Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber bû û li ser tecrîda li Îmraliyê û dagirkeriyê axivî.
Hevpeyvîna bi Besê Hozat re bi vî rengî ye:
Em bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê bikin. Her wiha pêngavek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ev pêngav beriya niha bi berfirehî hate nirxandin. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve nêzîkatî û tevlîbûna li vê pêngavê divê bi çi rengî be?
Ji Rêber Apo agahiyek nehatiye wergirtin. Sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ya bi rêk û pêk heye. Di nava wan salan de hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji sala 2013’an heta salên 2014 û 2015’an hin hevdîtinên heyeta HDP’ê hatin kirin. Bi vî rengî dem bi dem hin hevdîtin hatin kirin, têkildarî rewşa Rêbertî û polîtîkayên li ser Îmraliyê raya giştî, gelê me û me hinek agahî wergirtin, me şopandin. Lê belê ev nedihat wê wateyê ku tecrîd şikestiye, ji holê hatiye rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo misoger bûye. Ya rast sîstema êşkence û tecrîdê 26 sal in dewam dike. Divê mirov bi vî rengî pênase bikin. Niha qala 41 mehan tê kirin 41 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Rewşeke welê heye ku têkilî bi temamî jê qut bûye. Ya rast ev ne 41 meh in. Ev pêvajo li gorî axaftina kurt a bi telefonê ya bi Mehmet Ocalan û Omer Ocalan re ya Adara 2021’ê bi Rêber Apo re kirin, tê vegotin. Lê belê ew jî hevdîtinek nebû. Di wê axaftinê de şert û mercên Rêber Apo, Îmraliyê, rewşa wî, tenduristî û ewlehiya wî baş nayê fêhmkirin. Di wê axaftina bi telefonê re ji xwe li ser tiştekî nehat axaftin. Axaftinek ji deqeyek, du deqeyan bû. Ji xwe Rêbertî şêweyê bi wî rengî yê axaftinê rexne kir. Got, hûn dikevin xefikê. Got, ‘divê parêzerên min hevdîtinê bi min re bikin, mafê min heye ku parêzerên xwe bibînim. Mafê min ê hiqûqî, qanûnî ye. Eger hevdîtin wê bibe divê bi parêzerên min re be’: Di vê çarçoveyê de axaftinek ji deqeyek, du deqeyan hate kirin.
Ji wê axaftinê zêde tiştek nehat fêhmkirin, ji xwe dema ku Rêbertî bi vî rengî axivî û helwest nîşan da, dewletê dest lê werda û axaftin bi dawî kir. Lewma ji 41 mehan bêhtir, ji 12’ê Hezîrana 2019’an û vir ve têkilî bi temamî hatiye birîn.
Ji Rêber Apo ti agahî nayê wergirtin. Bê bîra we, ji 2’ê Gulana 2019’an heta bi 12’ê Hezîranê 3 hevdîtin bi parêzeran re hatin kirin. Hevdîtin bi mlbatê re jî hate kirin, parêzeran jî 3 caran hevdîtin kirin. Di wan hevdîtinan de li ser rewşa Rêber Apo, şert û mercên li Îmraliyê, ewlekarî û rewşa wî ya tenduristiyê me, gelê me, raya giştî hinek agahî wergirtin. Lê belê piştre têkilî bi temamî hate birîn, rewşeke tecrîdê ya giran hate ferzkirin û dewam kir. Ji ber wê divê mirov ji wê demê destpê bikin. Yanî