Di rojên borî de 11 partiyên siyasî ku di nav wan de partiyên wekî EMEP û EHP hebûn, deklarasyonek weşandin û xwestin ku desthilatdar dev ji vaca xapandina pêvajoyê berde û êdî gavên berbiçav bavêje. Di deklarasyona hatî weşandin de bang hate kirin ku desthilatdar dev ji taktîka derengxistina pêvajoyê berde.
Parlamenterê Stenbolê yê EMEP’ê Îskender Bayhan ku îmzeya wî di deklarasyonê de heye, têkildarî xeta têkoşîna hevpar a ku bi vê deklarasyonê re dîsa ketiye rojevê û amadenebûna çîna karker a Tirkiyeyê û sosyalîstan ji bo têkoşîna serdema nû, ji ANF’ê re nirxandin kirin.
DEKLARASYONÊ GIRÎNGIYA XETA TÊKOŞÎNA HEVPAR JÎ NÎŞAN DA
Bayhan diyar kir ku deklarasyona hatî weşandin berhema pêvajoyeke dirêj e û destnîşan kir ku di qonaxa yekem de daxuyanî bi 6 partiyan hatibû dayîn, lê îro bi 11 partiyan hatibe dayîn girîng e. Bayhan wiha dewam kir: “Bi rastî di deklarasyona hatî weşandin de, wekî ku hûn tê bîra we, di destpêka pêvajoyê de jî deklarasyonek hatibû weşandin. Lê wê demê 6 partî û rêxistin hebûn. Li vir bêtir partî û rêxistinên ku di nav DEM û HDK’ê de wekî pêkhate ne jî îmzeyên wan hebûn. Ew deklarasyona wê demê jî bi rastî parçeyek ji hewildanên xebatên têkoşîna hevpar bû ku wekî berdewamiya serdemekê dihat meşandin. Em wekî partiyên ku wê demê Tifaqa Ked û Azadiyê ava kiribûn, bi fikra ku em vê pêvajoyê hîn bêtir pêş bixin û pêş de bibin, tevgeriyan. Me nexwest ku tecrubeya vê pêvajoyê tevî têkçûna hilbijartinê jî pûç bibe.
Ev deklarasyon di encama hevdîtinên ku wekî berdewamiya wê dihatin kirin û nîqaşên di nav pêvajoya Îmraliyê de, bi taybetî jî li dijî helwesta rejîma qesrê ya ku di gava neavêtinê de israr dike, bi berdewamî pêvajoyê dixapîne û hêviyan diafirîne lê gavên pratîk navêje, ji bo ku em bi hev re helwestekê nîşan bidin, hat rojevê.
Lê di heman demê de, bi awayekî rojane, bi geşedanên li Rojhilata Navîn, şerê Îranê û NATO’yê re jî bû yek. Lewma deklarasyonek li ser eksena aştî li herêmê, aştî li hundur û avêtina gavên berbiçav ji bo demokratîkbûnê derket holê. Geşkirina vê yekê pêkan e; ne tenê pêkan e, belê hewcedarî ye. Em difikirin ku platforma têkoşîna hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê bi giranî rojanebûna xwe diparêze. Em di wê baweriyê de ne ku divê ew deklarasyon li gorî geşedanên îro careke din were nirxandin, wekî platformeke têkoşîna hevpar were nîqaşkirin û ji bo ku hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê îmze bikin û piştgirî bidinê, em hewildanekê nîşan bidin.”
NE RAST E EM BÊJIN ÇÎNA KARKER A TIRKIYEYÊ JI BO TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ AMADE YE
Bayhan destnîşan kir ku nêzîkatiyeke ne rast e ku mirov bêje çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye. Bayhan diyar kir ku çîna karker a Tirkiyeyê girseyeke mezin e û wiha dewam kir: “Pir zehmet e em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye, ev yek ne rast e û dê bibe xapandin. Ji ber ku di nav çîna karker de divê mirov hem li daxwaza aştiyê ya li dijî êrîşên emperyalîzma DYA’yê û hevkariya wê ya bi Îsraîlê re ya li ser herêmê, hem jî ji aliyê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û daxwazên aştiyane yên gelê Kurd ve lê binêre. Di dema parlamenteriya xwe de derfeta min çêbû ku ez bi hezaran karkeran re nîqaş bikim. Gava ez li wê tabloyê dinêrim, gotina ‘ji bo vê têkoşînê amade ne’ dê bibe xapandineke mezin.
