Baroya Amedê têkildarî lêpirsîna têkildarî Narîn Gunar a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj piştre hatibû dîtin, li avahiya baroyê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di daxuyaniyê de wiha got: “Di çarçoveya lêpirsînê de biryara qedexeya weşanê û nepenî hebû. Divê mirov nepeniya lêpirsînê û qedexeya weşanê tevlihev neke. Hinek derdorên medyayê îfadeyên ku ‘nepeniya dosyayê’ binpê dikin parve kirin. Tu dibêjî ‘ji bo Narînê edalet’ lê îfadeyên di girtekê parve dikî û ev yek jî dê me ji faîlan dûr bixe. Bi rêbazên ku em di çarçoveya mafê nûçeyê de nanirxînin, em ji hêla pîşeya çapemeniyê ve etîk nabînin, bi rojan ev îfadeyên girtekan hatin parvekirin. Raya giştî dixwaze têkildarî Narînê agahiyên bitendurist bigire. Vê rewşê bandor l i raya giştî ay welêt kir û di nava civakê de hestiyariyeke ku êdî ji van bûyeran re bibêje ‘bes e’ pêş ket. Ev hestiyariye, biqîmet û watedar e.”
Eren, da zanîn ku ji kêliya destpêkê ve weke baroyê ew pêvajoya lêpirsînê dişopînin û ev agahî parve kir: “Em ji bo parastina serdestiya hiqûqê hene. Bi sala ye Baroya Amedê daxilî dosyayên zarokên mîna Narînê bû. Ji îro ve jî Baroya Amedê ji bo faîl cezayê heq dikin bistînin, weke miştekî me serlêdan kir. Ji ber ku endamên malbatê gumanbar in, Baroya Amedê bi awayekî fermî weke miştekî serlêdana xwe kir.”
Eren, destnîşan kir ku dema Narîn winda bûyî ji ewil Enes Guran hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş dizanin ku di bûyerên bi heman rengî de endamên malbatê yan jî cîran weke faîl û gumanbar in. Lê ne hêzên ewlekariyê ne jî meqamên lêpirsînê serî li gumaneke wiha nedan. Li ser îxbar û îfadeyên şahidên derew, weke ku Narîn hatibe revandin nîşan dan. Li gorî me ev yek kêmasî û binpêkirin e. Me her tim bal kişand ser vî alî. Cara ewil e ez vê bi çapemeniyê re parve dikim. Bi pêwendiya me bi Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê re danî re em bi tu awayî bi gund re neketin nava pêwendiyan. Careke din bi tecrûbayan derket holê ku em mafdar in. Weke kesekê ku hîs dike gelek xeletiyan zirar daye lêpirsînan, Enes Guran bi şopên li ser destê wî hate binçavkirin. Di heman rojê de birin Stenbolê. Li ser destên wî şopên neynûkan, serûçavên wî reşûşûn bûbûn. Lê bêyî ku lê binêrin bê ka mînakên DNA’yê yên kesekê din li ser hene yan na, lêkolîn kirin. Dibe ku ew aydê Narînê bûne yan jî aydê wê nebin. Rojek piştre jî dayik weke gumanbar hate binçavkirin û piştre berdan. Mînakên DNA’yê di wesayîta apê wê de hatin dîtin. Piştre hate binçavkirin û girtin. Di 8’ê îlonê de jî cenazeyê Narînê li rex rûbarî hate dîtin û derheqê 23 kesan de biryara binçavkirinê hate dayin. Yek ji wan mela bû û piştî îfadeyê hate berdan. Nevzat Bahtiyar jî di heman rojê de hate binçavkirin. Çapemeniyê, Nevzat weke îtîrafkar, şahidê nepen nîşan da. Hat tespîtkirin ku agahiyên Nevzat parvekirin rast nînin.”
