Enstîtû û şîrketên lêkolînê yên ji gelek welatan xwe amade dikin ku ji du kîlometreyan kûrtir sondajê bikin da ku bigihîjin dilê volkanek li Îzlandayê.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Li Nisêbînê ne tenê meşek nehate kirin; bi salan e bi têlên zivirî, rêyên hesin û biryarên siyasî dixwestin gelek ji hev cuda bikin, lê dilê wî gelî careke din…
Hevseroka GÎştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ligel parlamenter, nûnerên baro û rêxistinên sivîl wê sibê biçin Rojava.
Piştî ragihandina seferberiya giştî ciwanên ku çûn Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê gotin ku ew ê li kêleka şervanan êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan têk bibin.
Asayîşê têkildarî teqînên li Qamişloyê de da zanîn ku teqîn ji ber êrîşên balafirên keşfe yên taxa Meyselûn û Sînayê pêk hatiye. Piştre jî motorsîklêtek bombebarankirî hat teqanin.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî re axivî. Di gotûbêjê de rewşa ewlehiyê li Sûriyê û metirsiyên li…
Li taxa Meyselûn a Qamişloyê û herêma sanayiyê bi balafirên keşfê êrîş hatin kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi peywendiya telefonê bi Mazlûm Ebdî re axivî û diyar kir ku diyalog misogeriya yekitiya Sûriyeyê û qedexeya vegera terorê ye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî bi çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi dehan komkujî li dijî şêniyan di 2 rojên borî de kirin.
Li navçeya Dêrikê, Komiteya Tenduristiyê ku ji jin û ciwanan pêk tê, bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê ragihandin.
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava ji bo parastinê banga tevlêbûna seferberiyê kirin.
Şervanên QSD û YPJˊê derbên pir giran dan konvoyên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk ku xwestin ji bajarê Sirînê ber bi Kobanê re werin û gelek çete hatin kuştin.
Gelê ku li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ba hev, tevî êrîşên polîsan jî barîkat derbas kirin û meşa xwe li dar xist.
Li bajarê Holê di navbera şervanên QSD-YPJˊê û çeteyên hikumetê de pevçûn rû didin, heya niha 4 çete hatin kuştin.
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan daketin qadan û diyarkirin ku berxwedana wan wê heta bidawîbûna êrîşan dewam bike.
QSDˊê daxuyand ku çeteyên hikumeta demkî bi çekên giran gundê Til Barûd a li ser rêya Spî ya başûrê Hesekê bi çekên giran topbaran dikin.

Têkevin hesabê xwe