ji 12’ê Hezîrana 2019’an û vir ve ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bi rastî jî li Îmraliyê rewş çi ye, rewşa tenduristiyê ya hevalên girtî yên bi Rêber Apo re ne çi ye, ti agahî nîne. Di rewşeke bi vî rengî de rayedarên AKP’ê li derdorê dibêjin Ocalan kengî bixwaze dikare malbata xwe bibîne. Hin derdor jî radibin dibêjin Ocalan dikare malbata xwe bibîne, lê belê rêxistin destûrê nade. Propagandayên bi vî rengî belav dikin. Di nava gel de belav dikin, di nava Kurdan de belav dikin. Hin derdorên ku hevdîtinê bi wan re dikin van dibêjin. ‘Ocalan çareseriyê dixwaze lê belê tevgera çareseriyê naxwaze’. Propagandayeke bi vî rengî dikin, gotinên bi vî rengî dibêjin. Xuya ye şerekî mezin ê taybet tê kirin. Her ku bi vî rengî tengav dibe û nikare tecrîda heyî vebêje, nerazîbûna civakî, nerazîbûna raya giştî, helwesta gelek derdorên li asta navneteweyî, demokratîk, çep, sosyalîst, azadîparêz û demokratîk, nerazîbûna wan hîn bêhtir wan tengav dike. Nikarin vî sûcê xwe îzah bikin. Ji ber ku dewleta Tirk niha sûcê li dijî mirovahiyê dike, sûcê hiqûqê dike. Yanî hem hiqûqa xwe hem jî hiqûqa navneteweyî niha bi tmamî ji holê rakiriye, binpê kiriye. Lewma ti îzahata vê yekê nîne. Niha rewşa ku li Îmraliyê diqewime ji her alî ve sûcê li dijî mirovahiyê ye. Komkujiyeke hiqûqê ye, komkujiyeke mirovahiyê ye. Rewşeke bi vî rengî heye. Ji bo nixumandina vî sûcî hewl dide têgihiştinên cuda biafirîne, dema ku nikaribe îzah bike jî dest bi derewan dike. Hewl dide derdorê bixapîne. Bêguman ev yek rewşa metirsîdar a dewleta Tirk radixe pêş çavan.
Beriya demeke nêz civînek li Neteweyên Yekbûyî hebû. Di wê rûniştinê de jî rewşa tecrîdê, qutkirina têkiliyê ya bi temamî ketibû rojevê. Gelek pirs ji heyeta Tirk hate pirsîn. Nekarîn rewşê îzah bikin. Nekarîn bibêjin tecrîd. Gotin, qedexe. Niha em hîn baştir fêhm dikin, yanî çima cezayên dîsîplînê bi cih têne anîn? Mirovên ku agahî ji wan nayê wergirtin, di nava tecrîdeke mutleq de bin, gelo kîjan sûcê dîsîplînê dikarin bikin? Ev yek polîtîkayek e. Niha nikarin vê jî îzah bikin. Navê qedexeyê lê dikin. Dibêje min cezayê dîsîplînê bi cih anî, qedexe ye, ji ber wê parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Dibêje, ji ber qedexeyê nikare hevdîtinê bike. Nikare bibêje tecrîd. Ji ber ku sûc dike. Rewşeke sûc heye. Tişta ku jê re qedexe ye dibêjin bi xwe tecrîd e. Ji ber ku nikare bi eşkere bibêje bi vî rengî vedibêje.
Lewma me ev yek dît. Pêngava azadî ji Rêber Apo re asteke gelekî girîng afirand. Dewleta Tirk niha ketiye rewşeke welê zehmet, welê tengav bûye ku nizane sûcê xwe, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê îzah bike. Hewl dide binixumîne. Derewan dike, hewl dide her kesî bixapîne. Bêguman kes bi vê naxape.
Meha Îlonê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heye. Wê mafê hêviyê bixin rojeva xwe. Wê gelek daxwazên girîng ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hebin. Parêzerên ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diaxivin, nirxandina dikin, em ji nêz ve dişopînin. Xuya ye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi amadekariyên gelekî cidî xwe ji civînê re amade dike. Wê vê rewşê bi rengekî gelekî cidî bixin rojevê û daxwazên girîng bike. Ev daxwaz bi rastî jî gelekî girîng e. Konseya Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. Komîteya Wezîran a Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. CPT, DMME û dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ne. Ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê, sîstema qirkirinê ava kirine. Bi salan e li vê yekê temaşe dikin. Li pêşberî vê êşkence, polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li Îmraliyê dimeşîne bêdeng dimînin, dibin hevkar. Di asta heyî de divê êdî ev hêz helwesteke cidî nîşan bidin. Divê ev hêz êdî nebin şirîkê vî sûcê qirkirinê, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê hiqûqê, komkujiya hiqûqê. Hiqûqa ku bi xwe ava kirine tê qetilkirin. Peyman û hiqûqa navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên bicihanîn. Vî sûcî dike. Lewma ew bi xwe jî ji vê berpirsyar in. Di serî de Konseya Ewropa, CPT, Komîteya Wezîran a Ewropayê, saziyên ser bi Konseya Ewropayê berpirsyar in. Sûcdarê sereke di rewşa heyî de Konseya Ewropayê ye. Divê Konseya Ewropayê êdî dawî li vî sûcê xwe bîne. Nebe şirîkê vê yekê. Di vê mijarê de divê helwest û nêzîkatiyeke li gorî hiqûq, edalet, nirxên mirovahiyê, exlaq û wijdanê nîşan bide. Divê helwestekê li hemberî dewleta Tirk nîşan bide. Ev yek girîng e û divê dawî li vê sîstema êşkence û tecrîdê bê anîn. Di rewşa heyî de divê êdî ev bi dawî bibe.
Ji aliyê hiqûqî ve bi rastî têkoşîneke girîng hate meşandin. Eger em dikarin vê nîqaş bikin ev yek bi saya vê têkoşînê ye. Bi pêngava azadiyê ya navneteweyî ev encam hatin bidestxistin. Ev encamên gelekî girîng û hêja ne. Dema dawî 69 mirovên Xelata Nobelê wergirtin ji bo azadiya Rêbertî, li hemberî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê helwest nîşan dan. Ji gelek deveran re, ji gelek mekanîzmayên biryardayinê re name nivîsandin. 69 xelatgirên Nobelê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name nivîsandin. Name ji Erdogan re jî nivîsandin. Ji Konseya Ewropayê, ji gelek saziyan, ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî hêja ye. Divê karên bi vî rengî dewam bikin. Rêber Apo bi navê nirxên mirovahiyê li wê derê li ber xwe dide. Li Îmraliyê li ber xwe dide. 26 sal in li ber xwe dide. Ji bo azadî û wekheviya gelan li ber xwe dide. Ji bo demokrasiyê li ber xwe dide. Ji bo azadiya jinan li ber xwe dide. Ji bo azadiya hemû nasnameyên bindest li ber xwe dide. Lewma wijdanê mirovahiyê temsîl dike. Nirxên mirovahiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê îro li cîhanê her kesên li azadî, wekhevî, edalet û heqîqetê digerin, her derdor, kom û komên civakî yên bi vê armancê tevdigerin daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Lewma azadiya Rêber Apo bi rastî jî azadiya me hemûyan e. Azadiya hemû gelan e. Ne tenê azadiya Kurdan e, azadiya mirovahiyê ye. Pêkhatina nirxan a bi rengekî azad e, hebûna nirxan e. Ji ber vê yekê divê ev têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin. Yanî divê paradîgmaya Rêber Apo bê belavkirin. Ev kar karekî gelekî hêja ye. Divê em vî karî hîn bi xurtî bimeşînin.
Mînak, hîmê Rojhilata Navîn ê vî karî kêm e. Bêguman li Ewropayê, li Asyayê li seranserê cîhanê hin kêmasî hene. Lê belê bi taybetî li Rojhilata Navîn girîngiya vî karî niha hîn bêhtir tê fêhmkirin. Em civak, gel, rewşenbîr, hunermend, derdorên demokratîk, tevgerên jinê, tevgerên ciwanan, derdorên demokratîk ên li Rojhilata Navîn divê em fikir û tezên Rêber Apo hîn bi xurtî nîqaş bikin. Divê em fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî. Pêwîstiyeke mezin bi vê heye. Ji ber ku navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn niha Rojhilata Navîn e. Civaka Rojhilata Navîn bi rastî jî gelekî diêşe. Yanî li her derê tundî, şer, komkujî, qirkirin heye. Niha Kurdistan bûye navenda qirkirinê. Dewleta Tirk polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Bi deh hezaran Fîlîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin qetilkirin. Ev polîtîkayên qirkirinê dewam dikin. Îro jî li dibistanekê xistin. Zêdeyî sed mirov qetil kiriye. Qirkirin tê ferzkirin û ev şerê cîhanê yê 3’yemîn ji Kurdistanê, Fîlîstînê û tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe. Dewleta Tirk ji bo vî şerî belav bike çi ji dest tê dike.
