Cesaret û fedakariya li qada şer ew taybetmendî ne ku tim tên pîrozkirin û pesinandin. Fedakarî û wêrekiya şervanekî ya hem ji bo ewlehiya xwe hem jî ya ji bo ewlehiya gelê xwe wî ji mirovên din cudatir dike. Çîroka Şoreş Dilyar (Mihemed Ebdo) nîşan dide ku ked û têkoşîn mifteya serkeftinê ne. Çîroka Şoreş Dilyar ku Dilyar bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne û tevî gelek bêderfetiyan jî dev ji doza xwe berneda, bawerî û xebatê nîşanî me dide.
Şoreş Dilyar bi saya wêrekî û fedekariya xwe bû şervanekî nejibîr ku Dilyar di sala 2011’an de bi awayekî rasterast Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike û di sala 2014’an de li Efrînê di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî YPG’ê dibe. Dilyar şervanekî wisa bû ku li qada şer jî hizra însanan dikir û ew diparastin. Hebûna Şoreş Dilyar ji bo hêvî û baweriyê sedemeke mezin bû.
TEVLÎBÛNA TÊKOŞÎNÊ YA XURT
Şoreş Dilyar di sala 1999’an de li Şêrewaya Efrînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Li cihê ku tê dinyayê ji ber ku çandinî û terşdarî zêde ye eleqeya wî ya ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan zêde bû. Şoreş di hevpeyvîneke xwe de bi van gotinan qala malbata xwe û cihê ku lê mezin dibe, dike: ‘’Eleqeya malbata min bi xwezayê re zêde bû. Malbateke wisa bû ku debara xwe bi terşdariyê dikir û girêdayî çanda xwe bû. Malbateke wisa bû ku jiyana gundan baş nas dikir û ji jiyana bajaran dûr bû. Ez bi xwe jî li gund mezin bûm. Ji jiyana bajaran dûr û di nava xwezayê de… Her wiha malbata min malbateke welatparêz . Hemû eşîra me weletparêz e. Ez ji dil ji wan serkeftinê dixwazim. Hewce ye malbata min çand û exlaqa xwe bidomîne û di têkoşîna azadiyê de tevlîbûneke baştir nîşan bide. Ez malbata xwe nabînim, seredana wan nakim lê belê ev yek nayê wê wateyê ku min ew ji bîr kirine. Tekane armanc û daxwaza me ew e ku em gelê xwe biparêzin û bi awayekî serkeftî doza xwe ya têkoşînê bidomînin. Ger em gelê xwe neparêzin em nikarin malbnata xwe jî biparêzin ku malbata me jî beşeke vî gelî ye. ji ber vê yekê jî hewce ye hemû kesên ji eşîra me çeka xwe bigirin destê xwe û tevlî YPG’yê bibin û em bi hev re dayik, bav û xwişk û birayên xwe biparêzin. Ez ji malbata xwe û hemû malbatan re serkeftinê dixwazim û ji malbata xwe û gelê Kurd re soz didim ku ez ê heya nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe bidim.’’
GIRÊDAYÎ NIRX Û ÇANDA CIVAKA XWE BÛ
Şoreş ku li gund mezin dibe, bi hezkirina xwe ya ji ax û xwezayê re dihat naskirin. Jiyana xwezayî perjirandibû û eleqeya wî ya ji çandinî û terşdariyê zêde bû û her wiha ew dilsoziya xwe ya ji axê re li qada şer jî nîşan dida û berdewam dikir. Dilyar bi jêhatîbûna xwe dihat naskirin û xwedî kesayeteke bisebr û têkoşer bû. Girêdayî nirxên civaka xwe bû û gelekî girîngî dida hevgirtin û alîkariya civakê. Ne tenê ji bo jiyana xwe her wiha ji bo civaka xwe jî gelekî li ber xwe dida. Ji ber vê yekê jî li qada şer jî gelekî girîngî dida ku li gel hevalên xwe tevbigere û li ber xwe bide. Ji bo jiyaneke domdar gelekî hesas bû û gelekî hewl dida ku xwezayê biparêze. Dilsoziya xwe ya ji nirx û çanda xwe re jî hewl dida ku bidomîne û di mijara parastina mîrasa xwe ya çandî de gelekî hesas bû. Bi xwedîderketina nasnameya xwe re têkoşîna di çarçoveya van nirxan de dimeşand. Şoreş bi dilsoziya xwe ya ji xweza, ax û civak û çanda xwe re dihat naskirin. Xwedî kesayeteke zîrek, têkoşer, civakparêz û xwezaparêz bû. Têkoşîna xwe girêdayî van nirxan domand û ji bo aşitî û edealetê gelekî hewl da.
