Li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê, çalakiyên şermezarkirinê 10 roj in dewam dikin. Girseya gel li Parka Yilmaz Guney li hev kom bû û heta Xaçerêya Basinê meşiya. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî tevlî meşê bû.
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku berxwedan wê dewam bike. Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznûr Bartin jî got, “Edîp Solmaz ji aliyê vî gelî ve hatibû hilbijartin. Hate qetilkirin. Niha jî bi rêya qeyûman êrîşî îradeya gel dikin. Ev gel wê bi berxwedana xwe destûrê nede vê yekê.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got, “Li dijî desteserkirina îradeyê me dest bi berxwedanê kir. Bila kes hewl nede vê berxwedanê krîmînalîze bike. Yên ku tevlî vê berxwedanê nabin bila hurmetê nîşan bidin. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li kurdan nêzîkatiya li Êlihê ye. Komkujî, sirgûn, desteserkirina îradeyê hemû li vê derê qewimîn. Baş bala xwe bidin ser berxwedana li Êlihê. Vî gelî ti carî paşve gav neavêt, wê navêje.”
Bayindir anî ziman ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê durû ne û got, “Yên ku ji aliyekî ve qala aştiyê dikin, li aliyê din jî muxatabê aştiyê tecrîd dikin. Hûn muxatabê aştî, azadî û biratiyê tecrîd dikin. Eger tê xwestin, pirsgirêk bê çareserkirin, muxatabê vê Birêz Ocalan e. Ji bilî vê yê mahî hemû têkoşîn û berxwedan e. Serokkomar dibêje ‘Rêya siyaseta demokratîk vekirî ye’. Binihêrin şaredariya me dorpêç kirine. Li Kurdistanê rêya siyaseta demokratîk li gelê Kurd, li siyasetmedarên gelê Kurd hatiye girtin. Ji me re dibêjin, serê xwe ranekin, li ber xwe nedin. Ji gelê Kurd dipirsin bê çima li ber xwe dide. Gelê Kurd wê li dijî zilm û zextê li kolanan, li taxan li ber xwe bide. Hûn ê Kurdekî bi tenê nebînin ku serê xwe ditewîne. Di 17’ê Mijdarê de wê mîtîngeke mezin bê lidarxistin, em bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê berxwedanê bibe. Ev mîtîng ji bo azadiya Birêz Ocalan e, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Ev mîtîng ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk e.”
Çalakiya li Xaçerêya Basinê dewam dike.