Îsraîl jî bi polîtîkaya xwe ya heyî vî şerî, kûr dike. Lewma projeyên Rêber Apo, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Projeya Sîstema Konfederal a Demokratîk bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên bingehîn e. Her ku civaka Rojhilata Navîn van fikran nas dike, her ku rewşenbîr, mirovên di nava lêgerîna azadî, wekhevî, edalet û demokrasiyê de ne her ku ev fikir nas kirin, di wê baweriyê de me ku li Rojhilata Navîn wê tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê, têkoşîneke demokrasiyê bi pêş bikeve.
Kurd ji xwe 50 sal in pêşengiyê ji vê re dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengiyê ji vê yekê re dike. Di vê mijarê de têgihiştineke cidî, ronakbîriyek û veguherîneke diyarker heye.
Eger em vê yekê bi rengekî xurt bikin ku paradîgmaya Rêbertî li herêmê belav bibe, hingî wê şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk hîn nêzîk bibe û dawî li vî şerî, vê kaosê bê anîn ku êşên mezin têne kişandin, her roj bi dehan mirov têne kuştin. Ji ber vê jî divê em hîmê Rojhilata Navîn ê pêngavê xurt bikin. Her wiha tevgera jinê, divê bi roleke gelekî xurt rabe. Bêguman heta niha jinan di asteke girîng de pêşengî ji pêngavê re kirin, ciwanan pêşengî kirin. Bi taybetî di çalakiyên civakî de roleke xurt lîstin. Di ragihandina paradîgmaya Rêber Apo de bi taybetî bi rêya jineolojiyê tevgera jinê di vê mijarê de gelekî ked da, hewl da, têkoşiya. Îro li cîhanê ya ku jin bi pêş xist, çareseriyê ji pirsgirêka azadiyê ya jinê re dibîne fikrên Rêber Apo ye. Projeyên xwe yên çareseriyê ye. Têkoşîna xwe ya di vê mijarê de ye.
Di dîroka mirovahiyê de bêguman bi qasî Rêbertî gelek tevger û rêberên jinan jî ji bo azadiya jinê rabûn, fikir, teorî afirandin, têkoşiyan. Rêberên sosyalîst ên cuda di mijara jinê de tespîtên gelekî girîng kirin, nirxandin kirin, fikir afirandin. Lê belê ti ji wan bi qasî Rêber Apo bi kûrahî li ser azadiya jinê nesekinî, neket nava kûrbûnekê û di vê astê de fikir, teorî, îdeolojî, felsefe nefirandin, hêza pêkanînê ava nekirin. Ev yek rastiyek e. Ji ber vê yekê eger em karibin fikir, ked, hewldan û têkoşîna Rêbertî ya ji bo azadiya jinê afirandiye hîn bêhtir bigihînin jinên li Rojhilata Navîn, ez di wê baweriyê de me ku bi deh qatî zêdetir wê jin xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin.
Wê hêzeke hîn xurtir a jinê tevlî vê têkoşînê bibe. Azadiya Kurdan wê bi tevgera jinê re vê têkoşînê bimeşîne. Lewma di vê astê de divê em têkoşîneke hîn xurt bimeşînin.
