Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botanpêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û diyar kir ku divê Rêber Apo wekî sermuzakerevan di navenda pêvajoyê de be, zelalkirina azadî/statuya wî wê ji bo pêşveçûna aştiyê diyarker be. Botan ji ANF’ê re nirxandin kir.
Botan destnîşan kir ku dewlet çareserkirina pirsgirêka Kurd ji demê re dihêle û got ku ev rewş derbarê pêşveçûna pêvajoyê de pirsan derdixe holê û anî ziman ku xetereya têkbirina hêviyên ji bo çareseriyê derdixe holê. Botan got, “Birêz Ocalan perspektîfa ku di 27’ê Sibata 2025’an de pêşkêşî raya giştî kir, di pirsgirêka Kurd de xalek werçerxê ya şênber nîşan da. Tevî aloziyên mezin ên li Rojhilata Navîn, tevgera Kurd û Birêz Ocalan rîskên mezin dan berçavên xwe û ji bo çareseriyê îradeyek çareseriyê danîn holê. Piştî têkoşîna 50 salan, vekişîna sembolîk a hêzên çekdar bêhnek nû da aboriya Tirkiyeyê û siyaseta civakî. Lê bersiva dewletê ya ji bo vê fedakariyê ne wekî niyetek rastîn ji bo çareseriyê, lê wekî refleksek ‘mijûlkirin’ û ‘pêşîlêgirtinê’ xwe nîşan dide. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên wekî ‘Bila li meclisê biaxive’ armancên negihîştî nîşan da û ev pêngava siyasî ji bo pêşî li gavavêtinê bê girtin bû.”
Botan destnîşan kir ku astengiya herî mezin a ku li pêşiya Tirkiyeyê nebûna aqilê sivîl ê dewletê ye û kêmaniya kevneşopiya diyalogê ye û got, “Mîrata ku ji Împeratoriya Osmanî heta roja îro maye, li şûna bi hev re û li ser bingeha rizayê be, hêza milîtarîst esas digire. Senteza Pan-Îslamîst û Pan-Tirkîtî ya desthilatdariyê, li şûna cûdahiyên civakê wekî kirde qebûl bike li ser tekbûnê ye. Ev îdeolojiya teng ji kapasîteya çareserkirina pirsgirêkek dîrokî û berfireh wekî pirsgirêka neteweyî ya Kurd bi rêbazên demokratîk dûr e.”
Botan wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan di hucreyekê de di nava tecrîdê girtin û wekî ‘sermuzakerevan’ pênasekirin ne rast eû li derveyî pratîkên çareseriya navneteweyî ye. Muzakere di hawîrdora ku herdu alî xwedî mafên wekhev bin ku Birêz Ocalan karibe bi şandeyan re li ser platformek sivîl têkilî dayne û ‘mafê hêviyê’ jî di nav de divê statuya wî bi qanûnî bê mîsogerkirin. her gotinên li derveyî vê yekê xapandin e û manîpulekirin e. Ji bo çareserî bibe civakî divê di bin navê ‘niyeta baş’ de neyê paşxistin. Divê gavên şênber ên ku rûmet û qanûna dewletê girêdidin bên avêtin. Divê gavên şênber ên wekî navê cih û warên Kurdistanê yên bi zorê hatine guhertin paşve vegerînin û Newrozê wek, cejna fermî qebûl bikin bên avêtin û ev yek di civakîkirina aştiyê de hûmaneke girîng e. Berdana hemû siyasetmedarên girtî û vegerandina şaredariyan gavên ku wê baweriyê di civakê de ava bikin û pêvajoyê pêş bixin in. Lê çareseriya rastîn di pêvajoya avakirina destûrî de derbas dibe. Bi rizgarbûna ji wesayeta destûra darbeya 1982’an; mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê (maddeya 42) û bêyî cudahiyê têxin navbera koka etnîkê hemwelatîbûna wekhev (maddeya 61) û şertê rêveberiya xwecihê nas bike, metna lihevkirinê ye. Tiştê ku hewcedariya Tirkiyeyê pê heye ne ku Kurdan têxin nav sîstema heyî, entegreyî qanûna gerdûnî, demokrasiyê û mozaîka pirçandî ya Anatoliyê bên kirin. Her çiqasî îradeya bloka desthilatdar a heyî ji bo pêkanîna vê veguherînê qels e jî, dînamîkên siyasî û sivîl ên gelên Anatoliyê divê vê pêvajoyê ferz bikin. Divê dewlet hebûna xwe ne wekî amûrek “der hiqûqî”, divê pergalek demokratîk ku hemû gel di bin mîsogeriya destûriya wekhev de bijîn bê avakirin. Berovajî vê wê refleksên milîtarîst û tekparêzî bêhtir rizîn û kaosê biafirîne.”

