Ramazan Karataş 30 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê cara 3’yemîn ji bo 6 mehan berdana Karataş taloq kir.
Karataş di sala 1993’yan de hat girtin û cezayê mubedê lê hatibû birîn. Ew heta niha li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbolû Balikesîrê hatiye ragirtin. Ev du sal û nîv in jî li Girtîgeha Eregliyê tê ragirtin.
Di teblîxnameya ku bo Karataş hat şandin de berdana wî cara sêyemîn bi hincetên, “poşman nabe” û “girêdana wî ya bi rêxistinê re” ji bo dema 6 mehan hat dirêjkirin.
Berdana Karataş ê ku 30 sal in girtî ye, cara sêyemîn hate taloqkirin
Girtiyê siyasî Ramazan Karataş ku 30 sal in girtî ye, cara sêyemîn bi rengekî kêfî berdana wî hate taloqkirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike