Di navbera 8-12 Mijdarê de gelek rêxistin, torên parastina axê, gelên xwecihî û rêxistinên jinan li bajarê Belêm a Brezîlyayê hatin cem hev. Ev kombûn ji bo wek bersivek li hemberî Konferansa 30’emîn a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP30) hate lidarxistin.
Van civînan bi şiarên “Bêyî edaleta civakî edaleta avhewayê jî nabe” û “Heta pergala kapîtalîst, mêtînger û patrîarkal neyê hilweşandin ekolojiya rastîn ne pêkan e” hatin birêxistinkirin.
Amazonê ku qada têkoşînên gelên xwecihî, gundiyan, civakên bi eslê Afrîkî, karkerên gundî û bajarî, ciwan û jinan yên ku bi sedsalan li hember talankirinê jiyanê diparêzin, li wir civiyan.
Lê di COP30 de hikûmet, şirket û elîtên cîhanî paşeroja cîhanê li gor berjewendiyên xwe plan dikin. Gel jî ji bo şermezarkirin û li hember vê pergalê xwe rêxistinkirinê ber bi Belêmê ve herikî.
Ji çar aliyên cîhanê gelek rêxistin ji bo nîqaşkirin û têkoşîna li hemberî modela aboriya talanker (ekstraktîvîzm) û polîtîkayên ekosîdê (qirkirina xwezayê) koordine bikin li vê bajarê hatin cem hev.
KOMBÛNA EKOSOSYALÎST A DUYEMÎN A AMERÎKAYA LATÎN Û KARAYÎBÊ
Di vê çarçoveyê de, di nav rêxistinkarên çalakiyê de: Tora Ekososyalîst a Brezîlyayê (Red Brasilera de Ecosocialistas), Attac (Arjantîn), Terra Azul/Tora Domdariyê (Brezîlya), Tevgera Av û Axê – MAT (Şîlî), Marabunta (Arjantîn), GTA (Tora Xebatê ya Amazonê), Rêxistina Mapuçe Lavkenche (Wallmapu-Gulu Mapu), Kongreya Gelan (Kolombiya) û MES-PSOL (Brezîlya) cih girtin.
Ji Amerîkaya Latîn û Karayîbê zêdetirî 50 rêxistin tevlî kombûnê bûn. Kokên vê torê digihîje zêdetirî 10 salên têkoşînê. Tora ekososyalîst ji bo yekparekirina rexneyên ekolojîk bi rêgezên bingehîn ên sosyalîzmê, avakirina şaristaniyeke nû, awayekî jiyanê yê li ser nirxên civakî û etîk ên nû derket holê. Torê yekem car di sala 2014’an de hevdîtineke navneteweyî lidarxistibû û vê sloganê derxistibû pêş:
“Ekososyalîzm bi kapîtalîzmê re li hev nayê: ekososyalîzma me antîkapîtalîst û femînîst e.”
Di kombûna îsal a li Amazonê de ev mijar derketin pêş: bilindibûna rastgiriya tund, ekstraktîvîzm, têkoşîna gelên xwecihî, ekofemînîzm, ekosendîkalîzm, agroekolojî, qirkirina li Filistînê, krîza jîngehî û aboriyê.
Di dirêjahiya çalakiyê de panel û nîqaşên kolektîf hatin lidarxistin.
Panela destpêkê: Berxwedana Hevbeş a Li Dijî Faşîzmê
Panela destpêkê ji aliyê nûnerên rêxistinên vexwendî ve hate birêvebirin. Beşdaran stratejî û zehmetiyên têkoşîna li dijî bilindibûna faşîzmê nîqaş kirin. Piştî panelê ev encam derket pêş:
“Polîtîkaya emperyalîst li her derê cîhanê ketiye nav her tiştî. Faşîzm bi stratejiyên cuda hewl dide bikeve hemû qademeyên desthilatê. Amûrên têkoşîna me divê bi yekîtiya gelan û berxwedana hevbeş a li hember polîtîkayên nijadperest û neteweperest ve bêne têşegirtin.”
Di vê panelê de rêxistinên ku axivîn ev in:
Pueblos contra el Extractivismo (Tora Navneteweyî), MAB – Tevgera Mexdûrên Bendavan (Brezîlya), MAR – Tevgera Bandordarên Enerjiyên Nûjen (Brezîlya) û CJE-Togo / Koalîsyona Daristanên Cîhanî (Afrîka).
Van rêxistinan bal kişandin ser ku cîhan îro di qeyraneke şaristaniyê de ye û ev yek anîn ziman:
“Modela ekstraktîvîst rasterast mîrateya mêtîngeriyê ye. Axê dixwe, gelan ji cih û warê wan dike, gerestêrkê ber bi wêrankirineke bêveger ve dibe. Projeyên kan, petrol, agroendustrî û enerjî yên bi soza ‘pêşketinê’ tên ferzkirin tenê talankirin, qirêjbûn û mirin tînin, dewlemendî jî di destê çend kesan de kom dibe. Li hember vê makîneya cîhanî parastina axê, parastina jiyanê bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê em têkoşînên xwe yek bikin.”
Berxwedana Gelên Xwecihî û Jinan: Ji Kurdistanê heta Amazonê
Di panele gelên xwecihî û tevgerên parastina axê de ev rêxistin cih girtin:
• Takak Xikrin (MAM – Tevgera Li Dijî Kan, Brezîlya)
• Chirley Pankara (Tora Jinên Xwecihî yên Neteweyî ya Brezîlyayê – ANMIGA)
• Mario Quinteros (Meksîka – Meclîsa Gelên Xwecihî yên Îstmusê)
• Valeria Becerra (Rêxistina Mapuçe Yaguel Lavkenche, Wallmapu)
• Delegeya Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Abya Yala
Di van nîqaşan de stratejiyên civakan wek “berxwedan, hebûn û ji nû ve avakirina kolektîf” hatin binavkirin.
Di panelê de guherîna paradîgmayê ya Rêber Apo wek modelek ku têkoşîna azadiya jin û axê xurt dike hate ziman. Mêtîngerî û ekstraktîvîzma li ser axa Kurdistanê wek berdewamiya rêbazên ku ji demên kevnar ve ji bo qirkirina kokên gelan tên bikaranîn hate nirxandin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê panelê de bi rêxistinên ji Amerîkaya Latînî re diyalogeke rasterast ava kir.
Di rûniştinê de ev mijarên din ên ku derketin pêş jî ev in:
• Lêgerîna gelan a ji bo xwerêvebirin û xweseriyê,
• Hêza berxwedanê ya jinan,
• Rêbazên xweparastinê di parastina axê de,
• Xurtkirina torên piştgiriyê di navbera erdnîgariyên cuda de.
Delegaya Tevgera Jinên Kurdistanê ya li Abya Yala di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:
“Koka rêxistinbûna me ji têgihiştina wateya kûr a axê derbas dibe. Em bi avakirina şêwazên xwerêvebirinê dixwazin civakeke demokratîk û jiyana azad ji nû ve ava bikin. Dewleta Tirk bi rêbazên wek birîna daristanan, qirêjkirina çeman, li çiyayan bikaranîna çekên kîmyewî û qutkirina avê bendavan êrişî axa Kurdistanê dike.”
Encam: Manifestoyek Hevbeş
Di dawiya kombûna çar rojan de beşdaran li dora parastina axê û têkoşîna piştgiriya navneteweyî daxuyaniyeke hevbeş weşand. Di daxuyaniyê de ev gotin cih girtin:
“Divê em torên têkoşîna kolektîf ji Abya Yala (Amerîkaya Latînî) heta Kurdistanê, ji Afrîka heta Asya û Ewropayê li ser xetekê mezin bikin. Li dijî daristanbirînê, çekên kîmyewî yên armanckirina xwezayê û şirketên ku ekosîsteman wêran dikin divê em stratejiyên hevbeş pêş bixin.”
Ev kombûna ku çar rojan dewam kir bi bangekê hêvîdar bi dawî bûn: Banga kombûnê ev e:
“Em ê bi yekparekirina têkoşînên jin û gelan, ax û jiyana xwe biparêzin.”

