Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji bo gerîlayê HPG’ê Şervan Şoreş (Abdurrahim Uçar), ku di 20’ê Tîrmeha 2010’an de di çalakiyeke li ser girekî bi ser qereqola Bilîcan a li ser xeta sînor a Zapê de şehîd bibû, taziye hate danîn.
Taziya ku li mala taziyê ya Taxa Dîcle ya navçeyê hatibû danîn, ji aliyê Komeleya Alîkarî, Piştevaniya, Çand û Yekîtiya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYADER) ve hate ziyaretkirin. Girseyê, ku Parlamentera Mêrdînê Saliha Aydeniz jî di nav de bû, heta mala taziyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” meşek li dar xist. Piştî meşê, malbata Uçar li derî pêşwaziya girseyê kir û welatiyan yek bi yek sersaxî da malbatê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, Saliha Aydeniz axivî. Saliha Aydeniz anî ziman ku Kurdan bi canê xwe, xwe daye pejirandin û bi saya wan ew îro gihîştine vê astê. Saliha Aydeniz diyar kir ku xwedîderketina li banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” xwedîderketina li bîranîna şehîdan e û tekez kir ku ew ê proseyê bigihînin serkeftinê.
Dûv re, dayika Uçar, Naîme Uçar peyivî û spasiya kesên ku beşdarî taziyê bûne, kir.

