Berxwedana ciwanên Êlihê ya li dijî desteserkirina vînê di roja 8’an de didome. Ciwanan li gelek taxên bajêr daketin qadan û timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne” berz kirin. Polîsan bi TOMA, guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredarên Êlihê, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBP’ê yên Êlihê pêk dihat, ji bo mîtînga ku wê di 17’ê Mijdarê de li Xaçerêya Çapemeniyê bê lidarxistin li taxan belavok belav kirin.
WAN
Li gelek taxên Wanê ciwanan li dijî desteserkirina vînê daketin qadan û çalakî li dar xistin.
Ciwanan timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Ciwanan li taxan bend danîn û agir vêxistin. Polîsan êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Çalakiyên li taxan heta derengiya şevê berdewam kir.
Her wiha li taxên Cûmhûriyet, Esentepe, Kişla û Orman ên navçeya Gever a Colemêrgê jî çalakî hatin lidarxistin.