În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dag û Karaoglan li cihê lê hatibûn qetilkirin dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan
Kurdistan

Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan

Psîkolog Heval Sarya Zengîn anî ziman ku yekane bajarê ku mirovên kêmî 15 salî xwe lê dikujin Amed e û bal kişand ser bêrêxistinî, jidestdana nirxên hevpar, çetebûyîn, narkotîk û rewşa ne diyar a aboriyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Psîkolog Heval Sarya Zengîn anî ziman ku di nava ciwanên 15-19 salî de rêjeya xwekuştinê zêde bûye û diyar kir ku xwekuştin dikare veguhere şewbeke civakî.

Ji Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk psîkolog Heval Sarya Zengîn têkildarî bûyerên xwekuştinê ku zêde bûne ji ANF’ê re axivî û got, “Weke Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk me daneyên xwekuştinê yên navbera salên 2000 û 2023’an kom kirin. Di nava van daneyan de em dibînin ku demên herî zêde bûyerên xwekuştinê rû dan, pêwendiya xwe bi krîzên aboriyê heye. Di heman demê de em dibînin ku salên 2021 û 2022’an gihîştiye asta herî bilind ku hingî îzolasyona civakî gelekî bilind bûbû. Di wan salan de hem li bajarên Kurdan hem jî li seranserê Tirkiyeyê bûyerên xwekuştinê zêde bûn. Lewma mirov dikarin krîza aboriyê û xizaniyê weke sedemên xwekuştinê nîşan bidin. Bi taybetî em dibînin ku li bajarên li ser sînor piştî sala 2015’an narkotîk gelekî zêde bûye. Yek ji faktorên herî girîng ên rîska têkildarî xwekuştinê bikaranîna alkol û madeyê ye.”

REWŞA NEDIYAR A ABORIYÊ ZÊDE DIBE

Heval Sarya Zengîn ragihand ku di navbera 15 û 19 salî de bûyerên xwekuştinê gelekî rû dide û got, “Em li taxên nêzî hev dibînin ku ji heman temenî mirov xwe dikujin. Me ev yek li Sêweregê dît. Dibe ku şewbeke ku em jê re ‘Bandora Werther’ dibêjin hebe, yan jî em dikarin qala organîzasyonekê bikin ku yên ketine nava heman sîstemê û neçar hatine hiştin ku xwe bikujin. Ev tekez ji bo me pirs in. Zehmet e ku di vê mijarê de mirov tiştekî şênber bibêje, ji ber ku TUÎK di vê mijarê de daneyan pêşkêşî me nake. Di mijara xwekuştinê de dibêje ‘nayê zanîn’ an jî ‘ji ber sedemên din’ têne pênasekirin. Ji ber vê yekê em nikarin sedema xwekuştinê fêhm bikin û polîtîkayeke astengkirinê bimeşînin. Weke me got, têkildarî xwekuştina ciwanan pirsgirêkeke cidî ya narkotîkê heye. Bi taybetî nebûna yek a bi civakê re, tinehesibandina nasnameyê û lawaziya têkiliya bi civakê re dibe sedema xwekuştina ku em jê re ‘egoîst’ dibêjin. Bi taybetî ev yek di nava ciwanên Kurd de tê dîtin. Yek ji sedemên wê jî rewşa nediyar a aboriyê û xizanî ye. Ji ber ku di nava xwekuştina mirovên di navbera 15 û 19 salî de mirov dikare rewşa nebaş a aboriyê ya malbatê ku nikare debara xwe bike, bibînin.”

‘RIZANDINEKE CIDÎ YA CIVAKÎ HEYE’

Heval Sarya Zengîn ragihand ku eger pêşî li bûyerên xwekuştinê neyê girtin dikare veguhere şewbeke civakî û got, “Rizandineke cidî ya civakî heye. Niha li Tirkiyeyê yekane bajarê ku mirovên kêmî 15 salî xwe dikujin Amed e. Çetebûyîneke mezin, zordarî, destavêtin û bikaranîna vê yekê weke şantajê heye. Li Colemêrgê di vê mijarê de bûyerekî rû da. Em ji nirxên exlaqî bêpar in ku ev nirx hevgirtina me diparêze. Bi taybetî em ji têgihiştina rêxistinê dûr in. Kes heta ku bi tenê bimîne yan jî bê hiştin wê bûyerên xwekuştinê rû bidin. Lewma bêyî dereng bikeve ji bo pêşîgirtina li xwekuştinê divê polîtîka bêne afirandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongreya Asayî ya 22’yemîn a ÎHD’ê destpê kir
Nûçeya Pişt re Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayê HPG’ê Sîdar Serhed şehîd bû

HPG’ê diyar kir ku gerîla Sîdar Serhed (Tûran Derdîyok) şehîd bû û got: “Li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundên Kobanê di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket

Li gundê Xan Memed ê navçeya Çelebiyê ya Kobanê di navbera gel û çeteyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Îranê jineke Kurd binçavkirin

Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê semînerên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hawagê meş û çandina şitlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?