Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bavê Rûken: Serê me bi şehadeta wê bilind bû
Rojava

Bavê Rûken: Serê me bi şehadeta wê bilind bû

Felemez Zawî bavê Rûken Zelal ku di çalakiya fedaî de bi Sara re şehîd bû, anî ziman ku keça wî ji bo gel, welat û azadiya welatê xwe canê xwe feda kiriye û got, "Em bi şehadeta wê serbilind bûn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Rûken û Sara bi hev re dest bi têkoşînê kirin, bi hev re li ber xwe dan û bi hev re şehîd bûn.

Rûken Zelal bi Sara Tolhildan Goyî re di 26’ê Îlona 2023’an de li Mersînê çalakiya fedaî kir. Bavê Rûken Zelal Felemez Zawî di salvegera şehadeta keça xwe de ji ANF’ê re axivî. Felemez Zawî anî ziman ku weke malbat ji destpêkê ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ne, deriyê wan timî ji PKK’iyan re vekirî ye û got, “Bawerim sala 1992’an bû. Rojekê hevalan ji min re gotin, ‘Tu dixwaze Rêber Apo bibîne?’ Min jî got, bêguman dixwazim bibînim. Em komek ji 30 kesan ji bo dîtina Rêber Apo çûn Helebê. Me berê Rêbertî qet nedîtibû. Dema ku mirov carekê Rêber Apo bibîne nikare dest ji xet û rêya wî berdin. Rêbertî ev têkoşîn ji bo azadiya bindestan û mafên wan da destpêkirin. Gelekî ku maf, welat, ziman û çanda xwe neparêze nikare li ser piyan bimîne. Tevgera Azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, tevgereke ku rûmeta mirovahiyê, demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê diparêze. Ji roja ku min dît û vir ve min soz da ku ti carî ji xeta Rêbertî şaş nebim. Heta ku zarokên min û zarokên wan hebin, wê xwedî vî fikrê Rêbertî bin. Em sax bin an jî bimirin, em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Bi salan em jî, zarokên me jî bi vê felsefe û baweriyê jiyan û em ê jiyana xwe bi vî rengî dewam bikin.

RÛKEN BI TERBIYEYA PARTIYÊ MEZIN BÛ

Rûken jî bi terbiyeya vê partiyê mezin bû. Dema ku heval dihatin malê hurmeta wan, nêzîkatiya wan a li mirovan û hezkirina wan a ji zarokan re gelekî cuda bû. Ji ber vê jî zarokan jî timî ji wan hez dikirin. Vê yekê bandoreke cidî li karakterê zarokan dikir. Rûken jî bi vî rengî mezin bû. Bandor li tevahiya jiyana wê kir. Li dibistanê xwendekareke serketî bû û ji aliyê hevalên xwe ve dihate hezkirin. Li malê, li nava xwişk û birayên xwe, li taxê dihate hezkirin. Di asteke serketî de xwe gihand pola 9’an. Bi pileyeke serketî dibistan qedand. Xwest dewam bike, lê belê sala 2011’an Sûriye tevlîhev bû, salên destpêkê yên şoreşê bû. Me her roj şehîd didan. Meş, çalakiyên gel çêdibûn. Rûken tevlî merasîmê şehîdan û meşan dibû. Rojekê hat malê û ji min re got, ‘Bavo min rahişt çekê’. Ev yek bi rastî jî bi xweşiya min çû û min jê re got, ev bar giran e, ne hêsan e û zehmet e mirov ji bin rabe. Ji min re got, ‘Bavo bila serê te bilind be, haya min ji her tiştî heye û ez bi zor û zehmetiyên wê zanim. Bila dilê te rehet be ez ê ji bin rabim û bi ser bixînim’. Dema ku hevalan xwestin bên ji min re bibêjin, Rûken got, ‘Hûn ê çima ji bavê min re bibêjin. Hîn beriya ez ji dayik bibim deriyên mala me li şervanên vê şoreşê re timî vekirî bû. Ev wezîfeya me ye û em ê vê bikin’. Ji xwe bi ya xwe kir, ew bi xwe hat, ji min re got û ya ku ji min re ma ew bû ku jê re bibêjim ‘rêya te vekirî be’.

EM BI WATEYA ŞEHADETÊ ZANIN

Piştre demeke dirêj min ew nedît. Dayika wê li min geriya û got, Rûken bi hevaleke xwe ya bi navê Sara hatiye malê. Hingî gelekî kêfxweş bûbûm. Ji bo me Sara jî êdî zaroka me bû. Me ti carî cudahî nexist navbera wan. Demeke dirêj man û piştre çûn. Me êdî agahî jê negirt heta ku agahiya şehadetê ji me re hat. Em malbateke welatparêz in û baş bi wateya şehadetê zanin. Ji bo me Rûken mîna hemû hevalên xwe bû. Weke wê bi hezaran ciwanan canê xwe feda kirin. Biryar dan ku ji bo welatê xwe têbikoşin û şehadet dan pêş çavên xwe. Dijmin ti carî nahêle mirov rehet be, eger mirov dixwaze bigihêje armanca xwe divê her tiştî bidin ber çavên xwe. Rêberê me 25-26 sal in dîlgirtî ye. Destûrê nadin ku parêzerên wî jî wî bibînin. Her mirovekî welatparêz dema ku mafê xwe bixwaze bêguman wê berdêla vê bide.

