Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bhaiya: Abdullah Ocalan dikare lîderiyê ji cîhaneke cuda re bike
Rojane

Bhaiya: Abdullah Ocalan dikare lîderiyê ji cîhaneke cuda re bike

Aktîvîsta femînîst a Hindistanî Abha Bhaiya Abdullah Ocalan weke lîderekî femînîst pênase kir û got, "Abdullah Ocalan dikare lîderiyê ji cîhaneke cuda re bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Yek ji kesên ku li ber tecrîda giran a li Îmraliyê radibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, aktîvîsta femînîst a naskirî yıa Hindistanî Abha Bhaiya ye.

 

Ji damezrînerên Jagorî Grameen û rêveberên înîsiyatîfa femînîst a global a ‘One Bîllîon Rîsîng’ (Milyarek mirov radibin ser piyan) Abha Bhaiya têkildarî girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji nûçegihanê ajansa me Serkan Demîrel re axivî.

‘LI DIJÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎST ALTERNATÎFEKE GIRÎNG’

Lîdera femînîst Abha Bhaiya têkildarî jiholêrakirina bandora giran a sîstema kapîtalîst a li ser civakan bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan û got, “Bi dîtina min fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û wekheviyê ji cîhana heyî wêdetir rê û rêbazên afirandina cîhaneke cuda û paradîgmayeke nû ya vê yekê pêşkêş dike. Abdullah Ocalan yekî femînîst ê bêhempa ye.  Bi dîtina min gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan qala wê yekê dike ku jin weke femînîst û aktîvîst bi roleke navendî radibin.”

‘MODELEKE CUDA PÊŞKÊŞ DIKE’

Abha Bhaiya destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêweyekî rêveberiyê ya cuda pêşkêş dike û got, “Gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan ji modelên heyî yên rêveberiyê gelekî cudatir modeleke rêveberiyê pêşkêş dike. Îro cîhan hemû di nava tevlîheviyekê de ye. Li vê cîhanê herêmên mîlîtarîze hene ku nakokî û cotstandartiyê diafirînin. Îro 22 herêm di nava şer de ne. Şaristaniya kapîtalîst li dijî aştiyê ye. Bi dûrketina ji pênaseyên şaristaniya kapîtalîst; divê em cîhaneke welê biafirînin ku qala mafê jiyanê yê adîl û bi rûmet ê mirovan dike û li her dera cîhanê mirovên têkoşer piştevaniya hev dikin.”

‘JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIVÊ EM LI HEMAN PLATFORMÊ LI HEV KOM BIBIN’

Abha Bhaiya destnîşan kir ku gelek tişt hene ku tevgerên femînîst ên global dikarin ji tevgera jinên Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bibin û got, “Ji ber vê yekê bi biryar im ku bi tevgerên femînîst re li ser vê mijarê diyalogê bikim, ji ber ku pêwendiya me bi 150-160 welatî re heye. Tevî vê yekê çi sendîka be çi jî komên mafên mirovan, hawirdorparêz be, divê em mirovên têkoşer li ser wê yekê bifikirin bê dikarin bi hev re çi bikin. Em hemû ji bo azadiya Ocalan dikarin li ser heman platformê bicivin, bi heman dengî li hev kom bibin. Bi vî rengî em dikarin bikin ku tevgera femînîst a li Kurdistanê rê nîşanî me bide.”

‘ABDULLAH OCALAN DIKARE PÊŞENGIYÊ JI PERGALA CÎHANEKE CUDA RE BIKE’

Lîdera femînîst Abha Bhaiya işart bi girîngiya analîzên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Bi dîtina min Ocalan mirovekî bêhempa ye ku ji bo bicihanîna modela em jê re rêveberiya federal dibêjin gelekî hêviyê dide. Gotina herî girîng a Ocalan ku bi rastî jî bandoreke mezin li min kir, ew e ku dibêje; tevgerên femînîst parçeyek ji têkoşîna ji bo tevgerên hîn mezin e. Yanî Ocalan dibîne ku sîstem û şaristaniya heyî li ser kolekirina jinê ava bûye. Heta ku ev koletî ji bo her mirovî ji holê neyê rakirin wê ev şaristanî (şaristaniya kapîtalîst) dewam bike.”

Abha Bhaiya bi dewamî got, “Ocalan dikare lîdertiyê ji sîstemeke cuda ya cîhanê re bike, jê re lîdertiyê dike. Min beriya niha ji kesekî din ev felsefe nebihîst. Ocalan divê azad be. Divê dengê wî ji nû ve bilind bibe û dibêje ‘Em aydî vê cîhanê ne û ev cîhan jî ya me ye’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Cavgûn hat binçavkirin
Nûçeya Pişt re Ji endamê berê yê îstîxbarata PDK’ê daxuyaniyên gelekî girîng
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê: Hefteya Qehremaniya Neteweyî pîroz be

HPG’ê Hefteya Qehremaniyê pîroz kir û got, “Bi têgihîştina ku layiqê şehîdan bin, li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê berpirsyarên komkujiyê bêne darizandin’

Nobedarên Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê komkujiya li Kobanê şermezar kirin û xwestin, kujer bêne darizandin.

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî tecrîdê hîn bêhtir têbikoşin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û bang li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?