Xelata Kîmyayê ya Nobelê îsal ji sê lêkolînerên DYE'yî re hate dayin, ji ber karê xwe yê keşifkirin û senteza nuqteyên kûantûmê.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Desteya Rêveberiyên Demokratîk a DEM Partiyê got, "Dest ji dek û dolaban berdin, hurmetê nîşanî îradeya gelê Wanê bidin. Gel wê bersiva pêwîst bide."
Serokê Daîreya Karên Koçberan Şêxmûs Ehmed ragihand ku di nava du rojên dawî de zêdeyî sed hezarn kes derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn.
Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê deriyê mizgeftan ji tevahî koçberên Efrînê re vekin û bi hevgirtina gelan serî li dijmin hildin.
Şêniyên Minbicê jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin. Tevî agahiyên ne rast yên tên belavkirin û gefê êrîşan jî zindîbûna xwe diparêzin.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser Rojava ji hev cuda nîne û destnîşan kir ku ev yek konsepteke şer e.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man çend caran koç bikin, bal kişandin ser êş û zilma ji ber…
Li sê bajaran êrîşên li hemberî Rojava hatin protestokirin û banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nehiştin otobus ji bo veguhestina gelê mayî derbasî kantona Efrîn- Şehbayê bibin.
QSD’ê ragihand ku ew li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Mala Ezidiyan a Kantona Cizîrê 14 malbatên koçber ên ji Şehba û Til Rifetê pêşwazî kir. Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê jî gihiştin bajarê Hesekê.
Jin li dijî êrîşên dagirkirinê li Mêrdînê hatin ba hev û tevî barîkatên polîsan xeleka jiyanê ava kirin û meşiyan.
Polîsan di 8’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de gelek pirtûk desteser kirin. Yekitiya Weşangerên Kurd jî bertek nîşanî desteserkirinê dan û gotin, “Ev yek nîşaneya bêtehemûliya li dijî Kurdî ye”
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, “Kurd wê li her derê li ber xwe bidin.”
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gel ber bi sînorê Kobanê ve meşiya. Xeleka ji mirovan hate avakirin û peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Têkevin hesabê xwe