Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana gora Sirri Sureyya Onder kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Bi helbestên xwe şoreşê vedibêje
Çand û Hûner

Bi helbestên xwe şoreşê vedibêje

Meryem Temir helbestvaneke ji Hesekê ye. Ew şer û şervanên li Rojava û bandora li her nifşî, bi helbestên xwe vedibêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Helbestên Meryem Temir li ser êş û berxwedana li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Meryem a ku dixwaze aliyê jinê yên xurt nîşan bide, jinê hîn bêhtir dide pêş.

 

Şoreşa Rojava dibe wesîle ku jin di jiyanê de hêj çalaktir û bi bandor di qadên wekî perwerdehî, siyaset, çand û hunerê de rola xwe bilîze. Di vê çarçoveyê de nivîskarên jin jî di têkoşîna guhertin û wekheviya civakî de roleke girîng dilîzin. Li Rojava nivîskarên jin dema ku tecrûbe, hest û ramanên xwe dinivîsin, bi vê yekê re dengê jinan di nava civakê de bilind dikin. Jinên nivîskar ên ku rolên zayendî lêpirsîn dikin, balê dikişînin ser mafên jinan û di berhemên xwe de banga wekheviya civakî dikin, di tevahiya civakê de cudabûnek ava dikin. Ev yek tevkariyê li tevlîbûna jinan a li nava jiyana civakî ya li Rojava û xurtkirina wekheviya zayendî ya li nava tevahiya civakê dike. Meryem Temir ku bûyerên di şer de qewimîn jî nivîsand, bi helbestên xwe êş û berxwedanê vedibêje. Meryem a ku balê dikişîne ser êşên dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine, birîna di dilê wan de di helbestên xwe de dide hîskirin. Di heman demê de têkoşîna şervanan dinivîse û bi helbestên xwe wêrekî û baweriya wan nîşan dide. Meryem di helbestan de carinan dibe zarok, carinan dibe dayik û carinan jî dibe şervan. Bi vî rengî aliyên cuda yên şer û êşên hatine jiyîn ji xwendevanên xwe re radigihîne.

JI BER NIVÎSÊN XWE EZ GELEK KELECANÎ DIBIM

Meryem Temir 44 salî ye û dayîka sê zarokan e. Meryem a ji Hesekê di 16 saliya xwe de koçî Qamişloyê dike û di malbatek aliyê wê ya welatparêz û olî giran e de mezin dibe. Meryem hîn di zarokatiya xwe de dibe şahidê nêrîna civaka zayendperest a li ser jinê û newekheviya jin û mêr lêpirsîn dike. Meryem a ku got, “Ez hez dikim hestên xwe bi jinan re, bi civakê re, bi kêliyên jiyanê re û bi axa xwe re parve bikim. Dema ku ez dinivîsim, mîna ku ez ber bi esîman ve bifirim, ez ewqas kêfxweş dibim. Ez hertim dibêjim kêliyên ku ez dinivîsim kêliya min e, ez wê kêliyê mîna kêliya ku dikarim xwe îfade bikim û her tiştên ku li dora min diqewime bînim ziman. Tiştek ji vegotina hest û ramanên xwe bi awayekî azad, bê tirs û bêsînor xweştir tuneye.”

Meryem, a ku di dema xwendina dibistanê de aliyê xwe ya nivîsa wêjeyî keşf kir, diyar kir ku ew bi nivîsa çîrokan destpêkiriye û piştre bi helbestan berdewam kiriye.

SÊ PIRTÛKÊN WÊ YÊN HELBESTAN HENE

Pirtûka bi navê Ji Qamişloya Min a Biçûk re di 2013’yan de, bûdelayê ku di nebûna min de dertê di 2017’yan de û Gulên ji devê şer di 2019’yan de hatin çap kirin. Meryem, anî ziman ku wê pirtûka xwe ya ku di sala 2013’yan de hatiye çapkirin, beriya şoreşê bi dizî nivîsandiye û wiha domand, “Bûm şahidê êşên şer û min nivîsand. Ez bi pirtûkên xwe bûm zimanê zarokan. Min birînên dayîkan hem nivîsî û hem jî pêça. Min çirûskên beriya şoreşê û berxwedana ku di nava şoreşê de pêşkete vegot. Pirtûka min a sala 2019’yan bi temamî şoreş vedibêje. Ez hewl didim bibim dengê jinan. Şert û mercên ku pêşkêşî jinan kirine diyar e. Hêj gelek tabûyên me hene ku me nekarî em bişkînin. Ji bo vê jî helbestên min ên ku jinan ber bi têkoşînê ve dibin, jin bikaribin bigihijin heqîqeta xwe û rastiya jinê bînin ziman, li pêş in.”