Eger bi vî rengî em karibbin têkoşîneke piralî bimeşînin, karibin hem paradîgmayê belav bikin, têkoşîna civakî bi taybetî bi têkoşîna tevgera jinê û têkoşîna hiqûqî em ê karibin di demeke kurt de şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo biafirînin û Pêngava Azadiya Rêbertî wê bi ser bikeve. Asta heyî ya pêngavê van encaman ji me re dike mizgînî. Ji gelek aliyan ve encamên girîng ên serketî bi xwe re tîne.
‘GERÎLA ARTÊŞA HERÎ MEZIN A DUYEMÎN A NATO’YÊ JI KOKÊ VE RADIKE’
Em di salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de ne. Cihê vê pêngava dîrokî di nava têkoşînê de tê zanîn. Têkildarî pêngava dîrokî hûn dixwazin çi bibêjin?
Ez Pêngava 15’ê Tebaxê li gelên me pîroz dikim. Hevrê Mahsûm Korkmaz, Egîd bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Ji Pêngava 15’ê Tebaxê û vir ve me zêdeyî 50 hezar şehîd di nava vê têkoşînê de dan. Ez şehîdên azadiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza ku me dane wan ku armancên wan bi ser bixînin, dubare dikim.
Di vê meha Tebaxê de gelek şehadetên hêja qewimîn. Hevrê Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Engîn Sîncer, Erdal, Sari Îbrahîm, Azîme. Di dema hêz de gelek hevalên hêja şehîd bûn. Li Bakurê Kurdistanê hevrê Herekol Ekîn, her wiha li Herêmên Parastinê yên Medyayê me gelek heval şehîd dan. Firat, Bahoz, Sema, Ronahî, Dilgeş… Yanî di vê dema nêz de hem li Bakur hem jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî li Zap û Metînayê me şehîd dan, gelek hevalên ku min navê wan negotin me şehîd dan.
Pêngava 15’ê Tebaxê bi rastî jî ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo jinan xwedî wateyeke gelekî girîng e.
Pêngava 15’ê Tebaxê divê tenê weke têkoşîneke gerîla, têkoşînan çekdarî ya gelekî, şerê xweparastinê yê gelê Kurd, tenê weke têkoşîneke leşkerî neyê nirxandin. Ji bo me Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevgera ronakbîriyê ye. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê şoreşeke mezin a mejî pêk hat, şoreşeke mezin a gel pêk hat, şoreşa jinê pêk hat.
Bi rastî jî ew bêbawerî, xemsarî, reşbînî û bêhêvîtiya li nava civaka Kurdistanê ji aliyê dijmin ve hatibû afirandin, hate tinekirin. Civaka Kurd jinûve ji bo azadiyê rabû ser xwe, hişyar bû, hay ji xwe çêbû, ji nû ve xwe gihand cewher û rastiya xwe, wêrekî bi dest xist, îrade bi dest xist, xwe bi rêxistin kir. Her ku xwe bi rêxistin kir têkoşiya, her ku têkoşiya wêrek bû, hêvî, bawerî û azadî mezin kir.
Vê yekê bêguman bandor li civaka Rojhilata Navîn jî kir. Vaye îro pêşengiyê ji civaka Rojhilata Navîn re dike, pêşengiyê ji şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn re dike. Ev yek tê wateya şoreşa di nava şoreşê de.
Bi rastî jî Pêngava 15’ê Tebaxê li Rojhilata Navîn ji aliyê reform, ronesans û ronakbîriyê ve ji her alî ve zemîneke xurt afirand. Şert û mercên vê yekê afirand û rastiya gelekî xurt ava kir ku vê pêk bîne. Rastiya civakê, rastiya rewşenbîriyê afirand. Rastiya şoreşgerî, rastiya milîtaniyê ava kir.
Pêngava 15’ê Tebaxê xwedî wateyeke bi vî rengî ya kûr e. Artêşbûna jinê… Bêguman di nava artêşbûna vî gelî de bi pêş ket. Hevrê Bêrîtan bû nasname û kesayetiya artêşbûna jinê.
