entegrasyona demokratîk’ şert e. Pêvajoyeke bêhiqûqê mayinde nabe.
Ya çaremîn, aliyê çareseriya şer e: Muzakere li şûna înkarê, têkoşîna demokratîk li şûna têkoşînan çekdarî esas e. Di vir de gelekî pêwîst e ku siyaseta demokratîk bê ewlekirin.
Ya pêncemîn, aliyê herêmî û navneteweyî e: Ev pêvajo xwedî potansiyeleke welê ye ku dikare bandoreke yekser li Sûriye û Iraqê bike, tevkariyê li aramiya herêmê bike û têkiliyên navneteweyî baş bike. Avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn wê bi kêrî gelên herêmê hemûyan bê.
Weke encam jî dixwazim vê yekê bibêjim: Ji bo mayindebûna aştiyê pêwîstî bi berpirsyariyê heye û ev berpirsyarî jî êdî li ser milê me hemûyan e. Weke ku di gotineke pêşiyan a Ereb de tê gotin, ‘Şer bi gotinê destpê dike, lê aştî jî bi gotinê destpê dike’. Li cihê ku şer qediya ye divê diyalog û muzakere destpê bike. Ji her beşa civakê divê mirov tevlî vê pêvajoyê bibe. Niha dem ew dem e ku bawerî bê avakirin û îradeya jiyana bi hev re bê xurtkirin.”
Hevserokê DEM Partiyê piştgiriya cîhana Ereb a ji bo pêvajoya aştiyê û girîngiya bersiva li banga Rêber Apo bi vî rengî nirxand:
“Ev mijar gelekî girîng û stratejîk e. Meseleya Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, di heman demê de yek ji pirsgirêkên herî kronîk û bingehîn ên Rojhilata Navîn e.
Kurd li nava çar welatên Rojhilata Navîn dimînin: Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye. Nifûsa wan zêdeyî 50 milyon mirovî ye. Mixabin ji bilî Iraqê li sê welatan mafên bingehîn û hiqûqa Kurdan nîne. Li parçeyekî bi salan li înkarê, li parçeyekî li bênasnamehiştinê, li parçeyekî din jî li îdam û zextên bi rêk û pêk rast hatin. Ev polîtîka li herêmeke gelekî krîtîk a Rojhilata Navîn bû sedema krîzên giran, şer û kaosê.
Li Tirkiyeyê ku Kurd herî zêde li wê derê ne, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi salan e Kurd di nava lêgerîneke cidî de ne. Herî dawî banga Birêz Ocalan a ji bo meseleya Kurd ji ser zemîna şer derbasî ser zemîn asiyasî û hiqûqî bike, li tevahiya cîhanê deng veda. Em gelekî kêfxweş in ku cîhana Ereb jî piştgiriyeke mezin da vê bangê.
Cîhana Ereb xwedî tecrûbeyeke dewlemend a jiyana bi hev re ya civakên olî û etnîkî yên cuda ye. Ji Endulusê heta bi Bexdayê, ji Şamê heta bi Qahîreyê şaristaniya Ereb nîşan da ku pirrengî çawa dikare bê birêvebirin. Ev tecrûbeya dîrokî ji bo çareseriya meseleya Kurd gelekî hêja ye.
Çareseriya meseleya Kurd ku pirsgirêkeke herêmî ye, dema ku dînamîkên herêmê piştgiriya wê bike, hingî wê di asta dîrokî de bi pêş ve biçe. Ji ber ku têkiliya Kurd û Ereban xwe dispêre dîrokeke ji hezaran salî. Kurd û Ereb bi hezaran sal in bi hev re ne, çandeke hevpar afirandin. Mîrateya Selaheddîn Eyyûbî sembola herî bedew a vê xwişk û biratiyê ye.
Bi heman rengî têkiliya Kurd û Tirkan jî gelekî kûr e; bi sedan sal in em heman erdnîgariyê parve dikin. Têkiliyên Kurd û Farsan bi heman rengî xwedî kûrahiyeke dîrokî ne. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e ku ev têkilî li ser zemîneke demokratîk bê rûniştandin.
Li Rojhilata Navîn bi têra xwe xwîn rijiya û gelekî êş hate kişandin. Êdî dema jiyaneke xwişk-biratî û aştiyê ye. Jiyaneke azad û wekhev a li ser zemîneke demokratîk a gelên Tirk, Kurd, Ereb û Fars ji bo aramî û paşeroja herêmê şert e. Birêz Ocalan diyar kir ku eger ev pêvajo bi ser bikeve wê cîhana Ereb jî qezenç bike û Rojhilata Navîn a demokratîk wê bi gelên herêmê hemûyan bi rengekî hevpar karibe bê avakirin.
Divê em vê firsenda dîrokî ji dest bernedin. Piştgiriya cîhana Ereb ji bo serketina vê pêvajoyê di asteke krîtîk de girîng e û em bi minetdarî vê piştgiriyê pêşwazî dikin.”

