Şandina Berk Akand, yek ji kiryarên xwendekara zanîngehê Şule Çet, bo girtîgeha vekirî, piştî 7 salan destûrdayîna derketina derve û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî, tevî cezayê wî yê 18 sal û 9 meh girtîgehê ku ji ber “alîkarîkirina di tawanên kuştina bi qestî”, “destdirêjiya zayendî ya bi zanebûn”, “jê kirina azadiya kesî” û “ji holê rakirina delîlên sûc” hatibû dayîn û ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin, bû sedema bertekên rêxistinên jinan.
Jinên ku bi banga Komîsyonên Edaletê yên Ji Bo Rojîn Kabaiş li ber Yelken Plaza, cihê ku Şule Çet lê hatibû kuştin, li hev civiyan, nerazîbûn nîşan dan li dijî berdana Akand a bi awayekî fiîlî bi riya girtîgeha vekirî. Di çalakiyê de pankarta “Ji Şule Çet heta Rojîn Kabaiş, têkoşîna me ya edaletê didome” hate vekirin. Jinan, dowîzên “Jinên hatine kuştin serhildana me ne”, “Jin jiyan azadî”, “Bêdeng nemîne, netirse, serî netewîne”, “Şule, Rojîn, Gulîstan, dewleta kujeran diparêze wê hesabê bide” hilgirtin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Zilam dikuje dewlet diparêze”, “Neparêze, pak neke, kujeran darizîne”, “Jin jiyan azadî” hatin gotin. Şevîn Ozden, ku li ser navê komîsyonê daxuyanî da, got ku hewl hatiye dayîn ku mîna gelek kuştinên din ên jinan, kuştina Şule Çet jî wekî “xwekujî” were veşartin.
Ozden nerazîbûn nîşan da li dijî derbasbûna Akand bo girtîgeha vekirî tevî cezayê wî yê teqezkirî û got: “Berk Akand tenê 7 sal, 4 meh û 14 roj piştî ku jinek kuşt, di 5’ê Hezîrana 2025’an de derbasî girtîgeha vekirî bû. Piştî wê, karî derkeve derve, pîknîk bike, kêf bike û li ser medyaya civakî parvekirinan bike. Li ser rojnamevanê ku ev rastî kir nûçe jî lêpirsîn hate vekirin. Daxuyaniya dozgeriyê mikûrhatinek fermî ye: Di vê welatî de, hevkariya di girtina jinekê, destdirêjiya zayendî lê û kuştina wê de, tenê 7 sal cezayê fiîlî digire. Ev nîşan dide ku sîstema dadweriyê mafê jiyanê yê jinan tune dihesibîne û faîlan diparêze.”
‘KUJERÊN JINAN TÊN TEŞWÎQKIRIN’
Ozden diyar kir ku sîstema hiqûqî ya heyî kiyaran diparêze û wiha domand: “Sîstemek cezayê ku jinan naparêze, mafê wan ê jiyanê desteser dike, giraniya destdirêjiya zayendî û kuştinê sivik dike, rê li ber sûckirinê vedike. Bi polîtîkayên bêcezakirinê, kujerên jinan tên teşwîqkirin. Hinek kujer qet ceza nagirin, yên din jî bi hêsaniyên wekî kêmkirina înfazê, berdana bi kontrol û derbasbûna girtîgeha vekirî têne parastin. Baş e, çima jinên ku mafê jiyanê diparêzin tên cezakirin, lê zilamên kujer nayên cezakirin?”
KUŞTINÊN BI DESTÛRÊ HATINE KIRIN HATIN RÊZKIRIN
Ozden kuştinên ku ji aliyê mêrên “bi destûr” ji girtîgeha vekirî derketine hatine kirin bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da:
4’ê Mijdarê: Salih Aybaş, Nermîn Tîrîr, ku berê hewl dabû wê bikuje, bi destûra ji girtîgehê derketibû kuşt.
Îzmîr Konak: Asîl Çamur ku bi destûr ji girtîgeha vekirî derketibû, Gulben Duru li kolanê bi kêrê kuşt.
Zongûldak Çaycuma: Faîlê Hasret Akkuzu, Denîz Boyaci, venegeriya girtîgeha vekirî ya ku bi destûr jê derketibû û kuştin kir.