Eren, got ku daxuyaniya fermî ya ewil di 25’ê tebaxê de ji hêla Walîtiya Amedê ve hate kirin û ev tişt anî ziman: “Piştî mînakên xwînê hatin dîtin, hat ragihandin ku mînakan xwînê aydê zarokekê taxê yê xwîn ji poza wî hatiye ye. Em hêj jî li benda encamên mînakên xwînê ne. Ev daxuyanî li gorî çi hate kirin? Em dibînin ku li ser beyanên gundiyan ev daxuyanî hatiye dayin. Em dikarin bibêjin ku li ser gotin û arastekirinên keya û şahidên din, raya giştî hatiye arastekirin. Dîsa dewletê daxuyaniyek da û got ku dê Narîn were dîtin. Gelo daxuyanî li gorî kîjan geşedanê hate dayin? Yek dosya û îfadeyek li dosyayê nehatiye zêdekirin. Xala herî girîng jî ew e ku Baroya Amedê tenê yek ewraq jî ji meqamên lêpirsînê û hêzên ewlekariyê wernegirt. Parêzerên me gotin ku wergirtina van belgeyan mafê wan e lê ji ber îxtîmala ku ev belgeye bi raya giştî re bên parvekirin, me jê rîca kir. Weke serokê baroyê ez tev li otopsiyê bûm. Herkesî girtekek parve kir û jê re gotin rapora tipa edlî. Ev ne rapor e, girtek bû. Tespîta rewşê ya 3 dozgeran bû.”
Eren, axaftina xwe wiha domand: “Têkildarî hestî û lingê Narînê de daxuyanî hatin dayin. Îfadeyên Nevzat hene. Dibêje ku lingekî Narînê li derve maye, benê çenteyê wê jê kiriye û deriyê tûrikî girêdaye. Rast e ew ling jê bûbû. Lê dixwazim bibêjim ku li ser wî lingî tu goşt tune bû. Dê sedema qutbûna wî lingî bi raporê teqez bibe. Goştê li ser lingê wê nemabû û dibe ku zindiyekî temas kiribe.”
Eren, li ser pirsa “Anku sewalekî ji derve mudaxile kiriye?” jî ev bersiv da: “Cenazeyê di tûrikî de deforme bûbû lê hebûna xwe parastibû. Lê li ser lingê wê yê li derve goşt tune bû.”
Eren destnîşan kir ku Salîm Guran ê di çarçoveya lêpirsînê de ku ewil hatibû girtin divê demildest dîsa îfadeyên wî bên girtin û got: “Me wek baroyê ji darazê daxwaz kir ku îfadeyên Salîm Guran ji nû ve bên girtin. Hê bersiva me nehatiye dayîn.”
Eren da zanîn ku girtekên îfadeyan ku wan wergirtiye hemû îşaret kirine û îfadeyên hatine belavkirin ne bi destê wan belav bûne û got ku dozger û serdozger jî di ferqa vê yekê de ne. Eren anî ziman ku beşek îfadeyan li ser çapemeniyê hat belavkirin.
Eren da zanîn ku nemaze roja 29’ê tebaxê ku Enes Guran hat binçavkirin li gund civîn hatine lidarxistin û got: “Di îfadeyê de hat dîtin çawa hatine arastekirin. Me dît ku ji aliyê kî ve îfade çawa hatine dayîn. Şiklê qewimandina bûyerê û agahiyên cih û dema bûyerê bi hev re dikevin berovajiyê. Di vê çarçoveyê de hemû îfade bi hev re bi nakokî ne. Ez wek parêzerkî dibêjim; di encama vê lêpirsînê de wê faîl derkevin holê. Heke ku roja ewilî ji malbatê bi ketina gumanê wê Narîn bihata dîtin.”
Eren bal kişand ser nîmûneyên DNA’yê ku ji Narîn Guran hatine girtin û da zanîn ku 91 nimûne ji Narînê hatine wergirtin, şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û li benda rapşora entolojîk in. Eren anî ziman ku têkildarî sedema mirina Narînê tu raporek di dosyeya wan de nîne û hê jê tê lêkolînkirin.
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU SER DOSYEYÊ BÊ GIRTIN’
Eren bersiva pirsên têkildarî belgeyên hatine belavkirin da û got: “Ji bo ku belavkirina van îfadeyan zirarê nedana lêpirsînê divê nehatine parvekirin. Ev parvekirin derveyî agahiyên me çêbûne.”
Eren bersiva pirsa der barê beyanên Fermandarê Cendirmeyan Selçuk Yildirim de jî da û got: “Li gorî min li dosyeya lêpirsînê nehatiye zêdekirin. Min vê yekê ji dozgeriyê pirs kir, dozgeriyê jî got ku di destê wan de tu agahiyek şênber û belgeyek nîne. Ez hêvîdarim ew bi xwe paşê der barê vê yekê de daxuyanî bide.”
Eren têkildarî sergirtina dosyeyê jî got: “Wê Baroya Amedê destûra vê yekê nede ku dosye di tariyê de bimîne û serê were girtin.”