Balafireke veguhestinê ya leşkerî ya Rûsyayê dema ku li ser Nîvgirava Qirimê difiriya kete xwarê. Ajansa nûçeyan a Rus Tassê li gorî agahiyên ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wergirtî ragihand ku di qezayê de 29 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, têkiliya bi balafira leşkerî ya bi tîpa An-26 roja Duşemê bi dema Moskowayê saet di 18:00 de qut bû.
Piştî ku balafir ket, tîmên lêpirsînê yên ser bi Wezareta Parastinê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji kesên jiyana xwe ji dest dan 23 jê rêwî, 6 jî personel bûn.
Rayedaran gotin, di enqaza balafirê de heta niha nîşaneyek ji êrişê yan jî destwerdaneke ji derve nehatiye dîtin.
Li gorî nirxandinên destpêkê dibe ku qeza ji ber pirsgirêka teknîkî be.

