Siyaseta Tirkiyeyê li aliyekî bi meseleya Kurd a bi salan e nehatiye çareserkirin, li aliyê din bi zexta dadgeriyê ya li ser partiya muxalefeta bingehîn di rewş û asteke dîrokî de ye. Nivîskar Alî Bayramoglû ji arîtmetîka meclîsê heta bi amadekariyên qanûnî yên li piştperdeya pêvajoya çareseriyê, ji hesabên hilbijartinê yên Erdogan heta bi hesasiyetên civakî rewşa heyî nirxand û bûyerên niha diqewimin weke ‘asêmayineke siyasî’ pênase kir.
Bayramoglû diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê îro di çarçoveya du rêgehan de asê maye û got, “Zextên li ser Partiya Gel a Komarê muxalefetê di nava yek siyasetê de asê dike. CHP’ê di rewşa heyî de hêviya xwe bi wê yekê ve girê daye ku AK Partî dengê xwe kêm bike û di nava vê atmosfera zextê de dengê xwe zêde bike. Lê belê arîtmetîka meclîsê li pêşiya vê hêviyê weke bendekî disekine; li meclîsa ji 600 endamî Tifaqa Cûmhûr xwedî 322 kursiyan e, di mijara gav û qanûnên bingehîn de hêza diyarker e û hilbijartineke navberê naxe rojeva xwe.”
‘MESELEYA KURD DI ROLANTIYEYÊ DE YE’
Bayramoglû diyar kir ku meseleya Kurd jî weke ‘treneke sekinî’ di rewşeke rolantiyeyê (hêdî) de ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ya rast li pişt perdeyê gelek dosyayên krîtîk hene ku komîsyona meclîsê amade kiriye û divê bibe qanûn. Di naveroka van dosyayan de ji pêşniyara li ser ‘qanûna derbasbûnê’ ya ku rewşa Abdullah Ocalan diyar bike heta bi sererastkirinên têkildarî endamên rêxistinê gelek sernavên şênber hene. Her wiha pêşnûmeyên hiqûqî li ser maseyê ne ku nîşan didin, piştî çekdanînê Tevgera Kurd wê çawa entegreyî siyaseta qanûnî bibe, rêya vegera li malê û derfetên siyasî wê çawa be.
Lê belê li aliyê desthilatdariyê daxwaza meşa li ser vê rêyê bi temamî qediya ye. Pervîn Bûldan got, ‘Em pirsên Ocalan li Erdogan dikin, dinihêre lê bersivê nade’. Ev nêzîkatî nîşaneya herî şênber a wê eykê ye ku pêvajo bi temamî sekinî ye û Erdogan di asta heyî de naxwaze bi pêş ve biçe.
Li pişt vê rewşa rawestînê hesabê hilbijartinê yê Erdogan heye. Pêvajoyek bi rêya Abdullah Ocalan bê meşandin û vekirina qada siyasetê li tevgera Kurd li aliyekî bendewariya herî mezin a hilbijêrên Kurd e, li aliyê din jî xeta herî sor a derdorên neteweperest e. Erdogan zane ku ji bo karibe careke din bê hilbijartin pêwîstiya wî bi dengên DEM Partiyê heye. Lê belê her gava ku ji bo wergirtina van dengan biavêje, rîska windakirina dengên neteweperestiyê jî bi xwe re tîne.
Vê rewşa xitimandî ya siyasî mekanîzmayên çareseriyê bi temamî teviandiye. Tirkiye tenê bi îradeyeke siyasî ya gelekî xurt dikare vê rewşa xitimandî çareser bike; lê belê bi nêzîkbûna hilbijartinê re xuya ye Erdogan wê bi rîskeke welê ranebe.”
Bayramoglû diyar kir ku ev rewşa xitimandî ya li nava siyaseta navxweyî di mercên asayî û demokratîk de nikare bê dewamkirin, lê belê di mercên heyî yên Tirkiyeyê de ev rewş wê dewam bike û got, “Di vir de hêza esasî ya diyarker wê helwesta DEM Partiyê be. Eger DEM Partî bi ratsî jî ji soz an jî îdîayeke Erdogan bawer bike ku wê piştî hilbijartinê vê meseleyê çareser bike, dikare Erdogan jinûve bide hilbijartin. Naxwe heta hilbijartinê wê gaveke şênber di meseleya Kurd de neyê avêtin.”