Meryem, destnîşan kir ku ew bi helbestên xwe bûye zimanê berxwedanê ya zarokên li kampan dijîn, mirovên ku mal û warên xwe terikandine û koçber bûne, qêrîna dayikên ku zarokên wan di şer de şehîd bûne û berxwedana jinên şoreşger.

GIHIŞT ROJA KU BI HESRETA WÊ DIJIYA

Meryem, anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re jiyana wê guherî û wiha qala têkiliyên xurt a jinê bi şoreşê re kir, “Em li hemberî rastiya gelên ku nekarîn ziman, çand û nasnameya xwe bijîn têdikoşiyan. Me nedikarî bi awayekî xwezayî mafên xwe yê jiyanê, bijiya. Em bi şoreşê re azad bûn. Em dikarin êdî bi rihetî binivîsin. Her wiha em bûn xwedî derfetên mezin. Em bi hesreta rojekê li ser dikê helbest bixwînin dijiyan, lê îro em helbest dinivîsin û digihînin gel. Dibe ku ew hûrguliyên piçûk bin, lê ew hûrguliyên girîng in. Carinan wisa li mirov tê ku mirov dixwaze ji dilxweşiyê bigirî. Ji ber wek jinên nivîskar em bi hesreta vê rojê bûn. Niha derfetên ku ji jinan re tên pêşkêşkirin pir in. Divê xebatên me jî bi qasî van derfetan bi nirx û bi hêz bin.” 

NE DI ASTA TÊ XWESTIN DE YE

Meryem, da zanîn ku divê nêrîna civakê ya li hemberî nivîskarên jin hîn zêdetir biguhere û wiha got, “Berê nivîsandin ji bo jinan wek eyibek dihat dîtin. Hele eger ew jin dayik bûya, bêtir eyib dikirin. Wekî ku gunehek kiribe wiha nêzî wê dibûn. Jin jî li gorî heqîqeta xwe nêz nedibûn. Ew li gorî standardên jiyanê yên ku ji wan re hatibûn pêşkêşkirin dijiyan. Ji ber ku ew ditirsiyan ku ji aliyê civakê ve bên redkirin. Me ev rewş dîtin û jiya. Piştî hemû ked û xebatan, me bi têkoşîna xwe nîşan da ku jin jî dikare vê bike û bi mêran re li ser esasê wekheviyê tev li civakê bibe. Piştî salan bi guhertina ku bi şoreşê re hat, jin di hemû qadên civakê de cih girt û pêşengî kir, lê ez dikarim bibêjim ku nêrîna civakê ya li ser jinê di asta ku tê xwestin de neguheriye an jî kêm maye.”

PIRTÛKA 4’EMÎN WÊ DI DEMEK KURT DE DERKEVE 

Meryem, destnîşan kir ku pirtûka wê ya 4’emîn a helbestan dê di demên pêş de were çapkirin û wiha got, “Pir girîng e ku jin qabiliyet xwe ji bo aramiya giştî ya civakê nîşan bidin. Ez dixwazim jin ne tenê li malê, li hemû qadên civakê aktîf bin. Ev yek ji bo pêşketina tevahiya civakê pêwîst e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Derhêner Aydemîr: Di hunerê de zimanekî nû tê afirandin
Nûçeya Pişt re Srî Lankayê vîzeya demdirêj a ji bo Rûsya û Ûkraynayê bi dawî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Fermandariya NPG’ê Murat Karayilan gotin, “24’emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li dijî desteserkirina vînê dewam dike

Koma ku nobeta “rêzgirtina ji vînê re” dewr girt wiha got, “Tu hêz nikare li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

Li Agiriyê binçavkirin û girtinên piştî pîrozbahiyên Newrozê bi meşekî hate protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar 2 roj in ji bo perwerdeya bi Kurdî di çalakiyê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?