TEMSÎLIYETA HÊVÎ Û COŞÊ DIKIR
Şoreş Dilyar bi rûkeniya enerjiya xwe ya pozîtîf li her derê nîşan dida. Li qada şer û tevî hemû xehmetiyan jî kena li ser rûyê wî kêm nedibû û ji hevalên xwe re coş û moral bû ku tim ew dikenand û alikariya wan dikir. Di nava şervanan de hesta yekitiyê xurt dikir û moral motîvasyona wan bilind dikir. Bi kesayetiya xwe ya jidil, rûken û dostane li qada şer jî temsîliyeta hêvî û coşê dikir. Enerjiya wî tim pozîtîf bû û tevî, şert û mercên şerî yên dijwar jî dizanî ruhê xweşikiya mirovahiyê û hevgirtinê bidomîne.
TEVLÎBÛNEKE BI BIRYAR
Şoreş bi enerjî û bibiryariya xwe ya li qada şer dihat naskirin û derdora wî ew tim ji ber wêrektî û çalakbûna wî pîroz dikir. Bi sekna xwe ya diyar ji şervanên din re dibû îlhameke mezin. Bi motîvasyona xwe di warê fîzîkî û zihnî de ji hevalên xwe re rênîşander bû. Di erkên herî dijwar de jî enerjiya wî zêde bû û bi sekna xwe bibiryar ya li qada şerî ruhê wêrektî û hevgirtinê tim zindî digirt. Tevî ku alikariya hevalên xwe dikir jî bi çalakbûn û motîvasyona xwe kesayeta xwe ya fedekar li qada şerî baş nîşan dida. Şoreş karî ji hevrêyên xwe re bibe şervanekî mînak û bi tevlîbûna xwe ya bibiryar di nava têkoşînê de cihê xwe girt.
ŞOREŞ TU CARÎ NAYÊ JIBÎRKIRIN
Şoreş yek ji wan navên nejibîrkirî yê Dewreya Sabotajê ya Şehîd Aljîn Givarayê ya di sala 2017’an de ye ku girêdayî Akademiya Sabotajê ya li Efrînê kar dikir. Şoreş di 20’ê Çileya 2018’an ya di destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk de ji Dewreya Sabotajê weke sabotajkerekî pispor mezûn dibe. Çi ecêb e ku Şoreş Dilyar sê saetan beriya destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ta dewleta Tirk dewreya perwerdeya xwe temam dike. Şoreş weke şopdarekî Aljîn Givara ku Aljîn di sala 2016’an de di Pêngava Şehbayê de şehîd dibe, bi wêrekî û bibiryariya xwe û bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û edaletê wê di bîra gelê xwe de tim zindî bimîne. Şoreş bi sekna xwe ya li hemberî zilm û dagirkeriyê di têkoşîna me de weke lehengekî tim li cem gelê xwe sekinî. Her çend wextê wî têrê nekiribe ku tecrûbeyên xwe yên ji Akademiya Sabojarê bi dest xistine, ji bo parastina xaka xwe nîşan bide jî di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de di têkoşîna azadiyê de gelekî li ber xwe da û cihê xwe girt. Şoreş Dilyar di 23’yê Çileya 2018’an de di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker de ên li ser Efrînê tevlî karwanê şehîdan bû. Ruhê Şoreş Dilyar ê girêdayî îdeala Efrîneke azad û Kurdistaneke azad ji nifşên paşerojê re bibe îlhameke mezin û ew ê tu carî neyê jibîrkirin û şopên têkoşîna wî wê tim di dil û bîra me de zindî bimîne.