‘TENÊ JI BER KU EM DI NAV TIFAKÊ DE NE EM WEKÎ TERORÎST HATIN ÎLANKIRIN’
Li ser pirsa derbarê nêzîkatiya sosyalîstên Tirkiyeyî ya ji bo têkoşîna aştiyê, Bayhan diyar kir ku ew ê li ser navê EMEP’ê bibersivîne û wiha got: “Li ser navê partiya xwe dikarim bersiva pirsa ‘Gelo sosyalîstên Tirkiyeyî ji vê pêvajoyê re amade ne?’ bidim. Ez naxwazim li ser navê kesî hukm bikim. Lê me, di wan demên ku PKK’ê çek nedanîbûn, operasyon û şer bi awayê herî giran dewam dikirin de jî, bi taybetî ji karker û kedkarên Tirk re her tim got ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd di berjewendiya wan de ye. Me her tim got ku têkiliya navbera karkerên Tirk û Kurd divê bibe têkiliyeke enternasyonal û xwişk-biratî.
Îro derfeta me heye ku em bi hîn bêtir karker û kedkaran re vê mijarê nîqaş bikin. Di nîqaşên li ser pêvajoya Îmraliyê de, dibe ku ev serdem ew serdem e ku em wekî partî nîqaşên herî berfireh di nav karkeran de, bi taybetî karkerên Tirk de dimeşînin. Em panelan li dar dixin. Em bi nûnerên karkeran û nûnerên cihan re tên cem hev. Car bi car em wekî DEM Partî, CHP û EMEP panelan û civînên girseyî çêdikin. Em pir bi israr in ku hişmendiya çîna karker pêş bixin û bidin nîşandan ku birçîbûn û aştî, mercên aborî û nan bi awayekî ji hev qut nabe bi hev ve girêdayî ne.”
ÇÎNA KARKER A TIRKIYEYÊ PIRNETEWEYÎ YE LÊ BINGEHA WÊ KARKERÊN KURD Û TIRK IN
Bayhan anî ziman ku çîna karker a Tirkiyeyê çîneke pirneteweyî ye û bingeha vê jî karkerên Kurd û Tirk in. Bayhan got: “Çîna karker a Tirkiyeyê çi dibe bila bibe çîneke pirneteweyî ye. Bi giranî karkerên ji neteweya Tirk û Kurd koka wê ava dikin. Ji dema avakirina Komara Tirkiyeyê ve ev wiha ye. Lewma mirov nikare ji vê rastiyê bireve. Sosyalîst di vir de çi qas serkeftî ne ev mijareke cuda ye, lê em wekî partî di vê rêyê de bi zehmetî pêş de diçin. Pêdivî bi xapandinê tune ye; em bi rastî bi zehmetî dimeşin. Carinan gava em difikirin ku em pêş de çûne, em bi rastiyê re rû bi rû dimînin ku em hîn bêtir paş de çûne. Lê ev neçariyek e. Em nikarin ji vê birevin. Heger em nekaribin hebûna neteweyî, rastî, daxwazên neteweyî-demokratîk û mafên gelê Kurd bi karkerê Tirk bidin fêmkirin, em wekî partiyeke sosyalîst nikarin ber bi armancên xwe ve herin. Ji ber ku burjuvazî herî hêsan ji wê derê me belav dike.”
DEM PARTÎ JI BO VEGOTINA PÊVAJOYÊ JI ÇÎNA KARKER A TIRKIYEYÊ RE TAM AMADE NÎN E
Bayhan diyar kir ku tê dîtin DEM Partî jî di mijara çîna karker a Tirkiyeyê û pirsgirêkên wê de ne tam amade ye û got ku ev rewş dê bi hevdîtin û nîqaşên zêde yên bi karkeran re were derbaskirin. Bayhan wiha dewam kir: “Dibe ku dostên me, hevalên me yên têkoşînê û rêhevalên me yên DEM Partiyî di mijara amadebûna rûbirûbûna bi çîna karkeran re bersivên hîn berbiçavtir bidin, lê ez dikarim vê bêjim: Ez dibînim ku ezmûnên wan hene. Di vê mijarê de partiyeke bi ezmûn e, nîqaşên ‘Tirkiyeyîbûnê’ kirin. Ji bo ku li tevahiya Tirkiyeyê sosyalîst û tevgera Kurd li cem hev bisekinin û bi hev re tevbigerin, hewildan û ezmûnên pir girîng bi dest xistin. Pir bertek jî girtin. Di nîqaşên xwe yên navxweyî de gelek bahoz rabûn. Lê gava ez îro li peywendiyên xwe dinêrim, em ê vê yekê hinekî bi jiyînê bibînin.”