Çawa ku hevrê Egîd bû nasname û kesayetiya artêşbûna gel, hevrê Gulnaz Karataş, Bêrîtan, Zîlan jî xeta berxwedanê, kesayetî û nasnameya artêşbûna jinê, gerîlatiya jinê afirandin. Lewma rastiya artêşeke klasîk nîne. Artêşa gerîla ya li Kurdistane bi jin û mêr ên xwe, bi artêşa xwe ya gel û artêşa xwe ya jinê rêxistiniyeke îdeolojîk, felsefî, rêxistinî, bi îrade, zane ye, xwedî kesayetiyeke azadîparêz û şoreşger e.
Ev têkoşîn veguherî têkoşîna pêşeng a gel. Di nava vê têkoşînê de siyaseta demokratîk afirî. Di nava vê têkoşînê de têkoşîna demokratîk, gelek aliyên îdeolojîk ava bûn û bi navê gelê me bû destketî.
Qala destketiyên li Rojava tê kirin. Qala destketiyên nirxên li Bakur tê kirin. Qala zanebûn û rastiya gelekî rêxistinbûyî yê li Başûr û Rojhilat tê kirin.
Ev destketî hemû bi saya vê têkoşînê bûn. Civaka têgihiştî, xwedî îrade, rêxistinbûyî bi xwe re mîrateyeke gelekî xurt a azadiyê hişt, bêguman nirx jî afirand.
Bêguman aliyên leşkerî, rewşa û xweparastinê yên vê yekê gelekî girîng in. Li ser vê yekê pêşketinên di zikhev de pêk hatin. Îro jî pêwîstiya gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi vê yekê heye.
Yanî li cihekî weke Rojhilata Navîn kku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn lê diqewime, xwîna gelan dirije, êşên giran tê kişandin, pêwîstiya civakê bi parastinê, bi hêza rêxistinî heye, di demeke bi vî rengî de têkoşîna gerîla, parastina rewa, xweparastin gelekî girîng tê dîtin. Niha rewş bi vî rengî ye. Bi taybetî li cografyayeke ku Tirkiye ewqasî êrişên qirkirinê, qirkirineke topyekûn li dijî Kurdan dimeşîne, parastina rewa, xweparastin nebe nabe.
Ev yek pêwîstiyeke. Ji ber vê yekê li ser xeta hevrê Mahsûm Korkmaz û Bêrîtan hevrêyên me yên jin û mêr, artêşa me ya gel, artêşa me ya jinê xwe ji nû ve ava kirin. Li gorî karakterê vê demê, li gorî rastiya vê yekê, li gorî feraseta şaristaniya modernîteya demokratîk xwe ji nû ve ava kirin û asteke girîng a têkoşînê, parastina rewa afirandin.
Hem ji aliyê taktîkê hem jî ji aliyê teknîkê ve artêşa Tirk duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye. Artêşa gerîla, artêşa gel, artêşa jinê îro koka vê artêşa duyemîn a mezin a NATO’yê radike. Ji hev ketiye, tarûmar bûye. Bi rastî jî 4 sal in, ji sala 2019’an û vir ve 4-5 sal in bi rengekî topyekûn bi her cûre teknîkê êriş dike. Bi her awayî hêza xwe bi kar tîne, her rêbaza qirêj bi kar tîne. Ji çekên kîmyewî heta bi her cûre çekên qedexekirî her rêbazê bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe. Êdî gerîla jî li gorî rastiya vê serdemê xwe modernîze kiriye, bi feraseta modernîteya demokratîk xwe ava kiriye, bûye xwedî taktîk, feraset û rêbazeke nû, ji aliyê teknolojiyê ve xwe xurt kiriye û vê yekê bi pêş ve dibe. Di dem û salên bê de bandora vê yekê wê li Bakurê Kurdistanê jî hîn bi xurtî bê dîtin.
Ez di wê baweriyê de me ku bi feraset û rêbaza gerîla ya bi feraseta modernîteya demokratîk xwe ji nû ve ava kiriye, ev têkoşîn, ev têkoşîna rewa wê bi rengê herî xurt dewam bike.
Dewam dike…