EM TI CARÎ NEFIKIRÎN KU BIREVIN

Ti welat bi hêsanî nehatiye bidestxistin. Bêguman her kesên ku welatê xwe biparêzin şehîd dikevin. Li Rojava jî gelekî bi ser me de dihatin. Her roj êrîş dikirin. Em neçar bûn ku li ber xwe bidin. Eger me li ber xwe nedabûna ti ji deverên ku me îro azad kirin wê di destê me de nebûna. Her yek ji me wê li deverekê belav bibûya. Dewleta Tirk çete ji sînor derbas dikir û bi ser Rojava ve dişand. Her ku ew bi ser me ve dihatin me jî parastina xwe dikirin. Ne bi komên biçûk dihatin. Bi hezaran, bi deh hezaran bi ser me ve dihatin. Bi çekên ji teknolojiya dawî bi ser me ve dihatin. Ji bilî çekeke Rûsî tiştek di destê me de nebû. Carna gund bi gund, bajar bi bajar bi pêş ve diçûn. Em ti carî nefikirîn ku birevin. Ji xwe mirovê welatparêz nareve. Dest ji xak û welatê xwe bernade. Li mala xwe dimire lê belê ti carî nareve. Rev ne karê me ye. Ji xwe tu yê bi ku ve biçe? Li her deverê dijmin heye. Tu yê biçe Tirkiyeyê? Dijminê herî mezin ew e. Ji ber vê jî me rahişt çekê û parastina xwe kir.

TU NEÇAR E KU BERDÊLÊ BIDE BER ÇAVÊN XWE

Tu parastina ax, ziman, çanda xwe dike. Ji xwe dijmin bi ser te ve hatiye. Te êrîşî kesî nekiriye. Me parastina welatê xwe kir û bêguman ev yek jî bêyî dayina şehîdan nabe. Ti welat bêyî rijandina xwînê nehatiye rizgarkirin. Kes weke diyariyekê serxwebûnê nade te. Tu neçar e li ber xwe bide. Heta ku tu li ber xwe nede tu nikare bijî. Heta ku berdêlê nede tu nikare tiştekî bi dest bixe. Her kesên ku daxwaza azadiyê û welatê xwe dikin neçar e ku dayina berdêlan bide ber çavên xwe.

RÛMETEKE MEZIN E KU JI MALA ME ŞEHÎDEK ÇÊBÛ

Hevala Rûken jî ji bo gel, welat û azadiya welatê xwe hemû berdêl da ber çavên xwe. Mîna hevalên xwe û hevrêyên xwe ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Li pêşberî têkoşîna wan serê me timî bilind e. Hevalên ku hatin şehadeta wê ji me re ragihînin hinekî xwe vedigirtin. Dema ku min ji wan pirsî bê çi bû, hinekî xwe vedigirtin. Dema ku şehadeta Rûken ragihandin, ji bo min bû rûmeta herî mezin. Ji bo mirovên welatparêz û baş, wateya şehadetê gelekî cuda ye. Pîroz e şehadet ji bo me. Bêguman di nava malbata me de hebûna şehadetê rûmeteke mezin e. Ne tenê li mala malbatê, li mala hemû xizman wêneyên wê daliqandî ye. Têkoşîn û şehadeta wan serê me hemû malbatê bilind dike. Şehadet nabe qismetê her kesî. Rûken û Sara di vê rêya pîroz de canê xwe feda kirin û ji bilî hurmeta li têkoşîna wan tiştekî em bibêjin nîne.

ME RÛKEN Û SARA JI HEV CUDA NEKIR

Ji bo me Rûken çi be Sara jî bi heman rengî ye. Me ti carî cudahî nexist navbera herduyan. Li mala hemû xizmên me wêneyên Sara û Rûken li gel hev in. Wan bi hev re dest bi têkoşînê kirin, bi hev re li ber xwe dan, di oxira heman fikir û felsefeyê de canê xwe feda kirin û bi hev re şehîd bûn. Em li gorî felsefeya Rêber Apo ji bo jiyanê li ber xwe didin. Şerê man û nemanê dimeşînin.

Ya em ê li gorî felsefeya Rêber Apo bijîn yan jî nejîn. Eger ziman, azadî, welat û çanda te tine be hebûna te ya fîzîkî bê wate ye. Mirov bi nirxên xwe hene. Eger ev hemû ji te hatibin standin hingî tu nejî wê baştir be. Wateya jiyaneke bi wî rengî nîne. Em ê jî heta dawiyê li ser xeta Rêber Apo bin. Em ê jiyaneke bêyî vê ji xwe re qebûl nekin. Li pêşiya me tenê rêyek heye; ya em ê azad bibin an jî em ê tine bibin. Em ê ji bo xwe alternatîfeke cuda qebûl nekin. Rûmeta mirovahiyê ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Suruç hat veşartin
Nûçeya Pişt re Yên ku bi destê PDK’ê şehîd bûn -II
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê serdana goristanê hate kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî serdana goristana wargehê kirin û cejna bi vî…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevrêyên Cîhan û Nazim: Em ê kevneşopiya çapemeniya azad dewam bikin

Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û gotin, têkoşîna çapemeniya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Fatîh Atayli bi sûcdariya ‘gefa li dijî Serokomar’ hat girtin

Rojnamevan Fatîh Altayli piştî ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li ser kanala YouTubeyê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di şerê li Swêdayê de bîlançoya nû: 89 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Kobanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Perspektîfa aborî û tecrûbeyên koopreratîfê yên Rêveberiya Xweser a Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?