Nûçeya hewldana jehrîkirinê ji aliyê rojnameya Lubnanî L’Orient-Le Jour ve ku dispêre SOHR’ê hate ragihandin.
Esad, ku di sala 2024’an de ji desthilatdariyê hate xistin, li nêzîkî Moskowê bi malbata xwe re di bin parastina Rûsyayê de dijî. Li gorî SOHR’ê, ev parastin tenê ewlehiya “dîmaneyî” pêk tîne.
Esad, ku di 20’ê Îlonê de bi gumanbariya jehrîbûnê rakiribûn nexweşxaneyê, piştî 10 rojan dermankirinê ji nexweşxaneyê derket. Li gorî agahiyan, tenduristiya wî baş e. Mijar neket rojeva çapemeniya Rûsyayê û rayedaran ti daxuyanî nedan.
SOHR’ê ragihand ku ev ne hewldana yekem a jehrîkirinê ye, lê yekem care bi rengekî ewqas vekirî hat raporkirin.
Çavkaniyek ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku êrîş ji aliyê Rûsyayê ve nehatiye kirin, lê dibe ku ji bo nîşandana têkçûna Moskowê di parastina wî de hatibe organîzekirin.